Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek bajaran êrîşa li ser Kurdan veguherî hêrseke mezin
Rojane

Li gelek bajaran êrîşa li ser Kurdan veguherî hêrseke mezin

Êrîşa li ser zimanê Kurdî li gelek bajaran hate protestokirin. Di daxuyaniyan de hate diyarin ku êrîş berhema dijminatiya sedsalî ya li dijî ziman, çand û nasnameyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji ber ku malbateke muzîka Kurdî guhdar kir rastî êşkenceya polîsan hatin. Êrîşa li ser malbata Kurd li gelek bajaran hate protestokirin. Di çalakiyan de hate gotin ku ev êrîş li dijî jinan, ziman û çanda Kurdî hatiye kirin.

STENBOL

Li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Peşvêbirina Çand û Ziman (KURDÎ-GEH) tundiya polîsan a li Bayrampaşayê hat protestokirin. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e. Destên xwe jê vekişînin” hate vekirin. Gelek caran dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bijî zimanê Kurdî” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.

Rêveberê KURDÎ-GEH’ê Gokhan Işik diyar kir ku êrîş ne tenê derbkirin bû û got: “Ev tundûtûjî encama zîhniyeta baviksalar û mêran a dewletê ye. Em vê nêzîkatiya li hember jinên Kurd bi ti awayî qebûl nakin. Her êrîşek li ser ziman û çanda Kurdî êrîşek li ser nasnameya gelê me ye.”

ENQERE

Partiya Wekehvî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Anka (ANKA-DER) der barê bûyerê de li Kolana Sakarya ya navçeya Çankaya daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Kurdî xeta me ya sor e, destên xwe jê vekişînin” hilgirtin û dirûşmeyên “Ziman, Jiyan, Azadî” û “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin.

Rêveberê ANKA-DER’ê Dogan Şenses daxuyanî xwend. Şenses diyar kir ku Zeynep Yalman a ku ducanî bû rastî êrîşa polîsan hat. Şenses bi brî xist ku Yalman bı awayeki lezgini rakirin nexweşxaneyê û pitik di beşa lezgînî de tê girtin. Şenses got ku ev êrîşa li ser jinan encama hişmendiya dewletê ya serdest û êrîşkar e.

ŞIRNEX

Bi pêşengiya DEM Partî û DBP’ê yên Qilabanê daxuyanî hate dayin. Girseya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê kom bûn, dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Hevserokê DEM Partî yê navçeyê Abdullah Gun daxuyanî xwend.

SEMSÛR

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Ferat (Ferat-Der) li ber Parka Mîmar Sînan a Semsûrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e” hat vekirin.

Hevserokê Ferat-Der Kazim Turhal diyar kir ku êrîş ne bûyerek takekesî ye, lê encama polîtîkayên asîmîlasyonê yên 100 salan e û got: “Ev bêtehamulî berhema dijminatiya domdar a li hember ziman û nasnameya me ye. Zimanê me xeta me ya sor e.”

SÊRT

Li Sêrtê êrîşên li ser zimanê Kurdî bi daxuyanî û meşekê hate protestokirin. Di meşa ku ji aliyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Botanê (BOTAN-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hat organîzekirin, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn. Girseyê pankarta “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e. Destên xwe jê vekişînin” vekirin û heta avahiya DEM Partiyê meşiyan û timî dirûşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Zimanê Kurdî hebûna me ye”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin.

Endamê BOTAN-DER’ê Mehmet Sait Toprak di çalakiyê de axivî û diyar kir ku êrîş ji zihniyeta serdest a mêran a sîstemê serbixwe nînin û got: “Em li hember van êrîşan bêdeng namînin. Em zihniyeta mêran şermezar dikin. Divê em li her derê parêzvaniya zimanê Kurdî bikin. Em bang li gelê Kurd dikin: li her derê stranên Kurdî guhdarî bikin.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê li Caddeya Gulîstanê daxuyanî hate dayin û êrîşên li ser zimanê Kurdî hate protestokirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî şermezar dikin” hate hilgirtin.

Rêvebera Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman a Arî (Arî-Der) Leyla Kaymaz diyar kir ku jin wê li dijî van êrîşan têbikoşin û got, “Zimanê Kurdî nasnameya Kurdan e. Em êrîşên li ser ziman û çanda xwe qebûl nakin û şermezar dikin.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

AMED

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li dijî tundiya polîsan a li ser zimanê Kurdî ber Plazeya AZC ya semta Ofîsa Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê ya Amedê, endam û rêveberên sazî û rêxistinên civakî û gelek kes tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankartê “Zimanê me stranên me govenda me hebûna me ye, destên xwe jê vekişînin” vekirin û dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Hevseroka DEM Partiyê Gulşen Ozer axivî û diyar kir ku malbatekî ji ber ku stranê Kurdî vekirîbû rastî êrîşa polîsan hat û got: “Em behsa aştiye dikin lê zimanê Kurdî rastî êrîşê tê. Em vê qebûl nakin em ê aştiye bi hev re bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêberê rûhanî yê Durzan El-Hicrî: Belavoka ku hatiye weşandin di bin zextê de hat dayîn
Nûçeya Pişt re ROJEVA 16’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Tevî hemû êrîşan jî wê nekarin pêşî li Çapemeniya Azad bigirin’

Salih Nûh diyar kir ku dixwazin di şexsê gerîla û ragihandina azad de tevahî gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Stranek ji bo Kaytan û Altûn: Du çiya

Ji bo ji pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn straneke…

Ji aliyê Stêrk TV

Barzanî û Pezeşkiyan hevdîtin kirin

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re hevdîtin kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?