Çalakiya nobetê ya li dijî projeya JES’ê li gundê Xwarik ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgim ve hatî destpêkirin, dewam dike.
Li qada nobetê pankarta “Xelkê Vartoyê santrala enerjiyê ya jeotermal naxwaze. Dest nede av û xaka min” hate daliqandin.
Parlamentera Yenî Partiyê ya Stenbolê Evrîm Rizvanoglu serdana nobetê kir û got, fikarên xelkê Gimgimê ya ji ber projeyê di cih de ye û nerazîbûn nîşanî biryara “ÇED ne pêwîst e” da.
Ji Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Çayan Dursun jî diyar kir ku têkoşîna li dijî projeya JES’ê ji 22’yê Çileyê ve didome, ji 3’yê Gulanê ve jî nobeta konê dewam dike.

