Li gorî agahiyên Rojnewsê, berî çend kêliyan bi dronekê li bajarokê Rizgarî ya navçeya Xebat ya ser bi Hewlêrê êrişî Baregeha Partiya Sazmanî Xebat hate kirin.
Li gorî agahiyan ti ziyanên canî nebûye. Li aliyê din saziyên fermî ti daxuyaniyek nedane.
Hêjayî bibîr xistinê ye di êrişên rejîmar Îranê ya li ser Başûr de 20 pêşmerge û welatiyên sivîl şehîd bûne û dîsa fermandareke Fransî jî miriye.

