În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Bi projeya Rêveberiya Xweser re bin’
Rojava

‘Bi projeya Rêveberiya Xweser re bin’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê di salvegera 11'emîn a êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê de daxuyaniyek da û got, "Banga me li mirovahiyê û cîhanê ye: Bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya Rêveberiya Xweser re bin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê li Muzexaneya Şer a Kobanê bi boneya salvegera êrişa DAIŞ`ê ya li dijî bajar daxuyanî da. 

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê mamosteyê Zanîngeha Kobanê Aras Hiso û bi zimanê erebî ji aliyê şagirta Zanîngeha Kobanê Firyaz Remo ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Di 15’ê îlona 2014’an de salvegera êrişên DAIŞ’ê li ser gund û bajarê Kobanê ye, beriya 10 salan mîna vê rojê DAIŞ’ê di sê aliyan ve êriş kir, ew yek piştî êrişên wê li ser Sûriyeyê û Îraqê û kontrolkirina wê bajarên mezin mîna Reqa û Mûsilê. DAIŞ’ê çek desteser kirin û hewl da bajarê Kobanê dagir bike.

‏Yek ji planên êrişa ku li ser Kobanê, tunekirina hebûna gelê Kurd û destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê bû, herwiha ji ber ku ji Kobanê çirûska şoreşa Rojava dest pê kir, dixwestin Kobanê dagir bikin.

‏Lê bajarê Kobanê ne wek hemî bajarên din ku rastî êrişên DAIŞ’ê hat, zarokên vî bajarî weke bendavekê li hemberî êrişan sekînin, bi ramanên azad û îradeya bi hêz bûn, parastina doza rewa kirin û ala azadiyê rakirin, ne tenê parastina welatê xwe kirin, wan parastina hemû cîhanê kirin û li pêşiya rêxistina terorîst in.

‏Berxwedana 134 rojan a YPG û YPJ’ê êrişên terorê têk birin û DAIŞ ji bajêr derxistin, ji wir pêngava rizgarkirina hemû herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji rêxistina terorê dest pê kirin, Kobanê bajarê yekemîn ku DAIŞ têk bir, ji wir bû destpêka dawîbûna rêxistina terorê di aliyê leşkerî de.

‏Berxwedana bê hempa ya parêzvanên azadiyê di kolanên Kobanê de, hemû planên rêxistina DAIŞ û kesên li pişt wê disekînin têk birin, tevî piştgiriya pir a ku terorê digirt, di nav de dewleta Tirk a dagirker, ku hemû sînorên xwe li pêşiya DAIŞ’ê vekir û hişt terorîst derbasî Sûriyeyê û Îraqê bibe, bajar wêran kirin û civaka Sûriyeyê jihev xistin.

Berxwedana mezin hestên mirovî di hundirê her kesê azadîxwaz li hemû cîhanê herikand, ji bo piştgiriya vê berxwedanê cîhan bû yek, ji ber vê yekê 1’ê Mijdarê wek Roja Cîhanî ya piştgiriya berxwedana Kobanê hate hilbijartin, bi hezaran kes di wê rojê de daketin qadan û piştgiriya xwe bi Kobanê re dane nîşandan.

‏Her wiha em piştgiriya mezin a gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de bibîr tînin, berxwedana wan roleke sereke û pir girîng lîst ku berxwedana Kobanê bi ser bikeve.

‏Heta niha êrişên li dijî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û projeya demokratîk li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamin, dijminên azadiyê hewl didin tiştê ku DAIŞ’ê nekir, bike. Gefên li dijî herêmên me û projeya demokratîk ji aliyê komên navên cûda li xwe kirin û bi heman hişmendiyê dixebitin, berdewam dikin.‏

‏Şerê li dijî DAIŞ’ê hîn bi dawî nebûye, hîn şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li her deverê hene, nav her demê de derdikevin, ew bê istiqrariyê li ser Sûriyeyê ferz dikin, ji ber vê yekê divê şerê li dijî terorê dewam bike heta bi temamî tine bibe. Em teqez dikin ku dê berxwedana me bi heman rih û îradeya serkeftina di Kobanê de dewam bike heta pêkanîna azadî û demokrasiyê, û şikandina hemû êrişên li dijî destkeftiyên şoreşê.

Em bang li mirovahiyê û cîhanê dikin ku piştgiriya gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya Rêveberiya Xweser bikin, ji ber projeya me yekane hêviya avakirina Sûriyeke nû ye. Rêveberiya Xweser îsbat kir ku ew nimûneya guncaw ku pêşerojeya gelê Sûriyeyê misoger dike. Ji ber vê piştgiriya Rêveberiya Xweser ew piştgiriya îstiqrar û pêşeroja ronî ya Sûriyeyê ye.

Di dawiyê de, em pakrewanên azadiyê ku bi xwîna xwe destanên qehremaniyê nivîsandin, bi bîr tînin, em teqez dikin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe bin ta pêkanîna azadiyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Forûma Sûriyeyê ya 5’emîn li Hesekê destpê kir
Nûçeya Pişt re Li Hesekê jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê û mamoste Seîd Çomlek di wesayîta xwe de mirî…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Tişrînê bandorê li milyonan mirovî dike

Bendava Tişrînê ku çavkaniya hilberîna eleketrîkê ye, bi hefteyan e di bin êrişa giran a…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişloyê meşa ji bo piştgiriya YPJ’ê

Ji bo piştgiriya bi YPJ'ê re li Qamişloyê meşek hate lidarxistin. Di meşê de hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê, Amûdê û Tirbespiyê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Partiyên li Kobanê piştgirî dan Başûrê Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?