Civaka Kurd a Lorient a ku li bajarê Lorient ê Fransayê xebat dimeşîne, ji bo zarokan merasîma sînemayê ya filmê Şînok a bi zimanê Kurdî lidar xist. Merasîm li Salona La Balise hate lidarxistin û gelek zarok û malbat beşdar bûn.
Di merasîmê de filmê Şînok a ku ji aliyê Zarok TV ve wergerî Kurdî hatî kirin, hate temaşekirin. Li ser navê Civaka Kurd a Lorient Adnan Semsûr axaftina vekirinê ya merasîmê kir.
Semsûr di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê.
Di çarçoveya merasîmê de tiştên cur be cur pêşkêşî zarokan hate kirin. Hat diyarkirin ku tiştên hatine pêşkêşkirin, ji aliyê esnafên Kurd ên li Lorientê ve hatine amadekirin.
Hate ragihandin ku bernameyê eleqeya ji bo xebatên çandî û hunerî yên Kurdî, zêde kiriye. Hate destnîşankirin ku organîzasyon armanc dike ku girêdana zarokan a bi Kurdî re xurt bike û zarok bikarin xwe bigihînin naverokên çandî yên bi zimanê dayikê.

