Li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li Mereşê êrîşa çekdarî pêk hat.
Hat ragihandin ku 3 xwendekar û mamosteyek jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku bi ambûlansê birîndar rakirine nexweşxaneyê.
Hat destnîşankirin ku êrîşkar hatiye kuştin.
Têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê hate dayîn.

