Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şehîdên doza Azadiya Kurdistanê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn û di nava hefteyê de wek komî hatin ragihandin, li Komîteya Malbatên Şehîdan sersaxî hatin qebulkirin.
Serdanên sersaxiyê li Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê ji aliyê Meclîsa Gel a Mexmûrê û xizmên Şehîd Şînda Raperîn, Asmîn Dorşîn, Sarya Uner, Jiyan Çiya, Kawa Kûrtay, Doza Bêlatî, Simko Serhildan, Yaşar Berçelan û Gelawêj Hekarî, li wargehê jiyan dikin ve tên qebûl kirin.
Beriya ku serdanên sersaxiyê destpê bike ji bo tevahî şehîdên gelê Kurd deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Qedrî Şirîşeyî axivî.
Qedrî Şirîşeyî di serî de sersaxî ji Rêber Apo û tevahî malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Em di serî de dibêjin bila serê Rêber Apo, şervanên serê çiya û tevahî malbatên me yên hêja saxbe. Wek xelkê Mexmûrê me li vê derê gelek lehengên hêja bibîranîne. Em wek gelê Kurd û taybet jî wek Mexmûr minnetdarê keda şehîdên xwe ne. Li Bakurê Kurdistanê ji bo hemû şehîdan konê sersaxiyê hatine danîn, em jî wek parçeyek ji malbatên wan li vir hemû şehîdên xwe bibîrtînin. Emê xwedî li keda şehîdên xwe derbikevin. Carekdin bila serê Rêbertî û malbatên me yên hêja saxbe.”
Piştî wê endamên saziyên wargehê û xelkê wargehê bi girseyî serdan Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kirin, hestên û girêdanbûna xwe ya bi şehîdan re dan nîşandan.
Bernameya bîranînê bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

