Şemî, 24 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çawişê pispor tundî qebûl kir, lê heyeta dadgehê di asta ‘gumanê’ de ma

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karamus: Ji bo Kurd li NY’ê bên temsîlkirin stratejiyeke neteweyî ya hevpar şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ku ev pêvajo bibe ya tevahiya civakê, divê rojnamevan jî tevlî bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Sloven Zîzek name ji Rêber Apo re nivîsand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ferzkirina poşmantiyê û taloqkirina azadiyê qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!
Kurdistan

Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

Bi sedan kes bi meşekî bertek nîşanî hewldana tayînkirina qeymeqema leşkerî ya hikûmeta Iraqê ji bo Şengalê dan. Meclîsa Gel û TAJ’ê got, “Em tu biryarên ku bêyî îradeya me hatine girtin, qebûl nekin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Îlon 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bi pêşengiya Meclisa Gel û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi sedan xelkê Şengalê li dijî biryarên yekalî yên Hikûmeta Iraqê yên li ser civaka Êzidî û Şengalê dest bi meşeke girseyî kirin.

Meşa xelkê Şengalê ku ji ber Komîna Gel a Sinûnê destpê kir, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û bi hilgirtina pankartên li ser nivîsandî “Şengal ji bo gelê Êzidî ye, ti biryarên derveyî îradeya gelê Şengalê nayên qebûlkirin” ber bi Çerxereya Mam Zekî ve meşiyan.

Di meşê de tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê, gelek serokêşîr û gelê herêmê jî cih girtibûn.

Piştî ku meş giha ber Çerxereya Mam Zekî ya li Sinûnê, li ser navê Meclisa Gel û TAJÊ daxuyaniyek hate dan.

Li ser navê Meclisa Gel, Xwedêda Eliyas daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

‘EM QEYMEQAMÊ LEŞKERÎ RED DIKIN’

“Weke ku tê zanîn, di Parlamentoya Iraqê de sê nûnerên civaka Êzidî hene. Lê belê, ligel vê yekê jî aliyê leşkerî yê dewleta Iraqê, Serokwezîrtî û Parlamentoya Iraqê navendên biryardanê yên Şengalê li ber çavan nagirin û nûnerên Şengalê tevlî biryarên li ser Şengalê nakin. Di encamê de, biryareke leşkerî didin û dixwazin qaymeqamekî leşkerî li ser Şengalê ferz bikin. Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin.

Em weke welatî, civaka Êzidî û xelkê Şengalê, vê biryarê red dikin. Divê di her biryareke de îradeya civaka Êzidî bête naskirin. Ti peyman an jî lihevkirineke ku îradeya civaka Êzidî piştguh bike, em rê nadin li ser gelê Şengalê pêk were.

Em vê biryarê bi awayekî teqez red dikin û bang li Serokwezîriyê dikin: Divê mafên me di Destûra Bingehîn a Iraqê de were mîsogerkirin û em piştgiriyê didin parastina destûrê.

Di xala 9’an a Destûra Bingehîn a Iraqê de bi zelalî tê gotin: ‘Mafê ti leşkerî nîne ku rêveberiya herêmî an jî ya parêzgehan bi rêve bibe.’

Ji ber vê yekê, ferzkirina rêveberiyeke leşkerî li ser me, rasterast dijberiya qanûn û Destûra Bingehîn a Iraqê ye. 74 ferman û komkujî bi serê civaka me hatiye, lê belê heta roja îro jî ti biryareke fermî ji bo parastina maf û hiqûqa civaka Êzidî nehatiye girtin.

‘BILA DESTÛRA BINHEGÎN WERE PÊKANÎN’

Çima Serokwezîrtî biryareke fermî dernaxe ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Êzidî ku li Herêma Kurdistanê dijîn? Çima qerebûkirina zirarên civaka Êzidî nayê bicihanîn?

Di demekê de ku biryarên leşkerî li ser me tên ferzkirin û qaymeqamê leşkerî tê tayînkirin, îradeya civaka Êzidî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve nayê naskirin. Heta ku di navbera aliyên siyasî yên Şengalê û dewleta Iraqê de diyalogeke rastîn çênebe, em ti biryarên ku li dijî îradeya civaka Êzidî tên girtin qebûl nakin.

Em dixwazin diyar bikin ku emê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ne dijî qanûnê ne; em piştgiriyê didin bicihanîna xal û maddeyên Destûra Bingehîn a Iraqê. Lê belê, heta roja îro jî yek xala destûrê ku mafên gelê Êzidî mîsoger bike nehatiye sepandin.”

‘CİVAKA ÊZİDÎ YA ÎRO NE MÎNA YA BERÎ 2014’AN E’

Piştre li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Rîham Hesen axvî û bal kişand ser rola jinan û îradeya xweser a gelê herêmê û ev nirxandin kir:

“Îro em weke civaka Êzidî, wisa jî li ser navê Tevgera Jinên Êzidî û Meclisa Gel, ji bo pêkanîna edaletê li vir amade ne. Gelê me di 74 fermanan re derbas bûye. Îro em li ser axa xwe ya rewa ya Şengalê dijîn. Lê belê, navend biryaran li ser vê axê dide û mafên vê civakê paşguh dike û îhmal dike.

Weke civaka Êzidî, 12 salin ku piştî rizgariya ji komkujiyê, me pergal û rêveberiya xwe ava kiriye. Di van 12 salan de me bi hêza xwe rêveberiya xwe birêve biriye. Keç û kurên vê civakê çek hildan, Şengal parastin û ew ji çeteyan rizgarkirin.

Lê belê îro, îradeya gelê me tê paşguhkirin û biryarên ku di xizmeta civaka me de nînin tên girtin. Hikûmeta Iraqê di sala 2020’an de jî bi rêya Lihevkirina 9’ê Cotmehê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, biryarên yekalî li ser vê civakê ferz kirin.

Ev biryar bi hevkariya wan hêzên ku di dema komkujiyê de gelê me tenê hiştin û reviyan hatin girtin. Li cihê ku ew hêz li beramberî berpirsiyariya xwe hesab bidin, dîsa biryar radestî wan tê kirin. Di van pêvajoyan de ti carî îrade û rastiya civaka Êzidî nehatiye libarçavgirtin. Dibe ku gumana wan hebe, lê belê divê baş bizanibin ku civaka Êzidî ti carî serî netewîne. Civaka Êzidî ya îro ne mîna civaka berî sala 2014’ane ku bi hêsanî bê xapandin.

Bi taybetî di vê fermanê de, qurbaniyên herî mezin jin bûn; zext û tundiyeke mezin li ser jinan hatiye. Ji ber vê yekê, bi pêşengiya jinên Êzidî dê Şengal li ser piyan bimîne.

Em weke civaka Êzidî amade nînin ku dest ji mafên xwe berdin. Emê xweserî û mafên xwe bi têkoşîna xwe bi dest bixin. Civaka me gihiştiye asteke ku dikare xwe bi xwe birêve bibe û ev rastî hatiye îsbatkirin.

Hêzên me yên ewlehiyê yên mîna Asayîşa Êzidxanê, 12 salin ku berxwedanê dikin. Di vê demê de ne tenê li dijî DAÎŞ’ê, di heman demê de li dijî êrişên Dewleta Tirk jî ku fermandar û şervanên me kirine armanc, axa xwe parastine.

Ji ber van sedeman, baweriya vê civakê bi ti hêzên derve re nemaye. Heta ku xwişk û dayikên me yên di destê DAÎŞ’ê de neyên rizgarkirin û birînên me neyên kewandin, emê bi yekitiya xwe têkoşînê berdewam bikin.

Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin; bese ji van polîtîkayan re! Bese ji van lîstik û êrişên siyasî yên ku li ser civaka Êzidî têne meşandin!

Civaka Êzidî ti bazar, êriş an jî biryarên yekalî yên li ser siberoja xwe qebûl nake. Biryara bingehîn dê ji aliyê vê civakê ve bête girtin. Gelê me biryara xwe daye. Em dikarin xwe bi xwe birêve bibin û biparêzin. Divê statûya fermî ya hêzên me yên ewlehiyê bête naskirin û mercên jiyaneke azad li ser vê axê bêne afirandin.

Di pergal û erdnîgariya Iraqê de mafên hemû pêkhateyan tên naskirin, lê belê dema mijar dibe civaka Êzidî, mafên me tên paşguhkirin û em weke civakeke bê agahî tên nirxandin. Lê belê em îsbat dikin ku civaka Êzidî xwedî hişmendî, dîrok û dozeke rewa ye. Ji bo vê dozê me gelek şehîd dane û em ê îro jî xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û rêya wan bi biryardarî bidomînin.”

Meş, piştî axaftinan bi dirûşmeyên ji bo piştgiriya berxwedana Şengalê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li qamişloyê protestoya perwerdehiyê: Divê Kurdî
Nûçeya Pişt re Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Hewlêrê kêm dike

Fermandariya Operasyonên Artêşa Elman ragihand ku ji ber rewşa ewlekariyê ya li herêmê, krîz û…

Ji aliyê Stêrk TV

DFG’ê rapora hiqûqî ya sala 2024’an eşkere kir

DFG'ê ragihand ku piştgiriya hiqûqî di nava sala 2024'an de da 152 rojnamevanan û dozên…

Ji aliyê Stêrk TV

Sancar: Di lihevkirina Sûriyeyê de aktorê herî bingehîn Abdullah Ocalan e

Mithat Sancarê ji Partiya DEMê diyar kir ku di pêkanîna lihevkirina "krîtîk" a navbera QSD…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Karamus: Ji bo Kurd li NY’ê bên temsîlkirin stratejiyeke neteweyî ya hevpar şert e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo ku ev pêvajo bibe ya tevahiya civakê, divê rojnamevan jî tevlî bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fîlozofê Sloven Zîzek name ji Rêber Apo re nivîsand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên Apoyî: Em ferzkirina poşmantiyê û taloqkirina azadiyê qebûl nakin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?