Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Li Moskowayê fîlma ‘Hêza Sihrî ya Yekîtiyê’ hat pêşandan
Çand û Hûner

Li Moskowayê fîlma ‘Hêza Sihrî ya Yekîtiyê’ hat pêşandan

Li Moskowayê fîlmek anîmasyonê ya bi navê ‘Hêza Sihrî ya Yekîtîyê’ hat pêşandan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Otonomiya Federal a Çandî û Netewî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê fîlmek bi navê ‘Hêza Sihrî ya Yekîtiyê” amade kir û li Navenda Mala Kurda ya Moskowayê cara yekem pêşkêş kir. Di pêşandanê de gelek nûnerên siyasî, çandî yên herêmê û mêvanên ji neteweyên cuda amade bûn.

Hevserokê Otonomiya Federal a Çandî û Netewî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhad Patiyev, diyar kir ku ew demeke dirêje ji bo vê fîlma anîmasyonê amadekarî dikin. 

Patiyev, behsa projeya amadekirinê kir û anî ziman ku plana wan a wergerandina vê fîlmê ji bo hemû zaraveyên Kurdî hene. 

Derhînera fîlmê Gûlvayêra Kûtsênkova, jî diyar kir ku wan beşa yekemîn a fîlma anîmasyonê ya bi navê ‘Hêza Sihrî ya Yekîtiyê’ diyarî Kurdistanê kirine û got, “Armanca fîlmê ew e ku bi çîrokên ciwanan nîşan bide ku yekîtî ne têgehek razbere. Berovajî wê hêzek rastîne ku ji bo derbaskirina astengiyan dibe alîkar.”

Kûtsênkova wiha domand, “Dema ku em li ser fîlmê dixebitîn, carnan xuya dibû ku ne mimkûne her tiştê ku em dixwazin bibêjin; li ser mîtolojî, çand, dans, amûr, heywan, çalakiyên kevneşopî di dema xwe de pêk bên. Me tenê dest avêtiye serê qeşayê. Lê ez hêvîdar im ku Otonomîya Kurd vî karî berdewam bike û çanda xwe bi ciwanan bide nasîn. Di meha Nîsanê de me dest bi vê xebatê kir. Pêvajo ji heft mehan zêdetir dem girt. Li ser konseptê nîqaş û nêrîn hatin girtin. Me bi Komîteya Bacê ya Federal re bi awayekî hevaheng biryar da ku em ê çi têxin fîlmê û çi dikare were derxistin. Pisporên Otonomiya Federal ya Çandî û Netewî a Kurdan, bi taybetî Ferhad Avramanovîç Patîyêv û Amîna Krayîş gelek alîkarîya me kirin. Me hewl da ku hêmanên ji kevneşopiyên cihêreng berhev bikin da ku cihêrengiya wan nîşan bidin.”

Kûtsênkova, anî ziman ku ew dixwazin kartonfîlma wan bibe destpêka rêwîtiyeke dûr û dirêj û wiha domand, “Ji bo zanîna gelan xurt bibe, ev yek gaveke biçûk e. Ez hêvî dikim ku ev proje ji bo mirovan bibe îlham ku hê bêhtir li ser çanda Kurdan lêkolînan pêş bixin.”

Kûtsênkova li ser pirsa “gel projeya we çawa dît?” wiha bersiv da, “Atmosferek ecêb bû. Piştî danasînê, gel li çepikan xist spasî û daxwazên xwe gihandin me. Ev yek bandorek mezin li me kir.”

Her wiha, Otonomiya Federal ya Çandî û Netewî Gûlvayêra Kûtsênkova ji ber xebata xwe, hat xelat kirin.

Hêjayî gotinêye ku di pêşandanê de pirtûka “çîrokên netewan” ku ew jî bi piştgiriya Otonomiya Federal ve hatibûn çapkirin li mêvanan hat belav kirin.

Nivîskarê pirtûkê jî axivî û wisa behsa pirtûkê kir, “Em çîrokên li ser gelên Rûsyayê gotûbêj dikin û ez pir kêfxweş bûm ku beşdarî vê projeyê bûm. Înîsiyatîfên wiha balkêş in, ji ber ku hûn dikarin çîrokan bi zimanê resen, yên mirovên ew îcad kirine, bibihîzin. Ji aliyê din ve hûn dikarin bi rûsî li wan guhdarî bikin. Ev girînge, ji ber ku piraniya mirovên li welatê me bi rûsî diaxivin. Lê kesên ku bi zimanên weke tacîkî û Kurdî dizanin jî hene. Bi saya wergerandina çîrokan bi rûsî, çand û dîroka gelan ji hejmareke mezin re tê gihîştin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MOSKOWA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Amedê kampanya piştgiriya bi Rojava re destpê kir
Nûçeya Pişt re Li Nîjeryayê 50 jin û zarok hatin revandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Hikumeta herêmê 30 sal in xizmetê ji armancên Tirkiyeyê re dike’

Hevseroka Tevgera Azadiyê ya Herêma Germiyanê Şeyma Ednanê got: "Dewleta Tirk her roj sivîlan li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Şerê taybet şerekî welê ye ku bi temamî li dijî civakê tê kirin’

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Serhed Rûken anî ziman ku divê haya dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ofîsa Ragihandinê ya Kobanê sedemên qutbûna înternetê eşkere kir

Ofîsa Ragihandinê ya Kobanê diyar kir ku santrala ku înternetê ji Kobanê re dabîn dikir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?