Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Qamişlo û Girkê Legê ji bo Kurdî çalakî
Rojava

Li Qamişlo û Girkê Legê ji bo Kurdî çalakî

Li Qamişlo û Girkê Legê bi daxwaza perwerdeya Kurdî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Îlon 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê bi beşdariya şagirt, malbatên şagirtan, mamoste û gelê Qamişloyê ji bo şermezarkirina biryara hikumeta veguhêz a Şamê ya derbarê zimanê Kurdî de meşek li dar xist. Meş bi dirûşma “Zimanê Me Hebûna Me Ye, Em Mafê Bi Perwerdehiya Kurdî Dixwazin” pêk hat.

Bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Meş ji Qada Şehîdan a li naverasta bajêr dest pê kir û heta ber avahiya Gerînendeya Perwerdeyê ya Qamişloyê berdewam kir. Gel û şagirtan di meşê de pankartên bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî ku li ser “Zimanê Kurdî Çand û Hebûna Me Ye”, “Bila Zimanê Me Bijî”, “Zimanê Dayîkê Ruhê Netewî Ye” û hwd hatibûn nivîsîn hatin hildan. Dirûşma “Bê Ziman Jiyan Nabe” hat berzkirin.

Li ber avahiyê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê mamoste Henan Bekir ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye.

“Li gorî peymana 29’ê Çileya 2026’an li Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya entegerasyonê dimeşe. Li gorî pîvanên entegrasyonê, gelê Kurd wekî neteweyeke resen ya Sûriyayê hat qebûlkirin. Divê her karê ku tê meşandin li ser esasê pîvana hebûna Kurdan a Sûriyayê bimeşe.

Di dema dawî de gelek bûyerên ku vê pîvanê derbas dike, yan jî binpê dike, rû dide. A herî dawî ji bo ku navê Kobanê bikin Eyn Ereb, hinek hewldan çêbûn. Di heman demê de Hikumeta Demkî dixwaze ku vê siyaseta xwe di hemû cografiyeta Kurdî de bisepîne. Navên herêman biguherîne. Di nava demê de jî van herêman ji kurdewarîbûna xwe dûr bixe.

Ew helwest li dijî peymana 29’ê Çileyê ye. Di heman demê de ew helwest li dijî hebûn, nasname û zimanê Kurdî ye. Em vê helwestê qebûl nakin. Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye, û cih û warên bav û kalên me jî bi Kurdî ye.

Divê Hikumeta Demkî, rêzê nîşanî vê rastiyê bide û di warê qanûnî de jî, vê rastiyê nas bike.

Em wekî gelê Qamişloyê ji rayedaran re dibêjin, ku rêzê nîşanî me, zimanê me û dîroka me bidin. Daxwaza me ew e, li dijî vê yekê tu helwestên înkarkirina Kurdan em qebûl nakin.

Ji bo entegrasyon bi ser bikeve, divê Hikumeta Demkî jî erkê li ser milê xwe bi cih bîne. Û divê hemû gelê Kurd jî di vî mijarî de baldar û hestiyar be.

Gelê me di van mijaran de tavîz nade. Gelê me li ser hebûna xwe êrîşan qebûl nake. Em bendewar in ku her kes erkên li ser milên xwe bi cih bîne û aştiya civakî biparêze.”

Piştî daxuyaniyê şagirtan strana “Şirîn û Xweş e Zimanê Kurdî” gotin, meş bi dirûşma “Bê Ziman Jiyan Nabe” bi dawî bû.

Li bajarokê Mistefawiyê yê Girkê Legê, xwendekar û şêniyên bajarok û gundên derdorê daketin kolanan û daxwaza mafê xwe yê perwerdeyê bi zimanê dayikê kirin.

Xwepêşandan bi xwendina daxuyaniyekê ku biryara Wezareta Perwerdeyê ya derbarê zimanê Kurdî de red dikir bi dawî bû.

Daxuyanî li ber dibistanekê ji aliyê jineke ciwan a bi navê Yasmîn Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê hate xwestin ku biryara xwe betal bike, zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê ji bo hemû dersan li dibistanên li deverên ku piraniya wan Kurd in qebûl bike û zimanê Kurdî bike zimanê fermî yê perwerdeyê li dibistanan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Kobanê bi dirûşma ‘Zimanê Kurdî xeta me ya sor e’ meşiya
Nûçeya Pişt re Ji bo gerîlaya YJA Starê Girîn Taş li Cizîrê taziye hate danîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pîrozbahiya Newrozê li Amedê destpê kir

Li Amedê Newroza Azadî û Demokrasiyê destpê kir, hîn jî gel tê qadê.

Ji aliyê Stêrk TV

Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê: Hikumeta veguhêz nûnertiya dewletê nake

Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê êrîşên li ser xwepêşandêran şermezar kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

FEDA Û DAKB: Zimanê dayikê siberoja me ye

FEDA Û DAKB’ê gotin, "Parastina zimanê dayikê, bawerî û çandê bingeha civaka ku em tev…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?