Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan (25`ê Mijdarê) ji Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Hesekê, Til Temir, Amûdê û Dirbêsiyê jinan berê xwe da bajarê Qamişloyê û meşek li dar xist.
Meşê ji Çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir û heyanî Çerxerêya Şehîd Rûbar dewam kir. Li çerxerêyê siyasetmedar Henîfe Hisên axivî û got: “Em di vê rojê de berxwedan û têkoşîna jinan ji bo mafên xwe û hemû şehîdên jin ên ji bo deskeftiyên jinan canê xwe feda kir, bi bîr dixin. Di vê pêvajoyê de guhertina siyasî heye û hewl tê dayîn ku jinan paşguh bikin û cihê xwe di navendên biryarê de negirin.”
Henîfe Hisên di berdewama axaftina xwe de got: “Ji hemû jinan tê xwestin ku di van şert û mercan de civak û civakbûyînê biparêze. Di serî de ziman, divê em nirx û deskeftiyên xwe biparêzin û daxwaz bikin ku di destûra Sûriyeyê de bê misogerkirin.”
Di dawiyê de Henîfe Hisên bang li hemû jinên cîhanê kir ku xwedî li Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” derkevin, li hemberî hişmendiya mêran tê bikoşin û civakeke demokratîk û biedalet ava bikin.
Her wiha hevseroka nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê Zehra El Elî têkoşîna jinan li hemberî hişmendiya baviksalar bi bîr xist û got: “Îro bi hezaran jinan li hevdû kom bûne. Nêrîna xwe tînin ziman û xwedî îrade ne. Bi yekitiyê em ê bigihêjin azadiya xwe û bi ser bikevin.”
Bi navê Saziya Jinan a Suryanî Sebah Şemo jî axivî û got: “Hebûna jinan li qadan dide diyarkirin ku ew bi mafên xwe ve girêdayî ne û ji bo jiyana azad û birûmet tê dikoşin.”
Di dawiya meşê de jinên ciwan şanoyek pêşkêş kir.

