Mamoste û girtiya siyasî ya berê Marziye Moradavisi, di 30’yê Îlona 2026’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve bi 2 sal cezayê girtîgehê yê taloqkirî û 4 milyon tumen cezayê pere hate mehkûmkirin.
Cezayên ku dadgehê biriye di heman rojê de ji Marziye Moradavisi re hat ragihandin.
Moradavisi ku berê jî ji ber xebatên xwe yên sivîl û daxwazên edaletê hatibû binçavkirin, di sala 2021’an de hatibû girtin. Dadgeha yekem di sala 2022’yan de 2 sal cezayê girtîgehê dabûyê; lê piştre dadgeha temyîzê ev ceza daxistibû 5 meh girtîgeh û 4 sal cezayê taloqkirî.

