Pişt pêvajoya diyalogê ya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir, gelek goristanên ku bi salan li Kurdistanê li serdanê qedexe bûn, careke din li serdanê hate vekirin. Hate dîtin ku gorên gerîlayên HPG û YJA Starê lê veşartî ne hatine xerakirin, kêlên wan bi kepçeyan hatiye şikandin, bi êrişên hewayî jî goristan hatiye xerakirin û hin ji wan li çalan hatine veşartin. Li Şirnexê ku êriş bi rêk û pêk hatin kirin, malbat dixwazin goristanên wan ji nû ve bêne avakirin û rêyên serdanê bêne vekirin.
Şehîdgeha Cûma Bilika û Binevş Edessa ya li Çiyayê Cûdî di sala 2015’an de hate bombekirin û hilweşandin; dîwarê li derdorê, mizgefta lê û mêvanxaneya wê hate xerakirin. Bi hinceta ku herêma ewlekariyê ya leşkerî ye bi salan serdan li goristanê nehate kirin. 2’ê Tebaxa 2026’an piştî 11 salan careke din destûra serdanê hate dayin. Di 11’ê Cotmehê de eşkere bû ku kêlên goran bi rengekî komî li çalekê hatiye binaxkirin. Li goristanê malbata Cîhan Zîlan (Hatîce Erbaga) ya sala 2006’an şehîd bû, piştî bi salan gora lê digeriya dît.
Goristana Şehîd Binevş a li gundê Basret a li Çiyayê Gabarê jî bû hedefa êrişan. Hate hînbûn ku goristana di navbera salên 2010 û 2014’an de hate avakirin hatiye xerakirin, gelek kêlên ku navê şehîdan li ser bû hatine şikandin.
Goristana Şehîd Rojat û Şehîd Zelal a li herêma Bestayê jî di êrişa hewayî ya 2017’an de hate xerakirin. Û demeke dirêj herêm weke herêma ewlekariya leşkerî hate ragihandin.
‘GORISTANA KATO-FERAŞÎN HÎN JÎ QEDEXE YE’
Rêveberê MEBYA-DER ê Şirnexê Nûrî Salgucak ku li gel malbatan serdana goristanan kir û li vê derê kar kir, li ser rewşa heyî ya goristanan axivî. Salgucak diyar kir ku ew dixwazin goristanan ji nû ve ava bikin û destnîşan kir ku êriş sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Salgucak li ser hejmara cenazeyan ên li goristanên li Cûdî, Besta, Gabar û Kato-Feraşînê agahî da, got, “Çar şehîdgeh hene; Cûdî, Besta, Gabar û Kato-Feraşîn. Li Cûdî 98, li Bestayê 160, li Gabarê 71 cenaze hene. Em nizanin bê li Feraşînê çend cenaze hene. Ji ber ku qereqol li kêlekê hatiye avakirin ketina wê herêmê hîn jî zedexe ye. Û ji ber vê yekê destûr ji me re û malbatan re nayê dayin ku em derbasî herêmê bibin.”
‘HEM NE HIQÛQÎ HEM JÎ NE WIJDANÎ YE’
Salgucak anî ziman ku êrişên li ser goristanan nayên qebûlkirin û got, “Rewşa goristanan gelekî xerab e, hemû hilweşiyan e. Xwestin ji miriyan tolê hilînin. Her der talan kirine. Di nava gorian de tiştek nehiştine, derdor bi temamî hilweşandine. Em nizanin bê çawa qala wan dîmenan bikin. Polîtîkayeke bi temamî li dijî mirovahiyê ye. Êrişên li ser goristanan ne hiqûqî ye ne jî wijdanî ye. Mirov ji mirovbûna xwe şerm dikin. Malbat jî timî dibêjin ku tiştên li goristanan dîtine nayên qebûlkirin û divê xwedî li goristanan bê derketin. Ev êriş li deveke din a cîhanê nîne.”
‘NAVÊN LI GORA KOMÎ NAYÊ ZANÎN’
Salgucak ragihand ku li Şirnexê cenazeyekî bêkes nîne, malbatan ji bo tespîtkirina nasnameyê mînaka xwînê dane û got, “Li bajêr cenazeyekî bêkes nîne. Malbatan hemûyan ji bo cenazeyan mînaka xwînê dan.
Cenazeyên hatin tespîtkirin hene. Lê belê hin malbatan li gel ku beriya bi salan xwîn dane hîn dewlet di vê mijarê de bersivekê nadin. Mînakên xwînê nagihêjin encamekê û malbat têne rawestandin. Ji bilî vê yekê li bajêr gorekle komî heye ku cenazeyên salên 1990’î hatine veşartin. Ev jî li taxa Cûmhûriyetê ya li Şirnexê ye Em nizanin bê çend cenaze li vê goristanê hatiye veşartin.”
‘DAXWAZA HERÎ MEZIN JINÛVE AVAKIRIN E’
Nûrî Salgucak destnîşan kir ku daxwazên malbatan ên têkildarî goristanan zelal e û got, “Weke sazî em hin karan dikin. Beriya her tiştî em bi malbatan re serdanê dikin. Em dixwazin ev goristan hemû jinûve bêne avakirin. Ev yek jî wê bi rêveçûna pêvajoyê diyar bibe. Weke ku me got, heta niha goristan qedexe ne, lê belê em bi înîsiyatîfa xwe diçin û tên. Weke ku di dîmenan de jî hate dîtin goristan hatine xerakirin. Şehîdgeha Bestayê bi kepçeyan bi erdê re kirine yek. Li Cûdî jî rewş ji vê cudatir nîne. Ji dîmenên ku me kişandine jî ev yek bi şênberî tê dîtin.”

