Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Lîsa Çalan: Divê êş bibe sedema hembêzkirina aştiyê
Rojane

Lîsa Çalan: Divê êş bibe sedema hembêzkirina aştiyê

Lîsa Çalan a ku di êrîşa bombeyî ya 5’ê Hezîrana 2015’an a li hemberî mitînga hilbijartinê ya HDP'ê de her du lingên xwe winda kir, got, “Divê êş bibe sedema ku em bêhtir aştiyê hembêz bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Derhêner Lîsa Çalan diyar kir ku daxwaza aştiyê encama pêvajoyek dirêj, westiyayî û berdêlan e û anî ziman ku êş dikare veguhere tecrûbeyê û got ku dema ew dirûşmeyan berz dike jî, hewl dide xwe nespêre êşên xwe, ev ne çareserî ye.

 

Derhêner Lîsa Çalan di êrîşa bombeyî ya 5’ê Hezîrana 2015’an a li hemberî mitînga hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê de bi giranî birîndar bû. Ji ber bîran xedar û enfeksiyonê herdu lingên xwe winda kir. Lîsa Çalan di van deh salên dawî de bi birînên şer re dijî û hêviya aştiyê winda nekiriye û di pêvajoyê de hêvî û îlham daye bi hezaran kesan.

Lîsa Çalan destnîşan kir ku tevî her tiştî jî aştî ne daxwazek takekesî ye, daxwazek civakî ye û anî ziman ku divê di her şert û mercî dexwedî li vê daxwazê were derketin. Lîsa Çalan anî ziman ku mînaka herî mezin a xirabiya ku ji ber şer derketiye di bîrên wan de veşartî ye.

DAXWAZA AŞTIYÊ NE NÛ YE

Lîsa Çalan banga xwe ya ji bo aştiya civakî dubare kir û got, “Ev ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê pirsgirêka hevpar e. Her kes berdêla şer dide. Daxwaza aştiyê mafê me yê herî xwezayî ye. Pêvajoyên dîrokî yên ku civaka Kurd jiyaye tenê bi 40-45 salên dawî re ne sînordar e; ew dîrokek zilm û berxwedanê ya ku sedsal in didome. Me li van axan serdemên xwînî û komkujiyan derbas kirine. Ji ber vê yekê, daxwaza me ya aştiyê ne nû ye; ew encama pêvajoyek dirêj, westiyayî û berdêlan e.”

NABE KU XWE BISPÊRIN ÊŞAN Û DOMANDINA ŞER BIXWAZIN

Lîsa Çalan diyarkir ku şer ne tenê li ser mirovan, di heman demê de li ser xweza û çandê jî bandorên wêranker dike û got: “Gulek, gundek, darek, heta pisîk an kûçikek li kolanê mexdûrên vî şerî ne. Ji ber vê yekê ji bo me, ev ne tenê şerekî çekdarî ye; ew qirkirinek çandî ye. Ew dizîna çandê ye, hewldana tinekirina gelekî ye. Ez îro wekî jineke ku her du lingên xwe winda kirine diaxivim. Kekê min jî bi heman awayî her du lingên xwe winda kirine. Li Kurdistanê ji her 10 malbatan, nêzî 8 malbatan windayiyên wan hene, lê nabe ku mirov xwe bispêre vê êşê û domandina şer bixwaze. Berevajî vê, divê ev êş bibe sedema ku em hîn bêhtir aştiyê hembêz bikin.”

DIVÊ DAXWAZA AŞTIYÊ BIBE CIVAKÎ

Lîsa Çalan anî ziman ku êş dikare veguhere tecrûbeyeke fêrbûnê û wiha domand: “Dema ku dirûşmeyan berz dikim jî, ez hewl didim ku xwe nespêrim êşên xwe. Ev yek mirovan paşve dixe; ne çareserî ye. Di vê nuqteyê de, divê daxwaza aştiyê tenê wekî pirsgirêkek Kurd-Tirk neyê dîtin. Ev şer tenê bandor li Kurdan nekiriye, bandor li hemû civakên li Tirkiyeyê kiriye: Ermenî, Asûrî, Çerkez… Ji ber vê yekê, divê daxwaza aştiyê bibe civakî. Hunermend, nivîskar û kesên ku bêyî dudilî dengê xwe bilind dikin di vî warî de berpirsiyariyek mezin li ser wan heye.”

DIVÊ LI DERYAYA REŞ JÎ BANG BÊ KIRIN

Lîsa Çalan got, “Daxwaza aştiyê mafê herî xwezayî yê her kesî ye” û destnîşan kir ku divê banga aştiyê bi wêrekî were kirin.

Lîsa Çalan a ku awayê herî kûr ê vê wêrankirinê jiyaye û bawer dike ku ew dikare bibe bangewaziya vê yekê û got: “Çîroka min ne tenê ya min e; ew çîroka malbata min, gelê min e. Divê em hemû berpirsiyariya vê pêvajoyê bigirin ser xwe. Li Amedê behsa aştiyê kirin hêsan e, lê divê em bi heman wêrekî li herêma Deryaya Reş û Konyayê jî behsa wê bikin. Çapemenî, huner û wêje; her yek ji wan dikarin vê qutbûnê tamîr bikin. Divê em wê ji nû ve binivîsin, ji nû ve biaxivin û ji nû ve vebêjin.”

HER ÇIQASÎ ÇÎROK CÛDA BIN JÎ, DAXWAZ YEK IN

Lîsa Çalan diyar kir ku civak bi piranî bi tirsandin û xizaniyê hatiye terbiyekirin û daxuyand ku vejandina bawerî û wêrekiyê ne hêsan e û wiha bi dawî kir: “Divê em bi rêya huner, wêje, medyaya dijîtal û perwerdeyê piştgiriyê bidin vê yekê. Her çiqasî çîrok cûda bin jî, daxwaz yek in; êş yek e. Divê bersivek ji bo van hemû êşan hebe.

Berpirsiyariyek mezin li ser komisyona ku li Meclisê hatine damezrandin heye, lê wekî civak, divê em jî hêza dehfdêr a pêvajoyê bin. Divê em daxwazên xwe bi dengekî bilind bînin ziman da ku kêmasiyên beriya 2015’an dubare nebin. Divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe û  ji bo aştiyê gavên wêrekî bavêje.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Parêzer Şakar: Divê guherînên yasayî ji aliyê Komîsyona Venedîkê ve werin şopandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Siwêdayê êrişên li ser Helebê hatin şermezarkirin

Komîteya Qanûnî ya Bilind a Siwêdayê êrişên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl: Me lîderê Hizbulahê Nasrallah kuştiye

Îsraîlê ragihand ku Lîderê Hizbulahê Hasan Nasrallah kuştiye.

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzeran ji bo Îmraliyê banga ‘lezgîn’ li CPT’ê kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di rapora xwe ya çar mehan a têkildarî Îmraliyê de ragihand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?