Macron bêyî ku nav bide, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu rexne kir.
Macron roja çarşemê di civîna çapemeniyê ya li paytexta Qatar Dohayê de diyar kir ku piştî bûyerên li Fransayê manîpulasyona agahiyan a ku çavkaniya xwe ji biyaniyan digire, tê kirin.
Macron îfade kir ku hin lîder ji bo kampanyayên xwe yên siyasî, bûyerên li Fransayê bi kar tînin û diyar kir ku ev kes îdîayên ku derdorên diyarkirî dixwazin belav bikin, radigihînin.
Hin lîderên biyanî li ser protestoyên li Fransayê axivîbûn, ev daxuyaniya Macron jî weke nerazîbûna li dijî van şîroveyan hate nirxandin.

