69 gerîlayên HPG û YJA Starê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin bîranîn. Li gel malbatên şehîdan ji seranserê Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes beşdarî bîranînê bûn.
Bavê şehîd Gîvara Qeremox, Simaîl Sebrî Mislim di merasîmê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew bi kurê xwe serbilind e. Simaîl Sebrî Mislim got, “Ev ne şehîdê me yê yekem û wê ne yê dawî jî. Em bi şehîd û zarokên xwe bilind in, bila serê gelê me û Rêberê me sax be. Em soz didin Gîvara, heta yek ji me hebe, em ê li ser riya şehîdên xwe bin. Ew bi xwestek tevlê bû û em jî bi şehadeta wî serbilind in.”
Dayîka şehîd Gîvara Medîne Mihemed Mislim anî ziman ku li gel dilê xwe yê bi şewat, ew gelekî serbilind e û got, “Kurê min biryara xwe da û em jî bi biryara wî re bûn. Ez dayika wî me, serê min pir bilind e, ruxmî ku dilê min dişewite, lê ez pir jî serbilind im.”
Mistefa Ismaîl Hemû ku şehadeta herdu birayên wî Êriş û Rojhat hate ragihandin, got “Em pir serbilind in. Ew rêya me ne. Heta nefesa dawî em ê li ser rêya wan bin. Wan ji bo Kurdistanê ew yek kir. Em ê jî ji bo wan canê xwe jî bidin û heta dawiyê jî xwedî li rêya wan derbikevin.”

