Ji beşdarên Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê akademîsyen Mechthild Exo karên Jineolojiyê yên li Ewropayê, rexneyên di konferansê de derketin pêş û lêkolîn û karên civakî yên dema pêş nirxand.
Mechthild Exo anî ziman ku ew ji Akademiya Zanista Civakî beşdarî konferansê bû û bal kişand ser girîngiya parvekirina zanîn û tecrûbeyên kesayetên ji akademiyên cuda, rêxistinên jinan, ciwanan û qada civakî. Destnîşan kir ku Jineolojî divê bibe bingeheke hevpar a van hemû karan a li qada pratîkê.
‘DI KONFERANSA DESTPÊKÊ DE HÎN LI EWROPAYÊ RÊXISTINIYA ME TINE BÛ’
Mechthild Exo bi bîr xist ku Konferansa Jineolojiyê ya destpêkê ya li Ewropayê di sala 2014’an de li Kolnê hate lidarxistin û anî ziman ku wê demê hîn rêxistiniyeke wan li Ewropayê tine bû. Mechthild Exo ragihand ku birêxistinkirin, pêkhatina kamp û perwerdeyan çend salan dewam kir û piştre ev kar li gelek welatên Ewropayê belav bû.
‘TÊKILIYÊN BI DÎASPORA KURD Û MECLÎSÊN JINAN DIVÊ WERIN XURTKIRIN’
Mechthild Exo diyar kir ku guherîna bingehîn a dema nû lêgerîna danîna têkiliyên hîn xurtir a bi civaka Kurd, meclîsên jinan û rêxistiniyên din e û got, hinn beşdaran anîn ziman ku van têkiliyan berê jî dewam kirin lê belê têrker nebûn.
Mechthild Exo axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Di konferansê de rexneyeke welê hate kirin ku Jineolojiyê hîn bi têrkerî xwe negihandiye karên civakî yên li nava dîaspora Kurd. Girîng e zanîn li vê qadê hîn bêhtir bê parvekirin ku mirov karibin vî karî bi serê xwe bikin. Ji bo vê jî hate dîtin ku ya pêwîst hîn jî kêm e.”
Mechthild Exo destnîşan kir ku di konferansê de hate ragihandin ku li gel civaka Kurd divê bi civakên din ên koçberan re jî têkilyek bê danîn.
‘JINEOLOJÎ ZANISTEKE KU EM HEMÛ DIKARIN BI PÊŞ VE BIBIN’
Di dewama axaftina xwe de Mechthild Exo anî ziman ku Jineolojî divê weke karekî welê neyê dîtin ku ji aliyê rêxistin an jî komekê ve tê meşandin, dema pêwîstî pê dibe serî lê tê dayin û diyar kir ku her kes dikare tevkariyê li pêşvebirina vê zanistê bike.
Mechthild Exo ragihand ku Akademiya Zanista Civakî jî girîng e bi vê berpirsyariyê tevbigere û got, “Ji bo Jineolojî bibe bingeheke jiyanê divê em hemû hewl bidin. Ne tenê bibêje ku ew bingeha me ye, divê em di karên xwe de bikin bingeheke pratîkî ya rasteqîn.”
Mechthild Exo ragihand ku lêkolînerên Akademiya Zanista Civakî li welat û parzemînên cuda ne, li zanîngehan bi giranî ji hev cuda dixebitin û got, ji ber vê yekê wergirtina tecrûbeya kolektîf ji bo wan hîn pratîkeke bi têrkerî pêşketî nîne.
‘DIVÊ LÊKOLÎN JI HEV QUT Û CUDA NEYÊ MEŞANDIN’
Mechthild Exo anî ziman ku weke Akademiya Zanista Civakî ew dixwazin bi karên Jineolojiyê zanîn û tecrûbeyê bi rêk û pêk parve bikin û diyar kir ku di bin sîwana akademiyê de komîneke lêkolînê ya ku lêkolîna dîrokî li ser şaristaniya demokratîk dike dest bi kar kiriye. Her wiha anî ziman ku komîneke din a lêkolînê li ser têgîna aştiyê tê avakirin, têkildarî hilberîna xureka demokratîk û parvekirinê lêkolîn têne kirin.
Mechthild Exo diyar kir ku girîng ev kar bi lêkolînên Jineolojiyê re bigihêjin hev û got, “Mînak, di mijara aştiyê de yan jî di mijara dîrokî de divê em lê binihêrin bê encamên lêkolînên me li ku derê digihêjin hev. Divê ev yek ji hev qut û cuda neyê meşandin.”
‘CIHÊRENGIYÊ KONFERANS ZINDÎ KIR’
Li ser pêkhateya konferansê jî Mechthild Exo ragihand ku ji Îrlanda, Skoçya, Fîlîstîn, Îtalya, Katalonya, Skandînavya, ji dîaspora Kurd û parçeyên cuda yên Kurdistanê beşdarî li konferansê bû û di navbera zimanan de timî werger hate kirin.
Mechthild Exo destnîşan kir ku vê cihêrengiyê konferans zindî kir û got, kombûnên bi pêkhateyeke bi vî rengî ji bo konferansên Jineolojiyê tecrûbeyeke nû ye. Mechthild Exo aagihand ku di konferansê de hîmên gelek komên xebatê û karên nû yên li ser mijaran hate danîn.
‘LI PÊŞIYA ME GELEK KAR HENE, LÊ BELÊ HÎM HATE DANÎN’
Mechthild Exo got, ya diyarker ew e ku mijarên di konferansê de hatin nirxandin wê bi çi rengî di vê pêvajoyê de bi cih bê anîn û diyar kir ku karên ekolojîk, malbata demokratîk, têkiliya wekhev a bi mêr re û karên çandê ji van sernavan e.
Mechthild Exo destnîşan kir ku piştî konferansê gelek wezîfe derketin holê ku divê bi cih bê anîn, bicihanîna biryarên ahtin wergirtin wê hêsan nebe û got, “Me gelek tişt danîn pêşiya xwe. Ez ê nikaribim bibêjim ku di dawiya konferansê de ketim nava coşeke gelekî mezin. Ji ber ku bi dîtina min bicihanîna van hemûyan wê hêsan nebe. Lê belê bingehên xwe hene.”

