Hunermendên bi rêya ANF’ê peyam didin, desteka wan a ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didomîne. Yek ji damezrînerên komên Kardeş Turkuler û Bajar, Vedat Yildirim ji ANF’ê re axivî û got, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hêvî mezin kiriye.
Yildirim diyar kir ku li Tirkiyeyê têkoşîna siyaseta nasnameyê di 30 salên dawî de rêyeke mezin derbas kiriye û ev tişt anî ziman: “Em dikarin salên 90’î weke mîlada vê yekê qebûl bikin. Ev sal bi qismî jî be rastî wan salan tê ku qedexeyên li ser bikaranîna zimanên ji dervey Tirkî, hinekî sist dibin. Vê zindîbûnê bi halê xwe ve bandor li qada çand-hunerê jî kir. Di gelek zimanên qedîm ên mîna Kurdî, Lazî, Hemşînceyî, Suryanî û Romanî de, albumên muzîkan, rojname, kovar û weşanên çandî hatin kirin. Elewiyan rîtuelên xwe bi hunerên dikê re anî ba hev û ketin lêgerîna nasnameyeke rojane. Nêrîna TRT’ê ya ku her stranê dixe torbeyê muzîka gelê Tirk, dest bi guherînê kir. Muzîka gelê Tirk a ku ji vê yekê rizgar bû, dest bi nefes standinê kir û derfetên xwe keşif kir. Xezîneya pir zimanî ya musikiya Osmanî, hate bibîrxistin. Tevkariya gelek hunermendan ji bo vê rêwitiya retrospektîf, çêbû.”
‘ÎNKAR HATE ŞKANDIN, NIHA DIVÊ EM ZÛHABÛNA ZIMANAN ASTENG BIKIN’
Yildirim diyar kir ku her çendî înkar hatibe şkandin jî ziman û çandên gelan vê carê rû bi rûyê pirsgirêkên cuda ne û got, hiyerarşiya çandî şert û mercên îfadeya wekhev asteng dike.
Yildirim destnîşan kir ku qada bikaranîna zimanên ji dervey Tirkî, pir kêm bûye û ev tengbûn ber bi zûhabûnê ve ye û got, “Divê em vê yekê ji dost û hunermendên Tirk ên li derdora xwe re vebêjin.”
‘ZIMANÊ DAYIKÊ DIVÊ NE TENÊ LI MALÊ WERE AXAFTIN’
Yildirim bilêv kir ku zimanên herêmî xwedî statuyeke diyar in û modelên dewletên cuda divê bên lêkolînkirin û got, hin geşedanên erênî jî qewimîne.
Yildirim mînak nîşan da ku yekîtiya pîşeyê ya muzîkê MESAM têkildarî berhemên Kurdî komîsyon ava kir û Amedspor berevajî nêzîkatiya berê niha hatiye rewşeke hîn cudatir. Yildirim da zanîn ku mesele tenê hilberîna bi zimanê dayikê nîne û got, “Bi hezaran pirtûkên Kurdî yên hatine çapkirin, hene û divê evane bên xwendin. Divê em hesasiyeta bikaranîna zimanê dayikê li mirovên derdora xwe jî belav bikin, wan teşwîq bikin. Em huner, wêje û siyasetê jî bi zimanê xwe yê dayikê bişopînin.”
Yildirim bilêv kir ku bi pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re wê aştiya navxweyî ya civakî xurt bibe û her kes bikare hîn hêsantir ziman û çanda xwe bi kar bîne. Yildirim got, têkildarî vê yekê wezîfe dikeve ser milê rêveberiyên navendî û herêmî jî.
‘EGER QEYIM RABIN, WÊ XEBATÊN ÇANDÎ XURT BIBIN’
Yildirim bal kişand ser pêşketina pêvajoyê ya ji bo girîngiya muzîkjenên Kurd, saziyên çandî û Kurdî û ragihand ku bi rakirina qeyiman re rêveberiyên herêmî wê bikarin hîn zêdetir razemeniyê li qada çandê bikin.
Yildirim got, “Wê xebatên çandê, panel û festîval zêde bibin. Bi azadbûna siyasetmedarên girtî re wê baweriya gelê ku destekê dide wan, a ji bo vê pêvajoyê zêde bibe.”
Yildirim bang li hunermendan kir ku ji bo civakîbûna pêvajoyê tevkariyê bikin û diyar kir ku Kardeş Turkuler bi salane di vê qadê de xebat dimeşîne.
Yildirim destnîşan kir ku qonaxên pêvajoyê yên ji vir û şûnde, divê bi demokrasî, azadî û hiqûqê re were meşandin û diyar kir ku bêdenbûna çekan wê “perdeya sîs” a di civakê de rake.
Muzîkjen Vedat Yildirim destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hêvî mezin kiriye.

