Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ne tenê rakirina tecrîdê, em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin’
Rojane

‘Ne tenê rakirina tecrîdê, em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin’

Nobetên Edaletê yên malbatan berdewam kirin û peyama "Rakirina tecrîdê ne bes e, divê Abdullah Ocalan azad bibe" dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Çalakiyên xizmên girtiyan û Dayikên Aşiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran dane destpêkirin, dewam dikin.

EDENE 
Nobetê Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 58’emîn de berdewam dike. Ji ber ku Dayikên Aştiyê îro çûbûn Enqereyê, çalakiya îro ji hêla rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Seyhanê ve hate dewrgirtin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hate xwestin. 
WAN
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 57’an de dom kir. Parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulderen Varli, rêveberên rêxistina navçeya Ebexê, şêniyên Taxa Xaçortê, Dayikên Aştiyê û gelek kes hatin serdana çalakgeran. 
Di serdanê de ji rêvebarên DEM Partiyê ya navçeya Ebexê Pinar Demîr axivî. Demîr, destnîşan kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Em ê bi hev re têbikoşin û vî sûcî ji holê rakin. Em ê heya dawiyê piştgiriyê didin berxwedana girtîgehan. Em hemû rêhevalên xwe, bi rêzdarî silav dikin.” Piştre jî Dayika Aştiyê Ayten Salgir anî ziman ku heya daxwazên girtiyan werin cih ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin bi awayeke demildest polîtîkayên li dijî Ocalan tên meşandin, bi dawî bibin. Em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtin werin destpêkirin. Em naxwazin zarokên me di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin. Divê gelê kurd xwedî li vê têkoşînê derbikeve. Em bi hev re rabin ser piya û xwedî li vê çalakiyê derbikevin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derbikevin. Em bang li desthilata AKP û MHP’ê dikin; demildest daxwazên girtiyan bînib cih.”
Nobet bi berzkirina “Bijî berxwedana zindanan” dom kir. 
AMED 
Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê daye destpêkirin di roja 57’an de berdewam dike. Nobet, li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê tê domandin û li eywana çalakiyê pankarta “Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişikînin û jiyana azad ava bikin” hatibû daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
Rêveberên DEM Partiyê yên Hênê û namzetên şaredariyê hatin serdana nobetê. Di ziyaretê de çalakvanan bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û xwestin her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe derxîne. 
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
MÊRSÎN 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çuukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî di roja 58’an de li avahiya komeleyê berdewam kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriya Arslan, endam û rêveberên partiyê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Hunermend Ramazan Eren jî di çalakiyê de stran got.
MÊRDÎN 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û gelek welatî hatin serdanê. Çalakî bi stran û çepikan dom kir. Guneş, di çalakiyê de anî ziman ku tecrîd ne tenê li ser gelê kurd lê li dijî tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Bi domdarî Guneş diyar kir ku mîna komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, berxwedana li dijî komployê jî kûrewî bûye û ev tişt anî ziman: “Paradîgmaya Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê belav bû. Çawa ku Rojava îro ji bo cîhanê hêvî be, ev paradîgma jî bû hêvî. Divê em kurd û dostên me jî li dijî komployê têkoşîna xwe bidomînin.” 
Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Dayika Aştiyê Gurbet Tekîn jî greva birçîbûnê ya li girtîgehan silav kir û wiha got: “Bi taybet jî ji bo tecrîda li ser Rêbertiyê bê rakirin em piştgiriyê didin zarokên xwe. Rakirina tecrîdê ne besî me ye. Her kolan di bin tecrîdê de ye. Tecrîd li her deverê belav bûye. Lewma em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberiya xwe dikin. Em dixwazin Rêbertiyê di nava civaka xwe de bibînin.” 
Nobeta Edaletê bi çepik û dirûşman berdewam kir.
STENBOL

Çalakiya ku li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) li avahiya Rêxistina Navçeya Esenyurtê ya DEM Partiyê di roja 48’an de berdewam kir. Di çalakiyê de rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine (ANYAKAYDER), Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz, rêveberên DEM Partiyê yên Avcilar û Gazîosmanpaşa, endamên Komîsyona Hiqûqê ya Rêxistina Navçeya Avcilarê û gelek kes hatin serdana çalakiyê.

Di serdanê de Hevserokê Herêmê Mûrat Kalmaz axivî û wiha got: “Pêwîste pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Di pêvajoya çareseriyê de bi saya Abdullah Ocalan rê hat kişandin. Ji bo vê jî pêwîste birêz Ocalan dîsa rola xwe bilîze. Pêwîste tavilê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin û azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin. Em ê vê Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya dayikan hatiye destpêkirin heta dawiyê bidomînin û heta ku em bigihêjin armanca xwe têbikoşin. Ez di wê baweriyê de me ku wê hemû gel werin cem hev û aştiyê pêk bînin. Serkeftin wê ya gelan be.”

Yek ji xizmên girtiyan Fînce Akman jî ev tişt anî ziman: “Dewlet ji ber ku ji gelê Kurd ditirse her tim li pey me ye. Ji ber vê yekê divê em piştgiriyê bidin Abdullah Ocalan ku jiyana xwe ji bo gelê Kurd feda kiriye. Divê em zarokên xwe biparêzin. Divê em destê wî bigirin û bînin nav xwe. Divê CPT çavên xwe negire û dawî li vê bêhiqûqiyê bîne. Pêwîste dewlet bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Ji ber ku mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye.”

Ji Komîsyona Hiqûqê ya Rêxistina Navçeya Avcilarê ya DEM Partiyê parêzer Emrah Îlarslan jî diyar kir ku divê bi Îmraliyê re diyalog bê kirin û got, “Demokrasî di hiqûqê de xwe îfade dike. Dewleta hiqûqê sîstemeke ku mafên mirovan diparêze, maf û azadiyan diparêze û pêş dixe. Her kesê ku alîgirê aştiyê ye, pêwîste piştgiriyê bidin vê çalakiyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêwîtiya ber bi Amarayê ve: Meşa me wê heta serketinê dewam bike
Nûçeya Pişt re Zeynep Odûncû: Tecrîd biqede wê bêhn bê ber gelan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Silêmaniyê Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan hate vekirin

Li bajarokê Tasluce yê Silêmaniyê 7. Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan hate vekirin, zêdetirî 250 hezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Yewnanistan û Kolombiyayê parêznameya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hat nîqaşkirin

Parêznameya Rêber Apo ya bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ di çalakiyên li bajarê Hanya yê Yewnanistan…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana li Êlihê didome: Yên vîna me nas nakin em jî wan nas nakin

Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM’ê Rûştû Tiryakî di çalakiyê de axivî û got, “Yên vîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Berxwedana 14’ê Tîrmehê agirê têkoşîna bi rûmet gur kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?