Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroz li Pirsûs, Sêwereg û Xelfetyê hat pîrozkirin
Kurdistan

Newroz li Pirsûs, Sêwereg û Xelfetyê hat pîrozkirin

Li navçeyên Pirsûs, Sêwereg û Xelfetiya Rihayê agirên Newrozê hatin vêxistin. Li qadê peyama, “Ev der Kurdistan e, ev der welatê me ye. Di pirsgirêka Kurd de yekane muxatap Birêz Abdullah Ocalan e” hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Newroza li navçeya Pirsûs a Rihayê bi tevlibûna bihezaran kesan li Parka Aştiyê hate pîrozkirin. Li qada Newrozê rengên kesk û sor û zer û pankarta “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” ku dirûşma Newroza îsal e û pankarta “Hûn nikarin bi milyonan kesan di nava çar dîwaran de bi cih bikin” hatin daliqandin.

 

Newroza ku parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar tev li bûn, bi deqîqeyekê rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Piştî deqeya bêdengiyê girseyê bi yek dengî dirûşmên  “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê derketin ser dikê û pankarta bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Hûn çawa dikarin bi milyonan mirovan di odeyeke teng de bihêlin?” vekirin.

SIYASETMEDARÊN GIRTÎ PEYAM ŞANDIN

Di pîrozbahiyê de nameya ku 17 siyasetmedarên ku bi operasyonekê di 9’ê adarê de li navçeyê hatibûn girtin şandin hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Gelê welatparêz ê Pirsûsê, îro Newroz e, cejna me ya vejînê ye. Me dixwest li qada Newrozê bi we re govendê bigerînin. Di encama komployekê de em li bi hincetên pûç û vala hatin hefskirin, mîna beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê em ketin zindanan û hat hesabkirin ku em ê hilbijartinê winda bikin. Dibe ku em niha ji ber esareta fîzîkî ne bi we re bin, lê belê em ê bi hişmendî, dil û hestên xwe bi we re bin. Ev Newroz ew roj e ku tecrîd were şikandin û gelê me bi dirûşma azadiyê dakeve qadan. Baweriya me tam e ku bi şandina qeyûman wê îradeya gelê me di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi ser bikeve. Bi van hestan agirê Newrozê gûr dibe û em di wê baweriyê de ne ku bi hilbijartinên 31’ê Adarê re em ê bi hev re bi ser bikevin.  An serkeftin an serkeftin. Dem dema me ye, dem dema gele me ye.” 

Pişt re nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2013’an de ji Newrozê re şand hate xwendin. Endamên Meclîsa Dayikan, Namzetên Hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran, namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer bi dorê derketin ser dikê û girse silav kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin û Newroza îsal dê aştî û azadiyê bîne.

AGIRÊ NEWROZÊ HATE VÊXISTIN 

Agirê Newrozê Dayikên Aştiyê û ciwanan vêxist. Di wê kêliyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin û govend hate gerandin.

‘EV DER KURDISTAN E EV DER WELATÊ ME YE’

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ez Newroza qehremanên li çar perçeyê Kurdistanê pîroz dikim. Ez Newroza Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyan pîroz dikim. Em dibêjin ku deriyên Îmraliyê vekin, bi Birêz Abdullah Ocalan re dest bi muzakereyê bikin ku bila aştiyeke birûmet û mayînde were vî welatî. Em ji bo serokatiyeke azad û welatekî azad têdikoşin. Ev der Kurdistan e, ev der welatê me ye. Di pirsgirêka Kurd de yekane muxatap Birêz Abdullah Ocalan e. Em aştiyê dixwazin em naxwazin şerekî derveyî exlakê dest pê bike. Em dikarin bi hev re di çarçoveya rêgezên demokratîk de bijîn. Barê me giran e. Em ê ji bo azadiya Kurdistanê li çar parçeyê Kurdistanê tifaqekê pêk bînin. Heke yekitiya me ya neteweyî pêk bê em ê xurttir bibin. Em naxwazin di sedsala 21’emîn de xwîna xwişk û birayan birije. Em bang li PDK’ê dikin, zarokên vî welatî garantorên başûrê Kurdistanê ne. Banga me li hemû partiyên li Kurdistanê ye. Dest bi din hev û kongreya netewî îlan bikin.”

Piştî axaftinan Koma Hevra û Ahmet Jiyara derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Girseyê li gel çepik, tilîlî û dirûşman govend gerand. Newroz ligel govend û dirûşmeyan bi dawî bû.

XELFETÎ

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî gel li Parka 4’ê Nîsanê ku di saetên serê sibê de dagirtin Newroz pîroz kir. Gelek kes bi cil û bergên herêmî û poşiyên kesk û sor û zer beşdar bûn.

Li qadê dowîzên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Li girtîgehan greva birçîbûnê heye” , “Em bi agirê serhildanê yê ciwanan hatin Newrozê vêxin”, “Ji tecrîdê re na” hatin hilgirtin û di pîrozbahiyan de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana zindanan”  û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin.

Di pîrozbahiyên ku hunermend Ozlem Taner hem bi Tirkî hem bi Kurdî stran gotin de Namzetên Hevşaredariyê yên Xelfetiyê yên DEM Partiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan axivîn. 

‘EM Ê BI RUHÊ NEWROZÊ DÎROKÊ BINIVÎSIN’

Bayram wiha got: “Qeyûman Xelfetî parsel bi parsel firot. Em ji bo serkeftinê tên. Em sond dixwin ku em ê qeyûman bişînin.” Karayilan jî Newroz pîroz kir û wiha got: “Me li vir careke din yekîtî û hevgirtina xwe nîşan da. Dem ew dem e ku em Newroza berxwedanê bigihînin serkeftinê. Bi ruhê Newrozê em ê di 31’ê Adarê de careke din dîroka Xelfetiyê binivîsînin. Di 31’ê Adarê de bi ruhê şoreşgerî yê Kawayê Hesinkar em ê qeyûman ji Xelfetiyê bişînin.”

Di wê kêliyê de girseyê dirûşmeyên “Xelfetî ya me ye dê ya me bimîne” û “Diz dê hesabê bidin gel” berz kirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî jî di axaftina xwe de got ku “Dehaqê her serdemê hebe Kawayê her serdemê jî heye” û nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Newroza 2013’an şandibû xwend. 

Girseya ku piştî name hate xwendin bi deqîqeyan çepikan xist dîsa dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Agirê Newrozê jî bi dirûşma “Bijî Newroz” û çepikan hate vexistin.

Pîrozbahî bi stranên ku Bêwar Tekbaş gotin bi gerandina govendê bi dawîkirin.

SÊWÊREG

Li Sêweregê jî Newroz li Bazara Pêncşemê hate pîrozkirin. Qada ku jinan kiras û fîstan, zilaman jî şal û şepik li xwe kiribûn, bû cihê pîrozbahiyên bicoş.

Pîrozbahiya ku parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî, namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, namzeta Hevşaredariyê ya Sêweregê Yildiz Çetîner û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû tevlî bûn, bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir.

Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak bi bîrxistina kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir. Bûcak, a helbesteke bi Kurdî ya Faîk Bûcak xwend û qala Bûcak kir. Bûcak anî ziman ku ji bo azadiya gelê Kurd bi salane bedelên giran tên dayîn û destnîşan kir ku êdî ji bo kurdan dem dema hevgirtinê ye. Bûcak anî ziman ku dîmenê yekitiyê yê girseya li Qada Newrozê kombûye dê di 31’ê Adarê de bigihe serkeftinê û wiha got: “Em dîrok û bîra xwe ewçend zindî bihêlin ku gelê Sêweregê di 31’ê Adarê de bersiva herî baş bide van Dehaqên zalim. Îro dem dema hevgirtinê ye. Îro dem dema parastina nasname, statu, zimanê dayikê û jiyana azad a wekhev a gelê Kurd e.”

Piştî axaftinan Koma Avesta derket ser dikê û pîrozbahî bi govenda li ber stranan hate gerandin bi dawî bû.  

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li navçeyên Mêrdînê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Nûçeya Pişt re Li Kerkûkê pêşengeha Helebçeyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Amnesty: Em di qonaxa herî zehmet a serdema xwe de ne

Amnesty International di rapora xwe ya 2025’an de diyar kir ku sîstema gerdûnî di asteke…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî: Em encama ji Urdunê derket erênî dibînin

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ji bo encamnameya civîna li Urdunê ya bi rojeva…

Ji aliyê Stêrk TV

Volker Turk: Faîlên li El-Faşîrê tên şopandin, edalet wê pêk were

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, bal kişand ser bûyerên tundiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?