Nîhat Bertal ê ku 31 salan li Girtîgeha Hejmar 1 a Tekîrdagê dihat ragirtin, hate tehliyekirin. Malbata wî, endamên MATUHAYDER’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistina civakî ya sivîl li ber girtîgehê Bertal pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
Hevserokê MATUHAYDER’ê yê Tekîrdagê Cahît Dîrek di merasîma pêşwazîkirinê de axivî û diyar kir ku divê girtiyên zêdeyî 30 sal in di girtîgehan de ne, bên berdan.
Nîhat Bertan jî diyar kir ku dema ew ji girtîgehê derket, 12 derî li pey xwe hiştin û silavên hevalên xwe yên hundir ragihand. Bertan diyar kir ku daxwaza herî mezin a girtiyan ew e ku bi gel re bên ba hev û têkoşîna xwe dewam bikin.
Bertan îfade kir ku heta Rêber Apo û hemû girtî azad nebin, kêfxweşî tune ye.
Bertan diyar kir ku ji bo xwedî derketina li pêvajoyê pêdivî bi desteka civakê heye.
Piştî axaftina Bertan kevokên spî hatin firandin. Girse bi konvoyê derbasî Çorluyê bû. Bertan li vir jî bi dirûşmeyan hate pêşwazîkirin.
TEHLIYEYA WÎ DU CARAN HATIBÛ TALOQKIRIN
Bertan sala 1995’an li Îzmîrê hate girtin û di encama darizandinê de cezayê heta hetayê lê hatibû birîn. Bertan ê ku divê Îlona 2025’an hatiba tehliyekirin, destpêkê 7 meh û piştre jî 6 mehan tehliyeya wî hatibû taloqkirin.

