Di çarçoveya lêpirsîna derbarê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokûyê de, Şukru Eroglû, parêzvanê waliyê wê demê yê Dersimê Tûncay Sonel, hat girtin.
Eroglû ku piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin, bi sûcê “kuştina qesdî” hat girtin.
Bi vî awayî hejmara kesên ku di çarçoveya dosyeyê de hatin girtin gihîşt 9’an.
Her wiha lêpirsîna kurê Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî didome.

