Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Perdeya li pişt qetilkirina Narîna 8 salî
Rojane

Perdeya li pişt qetilkirina Narîna 8 salî

Bersûcê sereke yê qetilkirinê, Salîm Guran ku apê Narînê ye û keyayê gund e, yek ji selefxurên naskirî yê Amedê ye û têkiliyên wî yên nêz bi HUDA-PAR û Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglu re hene.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Îlon 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Li Amedê 34 roj berê Narîn Guran a 8 salî bi awayekî hovane hat qetilkirin. Qetilkirina Narînê ne tenê cînayeteke di hundirê malbatê de, di heman demê de çêkerekî sûc ê organîzekirî û xwedî têkiliyên siyasî îşaret dike. Qetilkirina hovane ya Narînê ji xemsariya malbatî wêdetir, eşkere dike ku li gund xirabiyeke rêxistinkirî heye. Hewl tê dayîn ev cînayet bê nixûmandin. Ev hewldan bi xebateke organîzekirî ya ji bo nixûmandina toreke qirêj a di nava dewletê de tê girêdan. Ev têkiliyên kûr ên di pêvajoya lêpirsînê de eşkere bûn, dijwariya bûyerê zêdetir kir û gel xist nava lêpirsîneke kûr.

Narîn Guran 21’ê Tebaxa 2024’an hate qetilkirin û navê windabûnê danîn ser. Cenazeyê wê piştî 19 rojan 8’ê Îlonê li Çemê Egertutmaz hate dîtin. Cenaze di nava telîsekî de xistibûna avê û serê vê bi keviran girtibûn. Ev yek eşkere kir ku cînayet bi baldarî hatiye plankirin û ji bo nixûmandina delîlan organîzasyonake cidî heye. Piştî bûyerê bêdengiya organîze ya xelkê gund û malbatê û bi îxbarên nerast hewldana nixûmandina cînayetê, bûyerê tevlîhevtir kir. Lê li gorî raporên tiba edlî derket holê ku Narîn a 8 salî bi xeniqandinê hatiye qetilkirin.

TÊKILIYA ENSARIOGLU Û HUDA-PAR’Ê

Bersûcê sereke yê qetilkirinê, Salîm Guran ku apê Narînê ye û keyayê gund e, yek ji selefxurên naskirî yê Amedê ye û têkiliyên wî yên nêz bi HUDA PAR û Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglu hene. Li gorî îdiayan, bi telefonê Ensarioglu geriya wî xist dewrêyê û lêpirsînê beralî kir. Daxuyaniya Ensarioglu ya “dostê malbatê” ji aliyê raya giştî ve weke hewldana nixûmandina bûyerê hate nirxandin. Îdiayên ku tê gotin têkiliya Nevzat Bahtiyar bu Hîzbûllahê re heye, bi şêweyê veşartina cenazeyê ku teslîmî wî hatiye kirin, balê dikişîne. Xwînsarî û plana wî ya di veşartina cenazeyê de nîşan da ku ev hovîtî ne tenê sûcekî kesî ye û dibe ku li pişt bûyerê çêkerekî kûr û organîzekirî hebe.

HEVKARIYA BÊDENGIYÊ YA LI GUND

Piştî windabûna Narînê bêdengî û hevkariya rêxistinkirî ya li gund, asta hewldanên ji bo nixûmandina cînayetê eşkere kir. Xelkê gund û endamên malbatê ji bo cenaze neyê dîtin bêdeng man. Hewldanên îxbarên sexte û ji holêrakirina delîlan nîşan da ku ev cînayet ji cînayetî edlî wêdetir e. Bi taybet malbat ji bo windabûna Narîn veşêre hewldaneke mezin nîşan da.

Balafirgeha Amedê ji bilî ku balafirgeha NATO ya herî mezin e, yek ji balafirgehên ku hem ji bo armancên leşkerî hem jî sivîl tê bikaranîn. Ji ber van taybetmendiyan dora balafirgehê her tim bi kamerayên MOBESE tê şopandin. Gundê Narînê jî li kêleka vê balafirgehê ye.

Di bûyereke ku li qadekî wiha de pêk hat, negirtina tedbîrên ewlehiyê û kontolnekirina kamerayan gumaneke mezin çêdike. Li gorî îdiayan apê Narînê, Salîm Guran bikaranîna têkiliyên xwe yên qirêj ên di nava dewletê de hewl daye lêpirsînê binixûmîne. Di vê çarçoveyê de tê îdiakirin ku Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarioglu jî tevlî bûyerê bûye. Di encama zexta raya giştî û çapemeniyê de qeydên MOBESE’yê hatin lêkolînkirin û agahiyên ku bûyerê eşkere bike, hatin bidestxistin. Piştî ku qeydên MOBESE yên qada leşkerî hatin lêkolînkirin, têkilliya di navbera Nevzat Bahtiyar û cînayetê de hate dîtin.

Îdiayeke din a derbarê bûyerê de ew e ku Salîm Guran bi bernameyeke taybet nameyên xwe yên WhatsAppê jê biriye. Ev jî nîşan dide ku têkiliyên Salîm Guran di nava dewletê de xurt e û van têkiliyan bi kar tîne. Îdiaya ku li Edliyeya Amedê hat axaftin ew e ku piştî Salîm Guran telefonî Ensarîoglû kiriye û jê re gotiye yan alîkariya nixumandina bûyerê bike yan jî wê her tiştê ku dizane eşkere bike. Nivîs û tevgera Salîm Guran ê binçavkirî ne tenê bû sedem ku bûyer were tarîkirin, di heman demê de gumanên têkiliyên qirêj ên di nava dewletê de jî bi xwe re anî. Ev rewş ji cînayeteke gundî ya asayî wêdetir, hebûna şebekeya sûcê organîze ya têkiliyên kûr nîşa dide.

Kesên derdora malbata Guran ên li gund, parçeyekî şebekeya ku ji berê heta niha bi dewletê re di nava têkiliyên qirêj de ne tên bibîranîn. Tê gotin ku têkiliya gund bi Hizbûl-Kontra ya ku bi taybetî di salên 90’î de li herêmê çalak bû, hene. Şêweyê Nevzat Bahtiyar a veşartina cenazeye Narînê, îfadeyên wî yên ku her tim diguherin û ji roja ewil ve HUDA-PAR di asta serokatiyê de di bûyerê de cih girt, fikarên ji bo veşartina bûyerê zêde kir. Ev rewş îdîaya ku dibe rêxistinên weke Hizbul-Kontra li pişt qetilkirinê be xurtir kir. 

ÎDÎAYA DEPOYA ÇEKAN

Di bûyerê de xaleke din a balkêş jî ew bû ku bersûc Salîm Guran got ku wî peyamên xwe yên WhatsAppê ji ber 350 guleyên ku di depoya birayê wî Arif Guran de hatine dîtin jêbirin. Van guleyana îdiayên li ser hebûna depoyên çekan ên neqanûnî ku di bin kontrola dewletê de li gund hene xurt kirin. Tevî van tespîtan jî ji ber ku derbarê guleyan de agahî nedan çapemeniyê û li derveyî lêpirsînê hat hiştin û hewl hat dayîn bê jibîrkirin. Ev jî rê li ber pirsan vekir. 

LÊPIRSÎN Û BINPÊKIRIN BIRYARA NEPENÎTIYÊ

Lêpirsîna derbarê qetilkirina Narînê de tenê ji aliyê cendirme û dozgeriya pêwendîdar ve hat kirin. Lê belê li gorî biryara Baroya Amedê tu belge û îfadeyên nivîskî nedan parêzeran. Her çend di derbarê dozê de biryara nepenîtiyê hatibe dayîn jî, ji aliyê rayedarên ku ev biryar dane de bi awayekî veşartî dane çapemeniyê.  Parêzeran bi gotina, “Eger agahî derbikevin wê ji me gumanê bikin” û ji bo lêpirsînê bi rêkûpêk bimeşe tu girtekên îfadeyê negirtin. Tevî ku biryara nepenîtiyê hebû jî, di rojên ewil de yekane delîlên derbarê bûyerê de îfadeyên Nevzat Bahtiyar bûn. Ev jî bi destê rayedarên ku lêpirsînê bi rê ve dibin bi awayekî veşartî dane çapemeniyê û vê yekê jî bi armanca beralîkirina lêpirsînê kirin. Yên lêpirsînê dimeşînin tevî biryara nepenîtiyê ev agahî derxistine holê, ji bo dem qezenc bikin û rê li ber tunekirina delîlan vekir. Di vê pêvajoyê de gumana ku “destekî tarî” tê de heye û hewl tê dayîn tiştekî din a ku bûyer ji qetilkirina zarokan wêdetir veşêre, nehatiye bersivandin. Tevî ku li ser dosyayê biryara veşartî heye jî eşkerekirina belgeya derbarê peyamên WhatsAppê û di îafedayên dozgeriyê de li gel rapora tiba edlî ya “Li ser cenaze nimûneya DNA’yê tine ye” rewşeke balkêş derdixe holê. Gelo bi eşkerekirina vê belgeyê peyama “em te diparêzin” ji sûcdaran (Salîm Guran) û yên derve re tê şandin?  

GELO BILINDKIRINA ASTA AVÊ TESADUF E?  

Her wiha 3-4 rojên bûyerê DSÎ av berda ser çemê Egertutmazê û asta ava wê bilind kir. Li DSÎ kê av zêde kir? Wek tê zanîn endamekî malbata Guran di DSÎ de dixebite. Bilindkirina asta avê ne tesadufî ye; ji ber ku ev rastiyeke tê zanîn ku av nimûneyên DNA’yê tine dike. Di vê rewşê de pirsa gelo ji bo laş di nav avê de winda bibe wisa kirin, were pirsîn. Ji bilî vê, heta veşartina cenaze di bin avê de jî pisporiyê dixwaze. Vê rewşê gumana ku pisporên edlî û yên vî karî baş dizanin malbatê araste kirine, xurtir dike. 

LI SER NAVÊ MALBATÊ KÊ OPERASYONA BÎRBIRÎ KIR?   

Birayê Narîn Baran Guran ê ku ne di nava bûyerê de ye û demeke dirêj ne li gund bû, di nava malbatê de yekane kesê ku weke gumanbar nehat binçavkirine. Baran li derveyî malbatê ji bo lêpirsînê heta dawiyê bişopîne serî li Baroya Amedê da û têkoşîna hiqûqî da destpêkirin.  Lê belê geşedaneke din a girîng ku berovajî herikîna jiyanê ya asayî bû û nehat pirsîn, daxuyaniya ku li ser navê malbatê ji çapemeniyê re hat şandin e.  Ev daxuyaniya ku li ser navê malbatê hat dayîn, hewldanek ji bo berovajîkirina rewşê bi rengekî ku destdirêjî û kuştina navmalê û her wiha kuştina zarokekî bi hêzên derve ve girê bide bû? Kê ew daxuyanî nivîsand? Dema hemû endamên malbatê hatibûn binçavkirin çima pêwîstî bi operasyonek wiha dîtin û peyam dane kê?  Qetilkirina Narîn hê jî sira xwe di nav çerxa torên qirêj ên dewletê de didomîne. Têkiliyên li pişt bûyerê û eşkerekirina belgeyan û hewldanên ji bo veşartina bûyerê ne tenê beralîkirina pêvajoya hiqûqî; di heman demê de nîşaneyê hebûna pergalek mezin a ku di kûrahiya bûyerê de ye eşkere dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ok: Her ku pirsgirêka Kurd dixetime, medyaya Kurd dibe hedef
Nûçeya Pişt re Yên ku bi destê PDK’ê şehîd ketin – VI
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wênesazî rastiya jiyanê derdixe holê

Şîfa Yusif diyar kir ku ew bi rêya çêkirina wêneyan, hestên xwe vedibêje û rastiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ukrayna, di sala 2024’an de bû welatê ku herî zêde mexdûrê ku bombeyên mîsketê lê hate bikaranîn

Li gorî raporeke nû ya li ser windahiyên sivîl ên ji ber bombeyên mîsketê, Ukrayna…

Ji aliyê Stêrk TV

Asayişa PDK’ê careke din rojnamevan Omêd Beroşkî binçav kir

Hêzeke asayişa PDK’ê li Dihokê bi ser mala rojnamevan û çalakvan Omêd Beroşkî de girt…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Law ê ku kîtên mirinê ji sedan kesan re şandibû wê ji cînayetê neyê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Skoçyayê giraveke çêkirî ya efsûnî ji dema Neolîtîkê maye hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kujerê rêzeyî ê ku Rûsyayê ji bo şer serbest berdabû, fîrar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?