Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Qirkirina ekolojîk: Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin!
Civak & Ekolojî

Qirkirina ekolojîk: Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin!

Adnan Şenbayram bang kir ku li hemberî birîna daran û xebatên lêgerîna madenan yên li Şirnexê divê hemû kes bi dengekî bilind li qadê be û got: ‘’Divê tu kes li hemberî vê polîtîkayê bêdeng nemîne.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Erdnigariya Botanê ku lê polîtîkayeke qirkirina ekolojîk a sîstematîk tê sepandin, di bin gefeke mezin de ye. Xwezaya ku li gel birîna daran bi xebatên bendav û xebatên lêgerîna madenan jî hatiye talankirin, bi polîtîkaya bêmirovîkirinê û tunekirina bîrê re rû bi rû ye.

Ji bo rawestandina vê talanê wê di 9’ê Îlonê de li navenda Şirnexê meşeke mezin û piştre jî li Bestayê li qada ku lê dar têne birîn çalakiya nobetê werin lidarxistin. Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram banga tevlîbûna çalakiyê kir û got: ‘’Em dikarin bi hev re vê talanê bidin sekinandin.’’

‘DARISTAN HATIN TINEKIRIN’

Adnan Şenbayram da zanîn ku ji sala 2018’an vir ve li herêmê birîna daran berdewam dike û talankirina xwezayê ji aliyê dewletê ve bênavber didome.

Şenbayram, Rapora Cûdî bibîr xist û got ku di navbera salên 2013 û 2022’yan de gelek dar hatine birîn û wiha domand, “Piştî gilînameyeke sûc a Komîsyona Jîngeh û Bajarî ya Baroya Şirnexê, derket holê ku ji sedî 8’ê hebûna daristanan winda bûne.”

Şenbayram diyar kir ku piştî sala 2018’an birînda daran zêde bûye û li gorî nerazîbûnan carnan bi eşkere carnan jî bi veşartî tê berdewamkirin.

Şenbayram da xuyakirin ku birîna daran piranî li “herêmên qedexekirî” pêk tê û wiha domand, “Walîtî her 15 rojan carekê biryara qedexeyê dide. Ev biryar bi giştî çiyayên Şirnex, Elkê, Qilaban, Cizîr, Silopî û Basa digire nava xwe. Birîna daran ji bo rantê li van deveran berdewam dike û ji ber qedexeyan daneyên fermî bi dest xistin, ne pêkan e.”

Şenbayram bal kişand ser texrîbata ekolojîk a li Cûdî û Gabarê û diyar kir ku herêm ji ber fealiyetên petrol û komirê bêweç bûne û got ku curbicurbûna biyolojîk wêran bûye.

‘DIXWAZIN HERÊMÊ JI MIROVAN XALÎ BIKIN’

Şenbayram koçberkirina bi zorê ya Kurdan di salên 1990’î de bi rêya polîtîkayên şewitandina gundan bi bîr xist û diyar kir ku îro ji ber rant û hincetên ewlehiyê, hewl tê dayîn ku xwezayê bê mirov bihêlin û got, “Wê demê gund hatin şewitandin û valakirin. Îro daristan ji bo rantê têne wêrankirin. Ev yek polîtîkaya wêrankirina ekolojîyê pêk tîne. Gundiyên herêmê di bin zextek wisa de tên hiştin. Gundiyên li Komate neçar man ku îmzeyan berhev bikin û li gundên Gunyuz û Beşagaçê, hewl hat dayîn ku wan razî bikin ku “bixebitin û pere qezenc bikin.”

Şenbayram diyar kir ku walîtî û rêveberiya daristanan birîna daran înkar dikin, lê rojane bi dehan kamyon dar têne veguhastin. Şenbayram, anî ziman ku divê şitl li gorî Qanûna Daristanan werin çandin û got ku lê ev nayê kirin. Şenbayram, diyar kir ku walî soz daye “ji niha û pê ve dê tu dar neyên birîn” û got ku divê ev soz jidil were bicîhanîn.

Şenbayram bang kir ku destûr neyê dayîn ku yek dar jî were birîn û got, divê hemû komên ku li dijî birîna daran in bi tundtir nerazîbûn nîşan bidin û got, “Divê her kes vê talankirinê rawestîne û dengê xwe bilind bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Nepalê piştî xwepêşandanan serokwezîr îstifa kir
Nûçeya Pişt re Ji Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk ji bo festîvalê banga tevlîbûnê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Halîde Turkoglû: Divê jinên astengdar yekser tevlî pêvajoyên biryardanê bibin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû li Amedê di kombûnekê de anî ziman…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Şehîd Bêrîtan bingeha berxwedana me ye’

Gerîlayên YJA Starê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û gotin, "Hevala Bêrîtan bingeha berxwedana me…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Egeyê di 6 mehan de 233 caran mafê jinan hate binpêkirin

Komîsyona Jinan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ragihand ku di 6 mehên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Darên li Bestayê ji hêla cerdevanan ve tên talankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Rapora pisporan a li ser projeya madenê ya li Kasorê: Dikare bibe sedema hezaz, erdhej û erozyonê

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Ji bo bîranîna Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê 200 dar hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Bersiva civakî ya aştiyê: Karkerên çandiniyê yên demsalî yên Kurd

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?