Yekşem, 6 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Avci: Dema ku dibêje ‘Divê bê kirin’ êdî qediya ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Korûcû: Aştî daxwaza her beşa civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD: Çapemeniya Azad wê bibe hêza pêşeng a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kenanoglû: Naxwazin ku Elewî û tevgera Kurd bên cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Salih Erîkçî li Dîlokê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sinê di encama teqîna tankerekê petrolê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê banga pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê kelpîçên betonî li dijî sîlueta dîrokî û çanda cîrantiyê bilind dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê şehadeta şervanê enternasyonalîst ê Fransî Zinar Koçer ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeyê di 8 mehan de 118 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Qutkirina ji kok û çêkirina zemînê bêparastinê – I
Kurdistan

Qutkirina ji kok û çêkirina zemînê bêparastinê – I

Di rastiyê de beriya ku ferman bi fîzîkî çêbibe li komelgehan bi "qelskirina civakê" û "hilweşandina vînê" destpê kiribû. Ev, çîroka wê civakê ye ku bi zorê ji çiyayên xwe yên pîroz hat qutkirin û bi destê polîtîkayên dewletê li benda fermanê hate hiştin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di dîroka civaka Êzidî de, çiya her tim ne tenê cihekî erdnîgarî, lê di heman demê de keleha parastinê, warê baweriyê û stargeha herî ewle bûye. Êzidî, bi hezaran salan li ser van çiyan, bi taybetî li Şengalê, bi jiyaneke xweser, aboriya xwe ya xwezayî û parastina xwe ya komînal li ber pêlên tundiyê li ber xwe dane. Lê belê, di pêvajoya ku ber bi fermanê ve diçû de, ev têkiliya bi çiya re, weke yekemîn qonaxa “zemînê amadekirinê” hat hedefgirtin. Avakirina zemînê fermanê, bi qutkirina Êzidiyan ji çiyayên wan destpê kir. Ev ne operasyoneke ji nişka ve bû, lê pêvajoyeke dirêj a “komelgehkirinê” (komelgehên ku rejîma Baasê ava kiribûn) bû ku armanca wê ya bingehîn, şikandina wê pergala jiyana xweser û aboriya serbixwe bû.

Berê Êzidiyan bi çandina hejîran, xwedîkirina pez û berhemên xwezayî, pergaleke aborî ya ku girêdayî derve nebû, ava kiribûn. Ev yek çavkaniya azadiya wan bû. Dema ku tu xwediyê zeviya xwe yî, dema ku tu bi berhemên xwe yên çiyê dijî, tu bi kêmtirîn astê bi sîstemên siyasî yên serdest re têkildar dibî. Lê gava Êzidî ji van çiyayan anîn û xistin nava komelgeha ku ji aliyê dewletê ve hatibûn dîzaynkirin, ev serxwebûna wan a aborî yekser hat hedefgirtin. Di van komelgehan de, Êzidî neçar man ku dev ji şêwazê jiyana xwe ya xweser berdin. Ew êdî ne cotkarên çiyayên xwe bûn, lê bûn mirovên ku ji bo debara xwe, ji bo xwarin û pêdiviyên xwe yên rojane bi saziyên dewletê, bi bazirganên nêzî sîstemê û bi rêyên derve ve hatin girêdan.

Ev guhertina di avahiya aborî de, rasterast bandor li ser parastina civakî jî kir. Di jiyana çiyê de, Êzidî bi riya torên civakî yên xurt û zanîna erdnîgariya xwe, parastina xwe bi awayekî xwezayî dikirin. Dema ku te mirovan ji çiyê daxist deştê û wan xist nava komelgehên ku hemû deriyên wan li ber çavdêriyê bûn, tu di rastiyê de “stûnên parastinê” yên vê civakê tune dikî. Di van komelgehan de, Êzidî ji her alî ve hatin dorpêçkirin. Ew ne tenê ji çiyayên xwe, ji hafizeya xwe ya parastinê jî hatin dûrxistin. Ev pêvajo, bi navê “nûjenkirin” û “bajarvanîkirin” hat nîşandan, lê di rastiyê de armanc ew bû ku civakê ji berxwedanê dûr bike.

Êzidiyên ku berê bi berxwedana çiya dihatin naskirin, di nava van komelgehan de bi çanda “jiyana bajarî” ya ku ji wan re biyanî bû, hatin fêrkirin. Ev fêrbûn ne azadî bû, lê asîmîlasyoneke civakî bû. Êdî bi awayekî zêde xwe dispêrin saziyên ku ne ayîdê wan in. Dema ku ev girêdanbûna aborî û civakî gihîşt asteke bilind, Êzidî di rewşeke wisa de man ku êdî nikaribûn bi tena serê xwe biryarê bidin. Zemîn, bi vê rêbazê hat amadekirin: Civakek ku bi salan ji çiyayên xwe, ji xwezaya xwe û ji pergala xwe ya parastinê hatibû qutkirin, dema ku metirsî hat, tu amadehiya wê ya berevaniyê nemabû.

Siyasetên ku li dijî Êzidiyan dihatin meşandin, bi taybetî di van komelgehan de, armanc dikirin ku Êzidiyan “bêziman, bêçand û bêparastin” bikin. Ew jiyana xweser a ku Êzidiyan bi hezaran salan parastibû, bi zorê hat guhertin. Dema ku em li ser “zemînê fermanê” diaxivin, divê em vê qonaxê weke destpêka tunekirina vîna wan bibînin. Dema ku ji çiyê hatin dûrxistin, di heman demê de ji ruhê xwe hatin dûrxistin. Çiya, ne tenê zinarek bû; çiya cihê Êzidiyan bû. Gava ku ev têkilî hat qutkirin, zemîn ji bo her cûre êrîşê amade bû. Komelgehên ku bi destê dewletê hatibûn avakirin, di rastiyê de zindanên vekirî bûn. Di van cihan de, Êzidî ne tenê aboriya xwe, lê hevgirtina xwe ya civakî jî winda kirin. 

Ev pêvajo, xêz bi xêz çêbû. Her pêngaveke ku wan ji çiyê dûr xist, pêngavek ber bi qelsiyê ve bû. Dema ku mirov bi rêya zorê ji cewhera xwe tê qutkirin, ew mirov êdî nikare li hemberî qirkirinê berxwedanê raber bike. Ev qelsiya ku di aliyê aborî û parastinê de hat afirandin, ne qeza bû; ew encama polîtîkayeke bi sîstematîk bû. Êzidiyên ku berê bi keda xwe ya li ser çiya xwe xwedî dikirin, di komelgehan de bi polîtîkayên ku wan bi serdestan ve girêdide, hatin dorpêçkirin. Ev zemînê avakirina fermanê, bi rastî di vî alî de gihîştibû lûtkeya xwe.

Bi vî rengî, civaka Êzidî ji ber van siyasetan neçar ma ku di nava komelgehan de jiyaneke ku ji cewhera wê dûr bû, bijî. Ev jiyana bajarî ya ferzkirî, Êzidî bêtir bi qelsiyê re rûbirû hiştin. Ew êdî di nava çarçoveyeke cuda de, bi çavdêriya hêzên ku ne dostên wan bûn, dijiyan. Ev valahiya parastinê û ev girêdayîbûna aborî, zemîneke xurt ji bo wan kesên ku dixwestin fermanê pêk bînin, amade kiribû. Di rastiyê de, beriya ku ferman bi fîzîkî çêbibe, di van komelgehan de bi “qelskirina civakê” û “hilweşandina vînê” ferman destpê kiribû. Ev, çîroka wê civakê ye ku bi zorê ji çiyayên xwe yên pîroz hat qutkirin û bi destê polîtîkayên dewletê li benda fermanê hate hiştin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Di meseleya Kurd nîqaşa esas çek nîne, şêwazê avakirina çarçoveya nû ya siyasî ye’
Nûçeya Pişt re Dîplomatê Îtalî Danieli: Azadiya Abdullah Ocalan wê aştiyeke mayinde pêk bîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di doza cînayeta malbata Dîrîl de qeydên telefonê: ‘Ez zilamê dewletê me’

Li Şirnexê di pêvajoya doza Apro Dîrîl de, yê ku di lêpirsîna derbarê Şimoni Dîrîl…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi sedan Êzidî ji kampên PDK’ê direvin: Banga lezgînî li Iraqê hat kirin!

Bi sedan êzidiyên ji aliyê PDK’ê vebi darê zorê li kampên Dihokê hatibûn ragirtin ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Dorpêça li ser Kobanê dewam dike: Karê li nexweşxaneya Zarokan li ber rawestînê ye

Dorpêça çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a li ser Kobanê metirsiyê li ser jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Sinê di encama teqîna tankerekê petrolê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê banga pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?