Yekşem, 8 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Mirinên li cihê kar encama sîstema neçavdêriyê ku sermiyan diparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Kaya: ‘Heke kesekî din bimirê, wê hesabê vê yekê kî bide?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Polonyayê di êrişa çekdarî de 9 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Zozanê Mişarê yê Çiyayê Gabarê bi tonan darê berû hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşaleyeke azadiyê ya li bin siya çiyê dibiriqe: Şehîdd Agirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike
Jin

Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

Rêber Apo: Bila ev konferans li gel rabirdûyê, her wiha siberoja jineolojiyê binirxîne. Hebûna jinê rast pênase bike. Zanîna jiyana azad mezin bike. Projeya min a nîvco maye, bi hêza van nîqaşan wê temam bibe. Baweriya min a bi we re tam e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Peyama Rêber Apo ya ji bo Konferansa Jineolojiyê ya li Ewropayê bi vî rengî ye:

“Hevrêyên hêja… Ragirên hişmendî û kedê ya Jineolojî, avakerên jiyana azad. Lêgerîneke min heye ku ji zarokatiyê ve di dilê min de ye; dîtina hebûna azad a jinan û afirandina qadeke hêjayî wan. Ew lêgerîn ji nav lîstokan girtina hevalên min re û bi çûyîna xwişka min bi kîsekî savarê re kûrtir bû. Di berxwedana bêdeng a jinên gund û bilindbûna vê ya di asta xwedawendan de, min dît ku rizgarî gengaz e; ez jî li pey vê baweriyê beziyam. Min her tim şopên wan şopand. Ji ber min dizanî ku, birîna herî kûr ya civakê, kolekirina jinan bû. Beyî ku ew were fêm kirin ne azadî, ne wekhevî ne jî demokrasiyekê rasteqîne gengaz bû.

Dema min Jineolojî danî holê, armanca min ne tenê hilberîna têgînekê bû. Bi rastiya wê ya dîrokî û civakî hebûna jinê ji nû ve pênasekirin, wê ji tişte bûnê derxistin û kirina kirde, karê me yê herî jiyanî ya wê ji dîrokê re bimîne bû. Min xwest zanatiya xwedawandan ku şaristaniya mêrsalar bi hezaran salane ser vê nixumandiye û şêwaza jiyana bi nîvenda jinê ya serdema Neolîtîkê, ji nû ve derxim ser rûyê erdê. Xencera di pişta civakê de kolebûna jinê bû, bêyî ku ew xencer were derxistin, ti pirsgirêk nedikarî were çareser kirin. Jineolojî weke zanistekê vê xencerê pênase dike, ji cihê wê derdixîne û diavêje û şûna vê zanîna jiyana azad diafirîne.

Heta îro kedên ku bi navê Jineolojî hate dayîn, tiştên hatin nivîsandin, nîqaş kirin û rêxistinkirin da nîşandan ku ew zanist di heman demê de şêwazeke jiyanê ye. Ji bo perspektîfa jinê weke behnekê, henaseyekê bû. Nasnameya jinê ji hêmanên zayendperest paqij kirin, qadeke raman û çalakiyê ya aydî xwe afirandin, deyn û peywirê herî jiyanî ya ji bo dîroka mirovahiyê re were hiştin bû. Ew bûn qada herî bingehîn a mijûlbûn û têkoşînê ya Jineolojiyê ye. Diyarkirina, ‘Mirov jin nayê dinê, piştre dibe jin’ girîng e. Lê ew hebûn pêwiste ne di sînorên mêr disepîne de, bi hêza cewherî ya jinan pêk were. Ji ber vê yekê me got, pêwiste her jineke bibe xwediyê odeyeke aydî xwe, dengê xwe û zanîna xwe.

Weke mêrekî di vê pêvajoyê de min xwe her tim ji lêpirsînan derbas kir û nû kir. Me ji vê re jî wateyeke bar kir, me hedef kir ku ji mêrtiya serwer a sedan salan bi veguherînê rizgar bibin. Min got rêgeza bingehîn a sosyalîzmê azadiya jinê ye. Ji ber ku pîvana sosyalîstbûna rast a mêrekî, bi jinê re avakirina jiyana rast, wekhev û azad e. Di gelek azmûnên sosyalîst ên cîhanê de, ew rêgez kêm ma. Ew kêmasî hişt ku şoreş nîvco bimînin. Min hewl da vê kêmasiyê derbas bikim, bibim hêjayî xwedawendan. Veguherandina mêr û wî bi jinê re azad kirin, ji bo min bû peywireke jêneger.

Îro li pêşiya me pêvajoyeke nû heye. Bi qasî ku lêgerîna aştî û demokrasiyê, pêvajoyeke muzakereya siyasî ye, ewqas jî pêvajoyeke civakî ya ji nû ve avakirinê ye. 

Jin wê pêşengiyê ji vê înşayê re bikin. Ji ber ku ji niviyê zêdetir gavên girîng ku heta îro hatiye bidest xistin, bi ked, berxwedan û aqlê jinê pêk hatiye. Ji îro û pê ve jî wê wisa bibe. Pêwîste jineolojî dewam bibe bingeha zanistî û birdozî ya vê pêşengtiyê.

Her kêliya ku hûn pêwistî bibînin ez ê bi we re bim, bi we re bifikirim û hilberînim. Ji ber ku ji bo min wateya jiyanê, di jiyana azad ya jinan de şênber dibe.

Bila ev konferans li gel rabirdûyê, her wiha siberoja jineolojiyê binirxîne. Hebûna jinê rast pênase bike. Zanîna jiyana azad mezin bike. Projeya min a nîvco maye, bi hêza van nîqaşan wê temam bibe. Heta talî bi we bawerim. Ji bîr nekin ku her tim bi we re me. 

Bi bêrîkirin û hezkirina bê dawî

Abdullah Ocalan
Îmrali”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir
Nûçeya Pişt re Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

Rojnamevan Dîlek Odabaş di konferansa "Jin bi hev re li ser paşerojê diaxivin" a li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 17’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Piştî êrişa Rûsyayê elektrîka bi sed hezaran kesî li Ûkraynayê qut bû

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?