– Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
– Konferansa Jineolojiyê ya ku li Hollanda dewam dike, wê bê şopandin.
– Endama OHD’ê Rezan Gezer diyar kir ku divê bersiva herî şênber a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li girtîgehan bê dîtin û destnîşan kir ku desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dinirxîne. Gezer got, “Ji bo ku pêvajo ji demê re neyê hiştin, divê demildest gav bên avêtin.”
– Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên winda û girtiyan wê bên şopandin.
– Şêniyên Mexmûrê destnîşan kirin ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji bo pêvajoya aştiyê ber bi çareseriyê ve biçe, gelek gav avêtine û diyar kirin ku heya niha dewleta Tirk gaveke şênber ne avêtiye.
– Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku gelek malbatên vegeriyane Efrîn û Serêkaniyê mal û milkên xwe radest negirtine û got, ji bo îadeya van navbera 2 hezar û 10 hezar dolar pere hatiye xwestin.

