Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Parlak diyar kir ku divê qanûn ji aliyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ve weke gava ewilî were dîtin û got, pêvajo divê bi gavên nû yên siyasî û qanûnî pêş bikeve.
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, banga tevlîbûnê ji bo meşa dirêj ku wê pêşiya Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya di 5’ê Îlonê de li Dortmundê were lidarxistin, pêk were kir û wiha got, “Em ê bi ciwanan re azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan biqîrin.”
Mehmet Arslan têkildarî nîqaşên li ser xweseriya rêveberiyên herêmî diyar kir ku divê rayeyên navendî bi gel re werin parvekirin û wiha got, “Divê Tirkiye raveyên li ser Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê daniye rake û rayeyan bi herêmî parve bike.”
Nivîskar Alî Bayramoglu, diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê ji bo derbasbûna ji têkoşîna çekdarî ber bi têkoşîna siyasî ve gava girîng e, got ku lê ev qanûn bi tenê pirsgirêka Kurd çareser nake.
Taxa Kubayê ku wekî taxekî çînî çêbûye, bi çanda hevparbûnê şêwe girtikye û demeke wekî “herêma hatî rizgarkirin” dihat binavkirin, bi zexta dewletê, krîmînalîzasyon û polîtîkayên veguherîna bajariyî îro hatiye ber tunebûnê.
Tevgera Siyasî ya Kurd dixwaze ku pêvajo ne tenê di navbera nûnerên siyasî yên Kurd û desthilatê, di zemîna tifaqa civakî ya berfireh ku tevahî gelan, tevgera jinan, dîmanîkên ciwanan û hêzên demokrasiyê bihewîne, pêşve biçe.

