– Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.
– Endezyarê Jeofîzîkê û Pisporê Erdhejê Doç. Dr. Savaş Karabulut diyar kir ku projeya jeotermal a ku li Kanîreş û Gimgimê 22 gundan digire nav xwe, ji pêdiviyeke enerjiyê zêdetir operasyoneke li ser bingeha rantê ye.
– Pisporên ku bûyerên tundiyê yên li dibistanên Sêwireg û Mereşê ji ANF’ê re nirxandin, balê dikişînin ser xala hevpar a çareseriyê: Li şûna tepisandina tundiyê, pêşxistina polîtîkayên tevayî û li ser bingeha mafan ku rê li ber derketina tundiyê bigire.
– Li Mêrdîn û Dersîmê mêrgehên çandiniyê û ekolojîk di bin gefa rojeyên RES û GES’ê de ne. Daneyên zanistî nîşan didin ku ev tesîdên di bin navê “enerjiya paqij” de xebatê dimeşînin rê li ber wêraniya ekolojiyê vedikin.
– Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan bên şopandin.

