Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn
Kurdistan

Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

Rojnamevan Nûjiyan Erhan a di encama êrişa çeteyên Roj ya li Xanesorê de şehîd bûbû, li Şengalê ji aliyê heval û şopdarên xwe yên ragihandina azad ve hate bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rojnamevan Nûjiyan Erhan di dema Fermana 3’yê Tebaxê de xwe gihandibû Şengalê û bi kamera û pênûsa xwe bûbû dengê Êzidiyan û bi taybet jî jinên Êzidî. Hîm û sazîbûna Ragihandina Azad li Şengalê danî.

Dema çeteyên Roj yên ser bi PDK’ê 3’yê Adarê xwestin êrişê Şengalê bikin, girseya gel û jinên Êzidî ji bo bertek nîşan bidin û rê nedin derbasê Şengalê bibin meşiyan. Lê çeteyên Roj bi çekê bersiva bertekên gel da û yekser rojnamevan û jinên Êzidî hedef girtin. Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku çalakiyê dişopand bû hedefa êrişa çeteyên Roj û giran birîndar bû. Tevî hemû hewldanan jî Nûjiyan Erhan piştî têkoşîna bi rojan di 22’yê Adarê de li nexweşxaneyeke Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.

Cenazeyê şehîd Nûjiyan li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a çiyayê Şengalê hate definkirin.

Îro endamên ragihandina azad a Şengalê û jinên Êzidî serdana gora wê kirin, gul danîn ser tirba wê û daxuyanî hate dayîn.

Daxuyaniya Ragihandina Jinên Êzidî ji aliyê Hêvîdar Şengalî ve hate xwendin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye; “Em di serî de şoreşger û rojnamevana çapemeniya Azad Rêheval Nûjiyan Erhan bibîr tînin. Em di şexsê hevrêya xwe Nûjiyan de şehîdên berxwedana Xanesorê, Şehîdên Çapemeniya Azad û Şehîdên 74 Fermana bibîr tînin. Em soz didin ku emê heta dawî li ser xeta çapemeniya azad bi rihê Nûjiyanan tekoşîna heqîqetê bidomînin.

Em di 9’emîn salvegera şehadeta hevrê Nûjiyan de ne. Rêheval Nûjiyan, bi kesayeta xwe ya şoreşgerî, bi ked û xebata xwe di dilê me û civaka me de ciheke taybet ava kir. Di dema fermanê de ji çiyayên Azad berê xwe da Şengalê. Bi pênûs û kamera xwe rastiya fermanê ji dinyayê re ragihand. Ji bo ku bibe dengê êş, birîn û berxwedana jin, zarok û dayîkên me di rêya serxistina heqîqetê de meşiya.

Îro navê bi sedan zarokên Êzidxanê Nûjiyane. Em ragihandina jin, li ser xeta Rojnamegeriya Azad a ku bi rastiya Nûjiyanan ava bûye tekoşîna heqîqetê dimeşînin. Me li ser rastiya Nûjiyan xwe birêxistin kir û weke ragihandina jinên Êzidî xwe ava kiriye. Hevrê Nûjiyan bû ronahiya heqîqetê. Bû keça çiyayê Şengalê û rojnamevana xaka pîroz a Êzidxanê.

Rojnamevan û hevrêya me Nûjiyan di sala 2017’an de dema ku di şerê xiyanetê de heqîqeta berxwedêran dişopand hate hedef girtin û şehîd bû. Beriya niha bi 9 salan di berxwedana Xanesorê ya li dijî Pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê Rojnamevan Nûjiyan şehîd bû. Emê tû carî yên ku rêheval Nûjiyan hedef girtin û şehîd xistin ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.

Di roja îro de careke din xeteriyên mezin li ser civaka me hene. Divê em weke ragihandina azad a şengalê, weke Rojnamevan Nûjiyan xwedî li kar û xebatên xwe derkevin û plangeriyên li ser civaka me têne kirin eşkere bikin û bibin dengê civaka xwe.

Em careke din hevrêya xwe û Rojnamevana Çapemeniya Azad bi rêz û hûrmet bibîr tînin û soza me daye şehîdên rêya heqîqetê dubare dikin. Bi vê bîr û baweriyê em dibêjin; em ê heta dawî li ser şopa heqîqetê, bi rihê Nûjiyanan tekoşîna azadiyê bimeşînin. Bi pênûs û kemara Nûjiyan heqîqeta jinên Êzidî bi jiyana azad bihûnin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li hemberî Îmamoglû lêpirsîneke din hate destpêkirin

Li hemberî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji ber kreşan lêpirsîneke din hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên DBP’ê û Hevşaredaran dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Hevserokên Giştî yên DBP'ê û hevşaredarên ku ji bo tevlî berxwedana li dijî darbeya qeyûm…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirker êrîşî gundên Kobanê dikin

Dewleta Tirk gundê Nasiro û gundê Sêvê yê başûrê Kobanê bombebaran dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?