Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Şahmaran û Nînazû
Gotar

Şahmaran û Nînazû

Luqman GULDIVÊ
Luqman GULDIVÊ Dîroka nûkirinê: 1. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fikra dinyaya binerdê, fikreke kevin e. Nû nîne: Helbet ji temenê me kevintir e, yanî ji çîrokên Mîrza Mieheme û wêde diçe. Lê hebûna dinyayeke binerdê di van çîrokan de balkêş e. Di hinan ji çîrokan de em dibînin ku Şahmaran jî li dinyayeke binerdê de ye. Ev meseleyeke têra xwe bi tefsîlat e û bi nivîseke kurt a quncikê mirov nikare pê dakeve. Lê axir elaqeya “şahmaran” û dinya binerdê jî têra xwe kevin e. 

Em dizanin ku di mîtolojî û diyaneta Sumeriyan de “Nînazû” xwedayekî dinya binerd e. Ew xwedayekî parastinê, yê şer e û di heman demê de jî yê rehetkirina birîn û nexweşiyan [xwedayê kewandinê] e. Dizanim, yên ku ji nav we hinekî Şahmaran nas dikin, ecêbmayî dimînin: Ma ne ev ji xisletên Şahmaran e jî! Çawa, erê eynî wilo ye.

Li gorî gelek şarezayên şaristanî û diyaneta Sumeriyan, Nînazû ji wan xwedayên destpêkê ye ku di nava panteona xwedayan a Sumerî de cihê xwe girtiye, ew di heman demê de xwedayê bajarê Eşnûnna ye jî. Bi her halî, di mîtolojiya Sumerî de Nînazû di heman demê de ew xweda ye ku dexl (ce) ji mirovan re tîne. Nînazû tevî birayê xwe ji çiyayan – gelo peywendiyeke bi Zagrosan re ye? – dexl dibe Sumera ku dexl nas nake. Bi heman rengî ew weke xwedayê diyarkirina sînorên zeviyan jî tê binavkirin.

Axir sembola wî marê bi navê Başmû (ne weke Şahmaran mê ye) ye; seriyekî wî yê margîskan ê bi qiloç heye, bedena wî bi du pençên xurt û du lingên weke yên eylo hatiye texeyulkirin û bi bask e. 

Lê hem ev sembol û hem jî fikra xwedayê maran weke xwedayê binerd û yê kewandinê, diyar e piştî Gudea belav bûye di nava mîtolojiya Sumerî û paşê Akadî de. Gudea ji melikên Gutî ye, yên ku demekê li ser Sumer û Akadê hukim dikin. Em hema bibêje bi ti tiştî li ser wan nizanin. Lê em dizanin ku Babîliyan demeke dirêj ji tevahiya miletên Çiyayên Zagrosê re gotiye Gutî: Ji bo wan xelkê çiyê yê hov, Gutî ne. Axir em dikarin behsa têkiliyeke di navbera gelek xisletên Nînazû û vî/van miletên Çiyayên Zagrosê de bikin. Lê em nikarin bi isehî bibêjin ka kîjan xislet û çawa ji çiyayan daketiya nava panteona Sumerî.

Em bi çend tiştan dizanin, Şahmarana mê, xwediya zanînê ye, ew di heman demê de bi dermanên birîn û nexweşiyan hemûyan [xwedawenda kewandinê] dizane û li dinyayeke binerd xwe ji mirovan dihemîne. 

Beramberî wê, Nînazû ji kurên Enlîl e, weke Şahê Maran tê binavkirin, lê bi xwe ne di dirûvê maran de ye. Li şûna wê, ew desthilat û zal e li ser Başmûyê nîv mar, nîv dehbe û nîv teyr. Ew xwedayê dinya binerd e, ew bi funksoyona xwe ya birina dexl a nava Sumerê xwedayê zanînê ye, û ew eşkere weke xwedayê kewandinê hatiye binavkirin. Em dibînin ku tiştên bi ser hev de diçin gelek in. Ji ber wê ya maqûl ew e ku em qebûl bikin ku ev fîgurên mîtolojîk û funksiyonên wan ên dînî û civakî ji demeke gelekî kevin ve – ji beriya mîladê bêhtirî 2 hezar salan û vir ve – dualî tesîrê li hev dikin.

Ji ber ku xwe nasipêre împaratorî û desthilatên navendî yên weke Akadê, em dikarin lê bihizirin ku di nava fîgura Şahmaran a di nava Kurdan de xisletên civak û diyaneta bi împaretoriyê nebûne, bêhtir in. Lê tesîra împaretorî û fikrên wan ên mîtolojîk û wekî din li ser xelkê din gelek e. Em dîsa dizanin ku xelkê din vê tesîrê gelek caran li rewş û hawîrdora xwe tînin. Hasilî, lêkolîneke xwendekarên Beşa Zimanê Kevnar a Zanîngeha Rojava dikare li ser vê meseleyê be, belkî xwendekarek vê nivîsê bixwîne û biryareke welê bide. Li ber destê wan ji bo zimanê Gutî wê tenê hin nav hebin, lê dibe ku ew bi ser çavkaniyên din ve jî bibin. Çima na!

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Luqman GULDIVÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Luqman GULDIVÊ
Ji aliyê Luqman GULDIVÊ
Ev demeke direj e nivîkariyê dike. Di gelek rojnameyan de nivîsên wî hene.
Nûçeya Berê Meşa Rêzgirtina li Vînê li Enqereyê ye
Nûçeya Pişt re Hejmara Tîrmehê ya kovara Newaya Jin hate weşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Greva Jinan a Swîsre: Jin bi tenê nînin

Greva Jinan a Swîsreyê li dijî tundî, şer, zext û zayendparêziya li Rojhilata Navîn, banga…

Ji aliyê Stêrk TV

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Abdullah Ocalan firsendeke dîrokî pêşkêş dike

Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman, Rêber Apo ji bo çareseriyê firsendeke dîrokî pêşkêş dike û…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

Heyeta ji Parlamenterên DEM Partiyê pêk tê derbarê 6 girtîgehên li herêma Behra Reş rapora…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?