Di pêşengtiya Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk de bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlameneterên DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren û Mehmet Kamaç, rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî yên bajêr û gelek zimanhez tevlî daxuyaniyê bûn. Girse bi dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me hebûna me ye” bi meşê ketin qadê û li qadê de govend gerandin.
Di daxuyaniyê pankarta “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” hat vekirin û dowîzên “Em Kurd in perwerdehiya bi Kurdî dixwazin”, “Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê”, “Ez bi Kurdî dijîm”, “Bê ziwan cu nêbena”, “Zimanê min welatê min e”, “Kurdî nasnameya me ye”, “Dem dema zimanê Kurdî ye” hatin rakirin. Mamosteyê zimanê Kurdî Rifat Ronî ewilî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.
Piştre Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Şukran Yakût metna daxuyaniyê xwend.
Metna daxuyaniyê ya Şukran Yakûtê xwend bi vî rengî ye:
‘HAWAR DENGÊ ZANÎNÊ YE’
“Îro 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Di 15’ê Gulana 1932’yan de di pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê kurd, Mir Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî de, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên latînî dest bi weşanê kir.
Di hejmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs hatibû nivîsîn; ‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesên ku xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide naskirin. ‘Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e.
Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî were jiyîn û mayînde bibe, gelê kurd di sala 2006an de 15ê Gulanê wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir û her sal vê cejnê bi rihekî netewî pîroz dike.
Em dizanin! pirsgirêka ku ji 100 salan zêdetire weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û pekûtiyên ku li ser çand, ziman û nasnameya kurdî tên meşandin in.
Di sedsala 21’êmîn de, hîn jî li ser bi milyonan zarokên kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin, zimanê tirkî û tirkîtî li ser zarokên kurd tê ferzkirin, bi milyonan zarokên kurd ji çand û zimanê xwe qut bûne , bi zimanê tirkî tên perwerdekirin. Li gorî peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcên li dijî mirovahiyê ne.
Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi helwest û nezîkatiyên dewletê yên wekî bişaftin, înkar, tunekirin û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî van nêzîkatiyan nerazîbûnên xwe nîşan daye û heta niha jî têkoşîna xwe didomîne.
Bê guman, wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê kurd jî parastina çand û zimanê xwe hêmana bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Di bingeha hemû têkoşînên neteweyî de daxwaza azadiya çand û ziman heye. Di têkoşîna gelê Kurd de jî azadiya çand û zimanê kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye.
Gelê kurd herî dawî bi banga Rêber Abdullah OCALAN a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ wekî hemû nêrîn û nîqaşên li ser civakê yên din, nîqaşên pêşîlêvekirina astengiyên li hember çand, ziman û perwerdehiya bi zimanê dayikê jî da destpêkirin û asta hewldan û xwedîlêderketina li ziman xurt kir. Em di vê bîr û baweriyê de ne dê ev banga Rêber Abdullah Ocalan di heman demê de bibe sedema zindîkirina ruhê neteweyî yê aştiyane û civaka demokratîk. Dê rê li ber mîsogerkirina nasname, xwebûn, statû, mafê siyasî û hiqûqî yê veke. Ji bo pêkhatina van jî em ê di asta herî bilinde xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin, têkoşîna xwe ya ji bo pêşvebirin û xurtkirina zimanê kurdî ji her demê zêdetir berfireh bikin. Bi van hestan em ê bi hemû sazî û dezgehên kurdî û demokratîk re dirûşmeya “ Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” ku di merheleya nû de sala borî destpêkiribû bidomînin. Ji bo welatekî demokratîk û aram, pewiste zagonên bingehîn ên ku li pêşiya azadiya zimanê kurdî astengin werin sererastkirin, zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî.
ZIMAN STÛNA BINGEHÎN A NETEWEYAN E
Ziman, stûna bingehîn a neteweyan e. Ziman mirovan dike mirov, neteweyan dike xwedî nasname. Perwerdehiya bi zimanê dayikê jî xurtkirin û mayîndekirina vê stûnê ye. Gelê kurd, dê jiyaneke bêyî çand, ziman û nasname ku hêmanên statuya siyasî ya gelê kurd in, tu car nepejirîne. Heta ku ev daxwazên gelê kurd pêk werin, dê gelê kurd vê têkoşîna xwe ya mafdar û rewa bi biryar bidomîne. Bi van hest û ramanan, em bang li tevahiya gelê xwe dikin, bi ruhê neteweyî li çand, ziman û nasnameya xwe xwedî derkeve.”
Piştî metna daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û got: “Kovara Hawarê bû mizgînî û cejna gelê Kurd. Em minetarên wan in. Kesên ku ji bo zimanê Kurdî ked dane bi bîr tînim. Me dixwest bi sedan û hezaran li Kurdistanê û Tirkiyeyê cejna zimanê xwe pîroz bikin. Komara Tirkiyeyê zimanê me hêj wek zimanê fermî qebûl nake. Ji destpêkirina kovarê heya roja îroyîn gelek genelge û bi fermana xwestin zimanê me tune bike. Ev dewlet û desthilatdar hêj jî bi bêbextî nêzî vî zimanî dibe. Em ê tekoşîna azadiya zimanê xwe berfireh û bilind bikin. Heta em statuya zimanê xwe bi dest nexin em dev ji têkoşînê bernadin. Em ê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin.”
Keskîn Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de wiha bang li dewletê kir: “Em bang dewletê dikin dev ji polîtîkaya pişaftin û înkarê berdin. Dibêjin TRT6 heye lê bajarê Agiriyê mufteyekî genelge da û dibejin hûn ê waaza Kurdî nekin. Ev berdewama bişaftinê ye û hêj jî dev jê bernedane. Ev zîhniyeta înkarê ye. Em vê siyasetê û vê qirêjbûnê qebûl nakin. Heke di navbera gelê Kurd û Tirkan de lihevhatinek hebe divê destpêkê zimanê me qebûl bikin. Siyaseta dewletê ya du peyvan Kurdî dike nabe qasîdê ziman berowajî vê ev siyaseta durîtiyê ye. Berpisyarêke dîrokî ji pêşiya gelê me heye. Helbet em ê têkoşîna ji bo statuyê berdewam bikin. Lê divê em her derê jî zimanê xwe pêş bixînin.”
‘EM Ê KURDISTANÊ BI KURDÎ BIXEMILÎNIN’
Keskîn Bayindir destnîşan kir ku divê gelê me her derê bike dibistan û wiha got: “Pêşxistina zimanê me ji bo me hemûyan berpisyariyeke. Ez îro dixwazim bi şanazî mizgîniyêkî parve bikim televizyona Nûçe TV’yê dest bi weşanê kir û her wiha KurdîFM’ê jî dest bi weşanê kir. Em vê yekê hezar caran pîroz dikin. Mala we hezar caran avabe ku hûn ji bo zimanê me xebatê dimeşînin. Em weke berpisyariyekî ji bo zimanê xwe tevbigerin. Meseleya ziman meseleya nasname û jiyanê ye. Çanda, stran, êş û elamê xwe bi Kurdî bikin. Em ê bi zimanê Kurdî Kurdistanê bixemilînin.”
Piştî axaftinan dirêşma hatin berzkirin û govend hat gerandin. Herî dawî ji bo tevlîbûna meşa ku “Gavek ji bo Aştiyê” ya sibê saet 19:00an de pêk bê bang hat kirin.

