Sêşem, 6 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir
Rojane

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û got: ‘’Zimanê Kurdî ne tenê amûra axaftinê ye; ew dîrok, nasnameya neteweyî û ruhê gelê Kurd e.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Naveroka daxuyaniya Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê bi vî rengî ye:

‘’Em weke Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê Roja Zimanê Kurdî bi dilsozî û rêzdariyeke mezin pîroz dikin.

Zimanê Kurdî ne tenê amûra axaftinê ye; ew dîrok, nasnameya neteweyî û ruhê gelê Kurd e. Her peyv, her stran û her gotinên vî zimanî, şopa berxwedan û hebûna gelekî kevnar di xwe de dihewînin.

Bi taybetî em li hemberî dayikên Kurd bi rêzdarî bejna xwe ditewînin ku dayikên Kurd di şert û mercên herî dijwar de, zimanê dayikê ji nifşekê bo nifşeke din veguhastine û bi dengê loriyan, çîrokan û stranên xwe hebûna neteweyî parastine. Ger îro zimanê Kurdî hîn dijî û tê axaftin, ev yek bi fedakariya wan jin û dayikan pêk hatiye.

Gelê Kurd di dîrokê de ji bo parastina zimanê xwe bedelên giran daye. Ji qada wêjeyê heta têkoşîna maf û azadiyê, gelek nivîskar, mamoste, hunermend û çalakvan ji bo fermîbûna zimanê Kurdî û qebûlkirina wê wekî mafek bingehîn têkoşiyane.

Li Bakurê Kurdistanê hîn daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî berdewam e; li Rojavayê Kurdistanê jî, her çend bi salan e di dibistanan de bi zimanê Kurdî ders tên dayîn, hîn jî di destûra bingehîn de wekî zimanekî fermî nehatiye qebûlkirin. Li Rojhilate kurdistane heman gef û zilma li ser zimanê Kurdî didome û polîtîkayeke nepenî ya bişaftinê tê sepandin.

Rojname û medyayên Kurdî hîn ji ber zimanê Kurdî rastî astengî û zordestiyê tên, ev jî bûye sedem ku ziman wek hêzeke bingehîn ya hebûnê were dîtin û berxwedanê zêdetir bike.

Di vê têkoşînê de jin, dayik û hemû beşên civaka Kurd roleke pêşeng lîstine. Ji ber vê yekê, parastina zimanê Kurdî ne tenê berpirsiyariya kesekî an komekê ye; ew berpirsiyariya me hemûyan e. Heta ku zimanê Kurdî bijî, dîrok, çand û hebûna gelê Kurd jî wê bijî.

Em careke din bejna xwe li ber her Kurdî ditewînin ku di rêya parastin û jîndarkirina zimanê Kurdî de can dane, ked dane û hê jî tevî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didin. Û em dibêjin ziman bingeha hebûnê ye, ji bo parastina û berdewamkirina hebûna xwe bi zimanê, bi Kurdî li ber xwe bidin.

Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be!’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!
Nûçeya Pişt re Elahe û Elnaz hêjayî Xelatên Wêrekiyê yên Rojnamevaniyê hatin dîtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê nasnameya şehîdên Metînayê eşkere kir

HPG'ê 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan edalet xwestin

Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Abdullah Canan ê li Colemêrgê piştî hatî binçavkirin hate qetilkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozsoy: Nêzîkatiyên tasfiyekar wê bibe şaştiyeke mezin a siyasî

Dr. Hişyar Ozsoy bûyerên li Rojava û pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê nirxand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Derbarê nûçegihana JINNWS’ê Rabîa Onver de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Nasnameyên 18 şehîdan hat eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?