Careke din bêdengiya şevê xwe berdabû ser rûpelên bîranînan. Agirê har ê dil û hişê min di wan kêliyên bêdengiyê de hinekî nerm dibû. Lewma pênûsa di nav tiliyên min ên lerzok de, dibû şûrekî bi qêrîn û hawar. Ne bext û zîmîrê penûsa dil, ne jî êş û jana hestên ruhberiyê têr dikir ku mirov Gulperiyê li ser rûpelên dîrokê binivîse. Ji bo wê, ez careke din dibûm mêvanê hevaltiya têkoşîna azadiyê. Pirî caran jî dibûm lêkolînerek di nav arşîv û bîrgehên dîroka nivîskî de. Ji bo dîtina wêneyekî ji wan lehengan û wan serdeman; li pey wî bayê dîrokê, evîna azadiyê û çîrokên lehengiyê digeriyam.
Her wiha bi wan firişteyên azadiyê re, li ser lûtkeyên Kela Memê, Şanîstor û di bedewiya Bestayê de digeriyam. Li Botanê her lehengek efsaneyek û çîrokek cuda bû. Bi xwe re evînên ku bûne destan, şer û şergehên ku bûne ezmûn û hafizaya ku bûye dîrok, bi bîr dixist. Di nav wan gotegot û mîtolojiyan de, parçeyek ji xweza û bedewiya Gulperî Kaplan, ango bi navê tevgerî Seadet, diteyisî.
Dema ku me bi çavên dîrokê li wan gelî û çiyayên Botanê temaşe dikir, jina yekem a ku ji herêma Botanê tevlî tevgerê bûye, dihat bîra mirov. Gulperî bi tevlîbûna xwe ya ji nav civaka Botanê û eşîra Goyan, şoreşeke civakî pêş xistibû. Lewma di hemû vegotinên hevrêyên wê yên dozê de, ew wekî pêşeng tê naskirin. Derketina keçeke Botanî ber bi çiyan ve, şikandina qedexeyên hezar salan bû. Gulperî bi vê gava xwe re, rêyeke nû ji bo keçên Botanê vekir.
Dema ku wekî yekîne, me amadekariyên bernameya “Starên Azadiyê” ya li ser jiyana Gulperî Kaplan (Seadet) dikir, em rastî gelek bîranîn, gavên destpêkê û hestên ku heta wê kêliyê veşartî mabûn, hatin. Me ew hezkirin û xatirxastinên bi jan û şewat, ên ku di dil û hişan de mabûn, bi çavên serê xwe didîtin.
Gulperî ji bo wan hevrêyên xwe, destpêka hemû kêliyên xweşik û biwate bû. Di wan bîranîn û gotegotan de, Gulperî hin caran dibû lîstok û yariyên zaroktiyê; hin caran jî dibû nazenîna hevretiya heman gund û axê. Ew, mînaka gerîlatî û fermana şerkeriya Botanê bû. Gulperî, di nava hestên bêrîkirin û hevaltiyê de, hesira çavên nûxurî bû.
Me her ku ew hest û bîranînên pak ên gerîlayên Botanê guhdar dikirin, bêrîkirina Gulperî û çiyayên Botanê hîn bêtir hîs dikir. Di hemû hevokên xwerû yên ku ji nava kûrahiya dîrokê derdiketin ser dika jiyanê, kêmasiya vegotina me weke rexnedayinekê diteyisî. Me ji devê wan gerîlayan, meşa li ser singa çiyan weke gul û beybûnên şînbûyî, navê Gulperiyê dibihîst.
Ew; destpêka lêgerîna heqîqetê, naskirina azadiyê û rûmeta keç û dayikên Botanê bû. Lewra Hevala wê Sakîne Goyî behsa şarezabûna wê ya li ser şiverêyan dike û dibêje: “Ew ne tenê li ser rêyan bi hostatî dimeşiya, lê belê wê em perwerde dikirin ka em ê çawa bi baldarî di avên mezin re derbasî aliyê din bibin. Carekê min hêz ji wê girt û li pey wê ketim nav avê; hîn di nîvê avê de bûm, kêm mabû ez bixeniqim. Dema ku wê ferq kir, berê xwe da min, bi lez di nav avê de bi hawara min ve hat û ez xelas kirim.
Dema ez derxistim qiraxa avê, ez sekinandim û ji min aciz bû. Ji min re got: ‘Divê tu tecrubeyê bi dest bixî û piştre bikevî navê; nabe ku tu di gava yekem de xwe bidî ber pêlan.’ Ew perwerde û şîretên wê di tevahiya jiyanê de ji bo min bûn derseke bingehîn ku careke din bi korane xwe neavêjim nav ti karî.”
Hemû hevokên ji wan lêvan diherikî dibû soz û peyman ji hevaltiyê re. Qewl û benda ruhberiya rûperiya gulan Gulperî bû.
ÇAVKANÎ: JIN TV

