Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”
Kurdistan

Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

Di çarçoveya Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin de atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê” hat lidarxistin û rola rojnamegeran a di pêvajoya aştiyê de û zimanê di medyayê de hate nîqaşkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja sêyemîn de didome. Di roja sêyemîn de gelek çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin. Yek ji van çalakiyan atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê” bû. Rojnameger Tûgçe Tatarî û Hevserokê TGS’ê yê Giştî yê Berê û siyasetmedar Ercan Îpekçî weke axivêr tev li atolyeyê bûn. Di atolyeya ku li Navenda Çand û Hunerê ya Amargiyê hate li darxistin de gelek rojnameger amade bûn.

Tugçe Tatarî diyar kir ku di paşerojê de nêzîkatiya wê ya li hemberî pirsgirêka Kurd cuda bûye lê lêpirsînên wê yên hundirîn, çîrokên ku pê re rûbirû maye, perspektîfa wê guherandiye û wiha axivî: “Têkiliya ku min bi pirsa Kurd re danî, bi xaleke diyarkirî ya werçerxaneyê dest pê kir. Nêzîkatiya min a berê ya li hemberî vê meseleyê, di nava demê de guherî û ev yek bi pêvajoyeke lêpirsîna kesane teşe girt. Ev veguherîna ku pêk hat ne ji nişka ve, lê bi rêya hevrûbûnên min ên hundirîn û çîrokên ku ez rastî wan hatim, geş bû. Di paşerojê de bûyera hevdîtin û hembêzkirina komek gerîla û wekîlan pêk hatibû. Wê demê min der barê vê mijarê de gotarek nivîsandibû û min gotibû, ‘Heke parlamenter bixwaze gerîla hembêz bike, divê biçe çiyê, cihê wî li Meclîsê nîne.’ Wê nivîsê baleke mezin kişand û gelek hate ecibandin. Jixwe saziya ku min lê dinivîsand, xwedî derdoreke wiha bû ku wê ramanê xwedî dikir û diparast. Girseya xwîneran jî bi piranî di heman hizrê de bûn. Min wê demê ji derdora xwe bertekên erênî wergirtin. Lê belê, di nava demê de vê rewşê di hişê min de pirsên nû afirandin. Her wiha, dengê min ê hundirîn jî di hemû geşedanan de bandorker bû.”

‘HEWL DIDIM ÇÎROKAN BIGHÎNIM XWÎNÊRÊN XWE’

Tûgçe Tatarî bal kişand ser girîngî û pêwîstiya rojnamegeriya aştiyê û destnîşan kir ku rojnamegeriya aştiyê ne bi alîgirtinê re bi dîtbarîkirina çîrokên veşartî re têkildar e. Tûgçe Tatarî destnîşan kir ku di navenda karê wê yê îro de pêkanîna temasa di navbera mirovan de heye û got: “Niha ez hewl didim çîrokan bigihînim xwînêrên xwe. Ez dixwazim wan yekser bi wan meseleyan re rû bi rû bihêlim ku ew nikarin derbas bikin, nikarin jê derkevin û pê re rûbirû nebûne. Gotarên min jî hinekî li ser vê bingehê teşe digirin. Bi vîna xwe ya azad, min giranî da ser vegotina serpêhatiyên Kurdan. Ev yek dikare ji aliyê Tirkan ve jî bê kirin. Dibe ku ji bo hînbûna hizrên hev û din û naskirina hev, ev yek pir girîng be. Xwezî gelek kesên din jî ev yek bikira. Ji ber ku gelek caran mirov ne hev û din, lê hizrên der barê hev de dizanin. Pêwîst nake ku ev yek teqez bi xwedîderketineke pir xurt bê kirin. Bi bikaranîna zimanekî bêalî jî mirov dikare xizmeta aştiyê bike. Ya girîng ew e ku mirov dengê hev bibihîzin û bi serpêhatiyên hev bihesin. Wek mînak, divê em çîroka dayika leşkerekî û çîroka dayika gerîlayekî bighîjin hev. Ji ber ku mirov gelek caran tenê bi êşên xwe dizanin, lê tiştên ku aliyê din jiyane qet nabihîzin. Lê belê, bihîstina çîroka hev, empatiyê pêkan dike. Di rastiyê de, li vir erkên mezin dikevin ser milê me hemûyan. Divê bi rengekî mirov aliyan bi hev bide naskirin. Pêwîst e em piştrast bikin ku mirov ji hev agahdar in, hev fêm dikin û empatiyê ava dikin. Ez jî niha bi derfetên di destê xwe de û bi amûrên ku ez xwediyê wan im, hewl didim vê yekê pêk bînim.”

‘ROJNAMEGERIYA AŞTIYÊ MIJAREKE TAYBET E’

Ercan Îpekçî jî biryarên Dadgeha Bilind ên derbarê xebatên çapemeniyê de bi bîr xistin û wiha axivî: “Tiştê ku ji bo me diyarker û girêder e, pîvanên pîşeyî ne. Heke em xwe bi qanûn û pîvanên ku Dadgeha Bilind destnîşan kirine ve girêdayî bibînin, em nikarin rojnamegeriya aştiyê bikin. Em rêzê li qanûn û biryarên darazê digirin lê belê tiştê ku me girêdide pîvanên pîşeyî ne. Ji ber vê yekê em ê bi vî rengî berdewam bikin. Rojnamegeriya aştiyê mijareke taybet e û hûrbîniyê dixwaze. Di demekê de ku li serê pîvanên me yên pîşeyî rêzgirtina ji heqîqetê re heye, ji bo rojnamegeriya aştiyê hewldana derxistina holê ya tiştên nedîtbar, yek ji pêdiviyên rojnamegeriya aştiyê ye. Pîvanên me yên pîşeyî dibêjin rêzê li heqîqetê bigire, Dadgeha Bilind jî dibêje bi heqîqeta dîtbar sînordar bimîne bes e. Lê belê tu heqîqetê nîşan nadî, tu vedişêrî. Ev yek ne tenê meseleya heqîqeta dîtbar e, di heman demê de pêwîst e tu heqîqetê bi xwe jî nîşan bidî.”

‘PÎVANÊN PÎŞEYÎ TÊN BINPÊKIRIN’

Îpekçî di berdewamiya axaftina xwe de, pênaseyên gelek rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên li ser rojnamegeriya aştiyê, kîjan têgeh divê bên bikaranîn û ew têgeh çawa divê bên bikaranîn xwend û got: “Hem rêxistinên pîşeyî yên neteweyî û hem jî yên navneteweyî ev pîvanên pîşeyî qebûl kirine. Heke me rojnamegeran rêzgirtina li heqîqetan ji xwe re wekî bingeh qebûl kiribe û cudakarî qedexe kiribe, wê demê pêwîst e em hemû li gorî van pîvanan tevbigerin. Ji bilî hejmareke pir hindik a saziyên weşanê ku bi tundî bi pîvanên pîşeyî ve girêdayî ne, ev pîvan bi awayekî berdewam tên binpêkirin. Dev ji hewldana pêkanîna rojnamegeriya aştiyê berdin, di serî de pîvanên pîşeyî tên binpêkirin. Digel vê yekê mafên mirovan jî tên binpêkirin.”

‘BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ EM DIKARIN AŞTIYÊ MISOGER BIKIN’

Îpekçî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zexta desthilatdariyê ya li ser medyayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila em hemû barê rojnamegeriya aştiyê nexin ser milê rojnamegeran. Bêguman girîngiya me heye. Hêza me ya arastekirina civakê jî heye. Yek ji rêyên vê yekê jî têkoşîna rêxistinkirî ye. Bi bidestxistina hişmendiyeke hevgirtinê ya hevpîşeyên me ku bikaribe têkoşîna rêxistinkirî bimeşîne, pêkan e ku em vê aştiyê misoger bikin. Dibe ku ji eniya xwe ve em bikaribin piştgiriyê bidin têkoşîna aştiyê û bibin xwedî wê hêzê ku zimanê otorîteyên din biguherînin.”

Piştî axaftinan, beşdaran jî raman û nêrînên xwe yên der barê vê mijarê de anîn ziman. Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek, xebatên ku di warê rojnamegeriya aştiyê de bi rê ve dibin, ragihandin. Hevseroka DFG’ê Kesîra Onel jî bal kişand ser astengî û pirsgirêkên ku rojnameger li bajarên Kurdistanê pê re rû bi rû dimînin û destnîşan kir ku li dijî van pêkanînan divê zimanekî hevpar bê avakirin. Seroka MKG’ê Rosa Metîna jî pirsgirêkên ku rojnamegerên jin dijîn vegotin û bal kişand ser wê yekê ku ji ber ku ew aştiyê diparêzin, têne armanckirin.

Komxebat, piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di navbera Belçîka û Tirkiyeyê de çi diqewime?
Nûçeya Pişt re Lêkolîn: Neandertal 60 hezar sal diran tedawî dikir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qetilkirina Baran Ebdî li Mersînê hate şermezarkirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê êrişên li ser Rojava û qetilkirina Baran Ebdî yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bejahiya Siwêdayê hate bombekirin

Herêma li rojavayê bajarê Siwêdayê doh bi şev bi çekên giran hate bombekirin.

Ji aliyê Stêrk TV

10 drone li Hewlêrê hatin xistin

Yekîneya Antî-Terorê ya PDK'ê ragihand ku hêzên koalîsyonê serê sibehê li ser ezmanê Hewlêrê 10…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?