Akademiya Jineolojiyê îro li Goristana Şehîdan a Delîl Saruxan a li Qamişloyê bi merasîmekê Şehîd Nagîhan Akarsel bi bîr anî. Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan berşdarî merasîmê bû.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Cîhan Gulo li ser têgeha şehadetê û qurbaniyên şehîdan axivî û destnîşan kir ku şehîdan laşên xwe kirine pirek da ku yên din jî bi rûmet bijîn.
Endama Akademiya Jineolojiyê, Leman Şêxo li ser Şehîd Nagîhan Akarsel axivî û bal kişand ser rola wê di warê Jineolojiyê de.
Leman her wiha behsa xebata Şehîd Nagîhan Akarsel di rojnamegeriya azad de kir, behsa nivîsên wê û rola wê di ragihandina rastiyê ji bo gel kir.
Merasîma bîranînê bi pêşkêşkirina sînevîzyoneke li ser jiyan û têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel bi dawî bû.

