Di çarçoveya lêpirsîna ku derheqê Şaredariya Bûca ya navçeya Îzmîrê hatiye destpêkirin de Şaredarê navçeyê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan avêt ser bînaya şaredariyê.
Di serdegirtina ku ji aliyê ekîbên Sûcên Organîzekirî û Şaxa Malî ve hate lidarxistin de Serokê Şaredariyê Gorkem Dûman, Şaredarê berê Erhan Kiliç û Serokê Rêxistina Navçeyê yê CHP’ê yê berê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

