Serokkomarê Libnanê Joseph Avn, li ser platforma medyaya civakî X’yê êrîşên Îsraîlê yên li ser welatê xwe bi tundî rexne kir.
Avn anî ziman ku Libnan bi ‘êrîşên hovane’ re ku divê bê şermezarkirin re rû bi rû ye û got ku bi taybetî welatiyên li başûrê Libnanê êşên mezin dijîn.
KONSEYA EWLEHIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ RÛNIŞTINA AWARTE LI DAR DIXE
Serokkomar da xuyakirin ku ew ê ji bo bidawîkirina zehmetiyên ku gelê Libnanê dijî bixebite û ragihand ku li ser daxwaza Fransayê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dê roja Duşemê rûniştineke awarte ji bo Libnanê lidar bixe.
ÎSRAÎL: DESTESERKIRINA KELEHA ŞEKÎF XALA WERÇERXÊ YE
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, dagirkirina Keleha Şekîf a li başûrê Libnanê wekî pêşketinek girîng bi nav kir. Netanyahu, diyar kir ku ew armanc dikin ku kontrola xwe li ser deverên ku di bin destê Hizbullahê de ne berfireh bikin.
LI DEYZ ZAHRANÎ KOMKUJÎ: 8 KES MIRIN
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser bajarê Deyr Zahranî de 8 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn. Di nav qurbaniyan de jin û zarok jî hene. Êrîşeke din li bajarokê Kefar Sir pêk hat û çar kes bûn qurbanî.
LEŞKEREK DIN A ÎSRAÎLÊ MIR
Artêşa Îsraîlê, mirina leşkerekî 20 salî di pevçûnên li başûrê Libnanê de ragihand. Leşker di êrîşeke drone ya Hizbullahê de hat kuştin. Ev yek hejmara kuştinên Îsraîlê ji Adarê ve digihîne 26’an.
ROJA YEKŞEMÊ ÊRÎŞ DIJWARTIR BÛN
Li gorî çavkaniyên Libnanê, Îsraîlê roja Yekşemê 89 êrîşên hewayî li ser 42 wargehan pêk anîn. Gelek dever ji aliyê droneyan û topan ve hatin hedefgirtin û hin xanî hatin wêrankirin.
Hizbullahê ragihand ku di nav rojê de 21 êrîş li ser hedefên leşkerî yên Îsraîlê pêk anîne.

