Îro bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan serdana malbatên gerîlayên şehîd kir ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne û duh hatibûn bibîranîn.
Di dema serdanan de, meta şehîd Canfeda Tolhildan Arîn Kobanê axivî û got civaka bêyî şehîd, bêyî pêşeroj û bêyî azadî ye û got: “Fedakariya şehîdan a li lûtkeyên çiyayan nexşeya azadiyê xêz kiriye û bi wê re jî gihîştine azadiya mutleq.”
Arîn Kobanê wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Şehîdên me misogeriya azadî û rûmeta me ne. Em her tim deyndarên keda wan a li serê çiyayan in û em ê heta dawiyê li ser şopa wan a pîroz bimeşin.”
Her wiha endamê Meclisa Malbata Şehîdan Mihemed Bozî axivî û got: “Destkeftiyên gelê Kurd bi saya xwîna şehîdan in.”
Mihemed Bozî diyar kir ku bi lehengiya wan şehîdan rûmeta gelê Kurd parastine û got: “Gerîlayên me ji hemû êrişên li ser gelê xwe re bûn mertal û cane xwe kirin feda. Em dê deyndarên wan bin.”

