Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) û Parlamentera Dîlokê Sevda Karaca li ser bandora şer, têkoşîna kedê û aştiyê ji ANF’ê re axivî.
Sevda Karaca diyar kir ku şer li tevahiya jiyana civakî belav dibe û got, “Daxwaza karkeran a li ser mûçeyê, mafê grevê, têkoşîna wekheviyê ya jinê, daxwazên demokratîk ên gel ji nişka ve di bin siya nîqaşên ‘ewlekariya mîllî’, ‘mayindebûnê’ yan jî ‘eniya navxweyî’ tê hiştin. Desthilatdarî li şûna ku bersivê bide pirsên ku kedkar lê dike, hewl dide wan li pêşberî gefeke cuda bêdeng bike.
Encamên gelekî şênber ên vê mekanîzmayê heye. Grev bi hinceta ewlekariya mîllî tê astengkirin. Rêxistiniya sendîkayî li zextê rast tê. Îtirazên demokratîk weke pirsgirêka ewlekariyê tê nîşandan. Şerê berjewendiyê yê karker bi patron re, weke ku berjewendiyê patron berjewendiyê hevpar ê tevahiya civakê ye tê terorîzekirin. Dİ nava mercên şer de yên îtiraz dikin bi hêsanî bi nefikirîna li ser welêt û milet dikarin bêne sûcdarkirin. Berdêla herî giran a şer li karker, kedkar û gelê xizan tê birîn. Mirov hem bi hilweşîna aboriyê hem jî bi encamên civakî yên şer re rû bi rû dimînin. Li gel vê yekê jî ji wan tê xwestin ku fedakariyê bikin; pirsên wan ên li ser kêmbûna mûçeyan, bikaranîna çavkaniyên cemaweriyê ji bo ku û kîjan armancê yan jî pirsên wan ên li ser sedema sînordarkirina mafên wan gelek caran di bin siya neteweperestî û şovenîzmê de dimîne.
Dijberiya li şer û têkoşîn kedê du qadên ji hev cuda nîne. Rabûna li ber şer û parastina kedkar karkeran, mafê grevê û azadiya rêxistinbûnê ji hev cuda nikare bêne dîtin. Ji ber ku atmosfera siyasî ya ku şer afirandiye, derfetên kedkaran ên ji bo lêgerîna li mafên xwe teng dike, têkoşîna ji bo parastina van mafan jî li hemberî encamên civakî yên polîtîkayên şer dibe hêzek. Di vir de ya girîng ew e ku dijberiya li şer ji daxwazên rojane yên kedkaran cuda li qadekê neyê asêkirin.
Rabûna li ber şer û parastina keda karkeran, mafê grevê û azadiya rêxistinbûnê wezîfeyeke ji hev cuda nîne. Berevajî vê yekê ji bo bê fêhmkirn bê çima ev maf timî di bin gefa daîmî de ye, em neçar in ku bandora mîlîtarîzmê ya li ser civakê bibînin.”
‘NIJADPERESTÎ Û ŞOVENÎZM NAHÊLE GEL BIGIHÊJE HEV’
Parlamenter Sevda Karaca destnîşan kir ku aştî divê tenê weke rûniştina siyasetmedaran a li dora maseyê, bêdengbûna çekan an jî bi îmzekirina peymanekê neyê bisînorkirin.
Sevda Karaca diyar kir ku şer ji bo yekbûna têkoşîna çînî û têkoşînên civakî astengiyeke mezin e û got, “Nijadperestî, neteweperestî û şovenîzma sorkirî dibin asteng ku gel, jin û ciwan nikaribin li dora daxwazên hevpar bicivin. Mînak; li gel ku karkerên pîşesaziya parastinê di asteke metirsîdar de têne talankirin, ev talanî di bin navê karê ji bo welêt de tê nixumandin û weke pirsgirêkekê nayê dîtin.”
Alîkara Serokê Giştî yê EMEP’ê Sevda Karaca got, di têkoşîna ji bo bicihkirina aştiyeke mayinde li ser zemîneke civakî de, jiyana ku mirov bijî, mafên ku bibin xwediyê wan û ji bo kîjan çavkaniyên civakî bê bikaranîn; nîqaşên li ser van hemûyan wê diyarker be.
Parlamenter Sevda Karaca anî ziman ku xeta aştiya civakî li qadên têkoşîna hevpar dikare bê avakirin ku karker, jin, ciwan, gelê Kurd û hemû bindest bi daxwazên xwe beşdar bibin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Em qala yekîtiyeke welê nakin ku kes dest ji daxwaza xwe berde. Em qala wê yekîtiyê dikin ku daxwazên cuda hevdu xurt dike, her beşek têkoşîna maf û azadiyê ya din weke parçeyek ji têkoşîna xwe dibîne.”
‘DIVÊ KEDKARÊN TIRK XWEDÎ LI DAXWAZÊN GELÊ KURD DERKEVIN’
Sevda Karaca ragihand ku berpirsyariya karker û kedkarên Tirk ew e ku li ber polîtîkayên serwerên xwe rabin, xwedî li daxawza demokrasî, wekhevî û aştiyê ya gelê Kurd derkevin û got, “Ev yek ne tenê ji bo nîşandana piştevaniyê ye, di heman demê de ji aliyê parastina berjewendiyên serbixwe yên çîna xwe jî pêwîstî ye. Ji ber ku di atmosfereke welê de ku gel li hemberî hev tê rakirin, afirandina têkoşîna hevpar zehmet dibe.
Lê belê ev ne tiştekî mirov bibêje ‘bila bibe’ û pêk were. Girîng e ev yek di nava her dînamîka têkoşînê de bê nîqaşkirin. Ji xwe ev nîqaş herî zêde di nava têkoşînê de di nava karkeran de dikare bê kirin. Me tecrûbe kir ku her grev, her berxwedan ji bo vê nîqaşê zemîneke girîng diafirîne.”
Sevda Karaca anî ziman ku nîqaşa aştiyê dikare pêşî li yekîtiya kedkaran veke û got, “Ev yekîtî jî ji ber xwe ve nabe. Em nikarin bibêjin bi bêdengbûna çekan re wê hemû newekhevî ji holê rabe. Ji xwe piştî bêdengbûna çekan, desthilatdarî bi rengekî cuda bersivê dide pirsa li ser welatekî çawa, rastiyeke Kurd a çawa û gelê Kurd û hêzên têkoşînê jî bersivên cuda dide van pirsan.
Ev balkêş e; ji dema destpêkirina pêvajoyê û vir ve di serî de li Amed, Mêrdîn û Wanê, bi taybetî nûnerên odeya bazirganî û pîşesaziyê, nûnerên çîna sermayedar a Kurd a li herêmê li ser pêvajoyê û ya divê bê kirin gelek daxuyanî dan. Di beşeke girîng a van daxuyaniyan de hin daxwazên demokratîk hebin jî ku kes nikarin li ber rabin, gotinên weke ‘qezenca aboriyê ya pêvajoyê’, ‘hatineya aboriyê ya aştiyê’, ‘pêşvebirina herêmî’, ‘razemenî wê zêde bibe, herêm wê bi pêş ve biçe’ derdikeve pêş.
Bêguman sedema sereke ya talankirina Kurdistanê sermayeya Tirk e. Sermayeya Kurd jî hew dide parekê ji vê talanê werbigire. Di bûyerên weke karên piralî yên talankirina daristan, bendav, santralên enerjiyê yên nû, HES, JES, RES, lêgerîna li mmadenê de sermayeya Kurd û kedkarên Kurd wê nebin xwedî heman berjewendî û encaman.”
Parlamenter Sevda Karaca destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê rêxistinên çînî û kedkar ji bo karibin hêza xwe ya rêxistinî bi pêş ve bibe, divê daxwaz û bendewariyên kedkaran ên ji aştiyê hîn bêhtir bê nîşandan.
Karaca ragihand ku gelekî krîtîk e ku dijberiya li şer û têkoşîna kedê bibin yek û got, “Ji ber ku li pêşberî şer eger em tenê bibêjin ’em aştiyê dixwazin’ û tiştekî nekin, hingî em ê têkiliyên siyasî û aboriyê yên şer jinûve hildiberîne weke xwe bihêlin. Dema ku mirov daxwaza aştiyê bi têkoşîna mûçeyê, mafê grevê, edaleta bacê, têkoşîna azadiya jinê û daxwaza wekheviyê ya gelan ve girê bide, aştî wê veguhere têkoşînekê ku beşên berfireh ên civakê xwedî li jiyana xwe derkeve.
Ji ber vê jî şaş e ku aştî weke mercê destpêkê yê yekbûna çînî bê dîtin. Lê belê yekbûna çînî dikare pêşî li aştiya mayinde veke. Yekîtiya kedkaran bi wî rengî nabe ku her kes bi heman rengî bifikire. Li ser zemîneke welê ava dibe ku cihêrengî û daxwazên hev nas dike, dijminatî û berjewendiyên hevpar bi hev re tê fêhmkirin, mirov ji bo mafên hev têdikoşin. Hêza civakî ya aştiya mayinde jî ji vir diafire.”

