Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, endama Heyeta Îmraliyê û parlamentera Wanê Pervîn Bûldan, Serokwekîla Koma DEM Partiyê û parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.
Welatiyên navçeyê pêşî pirsgirêkên xwe yên bajêr anîn ziman û diyar kirin ku ji ber tengasiyên aborî nikarin kar bikin. Welatiyan destnîşankirin ku ew debara xwe bi çandinî û li ser heywanan dikin gotin: “Lîtreya mazota ku em ê erdên xwe pê biajon ji 100 TL derbas bûye. Ji ber vê yekê zevî vala dimînin. Herî dawî ji ber Bendava Ilisû ya ku li herêmê çêkirina wê bi dawî bû, hem hewaya herêmê guherî û hem jî ji ber ku li fistiqan ku çavkaniya debara gelek malbatan e kêm çêdibe, berhem dikevin.”
‘LI TIRKIYEYÊ 50 MILYON MIROV DI BIN SÎNORÊ XIZANIYÊ DE DIJÎN’
Piştre Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhanaxivî û diyar kir ku budçeya 2027an dê di parlamentoyê re derbas bibe û got ku beriya budçeyê hatine ku daxwazên gel guhdar bikin. Bakirhan wiha dest bi axaftina xwe kir: “Axaftinên ku hevalên me li vir kirin, neynika Tirkiyeyê ye. Li her derê xizaniyek giran heye. Gelek pirsgirêkên me jî ji vê xizanî û sedemên aborî çêdibin. Bi milyonan mirov hene ku nikarin tiştekê bidin zarokê xwe, xwarinê bibin malê, mûçeyê ku distînin têra kirêya wan nake. Li Tirkiyeyê 50 milyon mirov di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Hevalekî me got; ‘Edaleta dewletê ol e.’ Niha ji bo xatira xwedê, gelo edalet li vî welatî heye? Hevalên me yên KHKyî vala vala ji nan û aşê xwe bûn. Cotkar nikarin erdê xwe biçînin. Nikarin mazotê û gubreyê bikirin. Hevalê me yên ku bi heywanan re mijûl dibin tiştekî pir xweş got. Got; ‘Ez beramberiya mazot, ceh û kayê ku min kiriye ber nagirim.’ Baş e heke ev dewlet dewleta me hemûyan be, heke dewleta cotkar, kedkar, xizan û teqawîdan be, hinekî jî bila guh bide daxwazên ku xwişk û birayên me yên Sêrt û Misircî anîne ziman. Niha bi hêviya ku birêz Recep Tayyîp Erdogan ê ku we kiribû parlamenterû û bû serokkomar jî vê dibîze.”
‘DIVÊ BUDÇE JI BO KEDKARAN, GEL Û XIZANAN BÊ AMAEKIRIN’
Bakirhan derbarê rêya hesin a ku hukûmet di navbera Sêrt û Misircê de çêbike de jî axivî û got: “Ew ê li Sêrt û Misircê rêya hesin çêbikin. Qurban bim, heke tu ji vir bi meşê bimeşî piştî nîv saetê tu li Sêrtê yî. Çi bûye? Di cihê ku tu wê çêbikî de, heke tu bacên esnafan kêm bikî, deynên krediyên esnafên ku dikandaran xwe girtine bibirî yan jî faîza wê bibirî. Heke tu zarokên xwendekar ên ku sibehê têr nabin re, xwarinekê bide xwendekaran, mûçeyê herî kêm bilind bikî, mûçeyê teqawîdan bilind bikî ma ne çêtir e? Tu vê wekî projeyekê pêşkêş dikî lê binêre Sêrtî vê naxwin. Çima rêya hesin çêdikin? Ji bo ku madenvanên ku li Şîrvan û Sêrtê xwezaya me talan dikin bêhtir qezenc bikin. Vagon dê biçin madenên wan ên li wir bigirin û bigihînin fabrîkeyên wan. Divê budçe ji bo kedkaran bê amadekirin, gel û xizanan bê amadekirin. Dema desthilatiya we de budce tu carî ji bo kedkaran nehat çêkirin. Tu carî ji bo mûçeyê herî kêm nehat çêkirin. Lê ev car em ê destûr nedin. Ez aşkere dibêjim, li Meclîsê di vê mijarê de dijberiya herî hêzdar em ê bikin.”
Bakirhan destnîşan kir ku her li dera Sêrtê bendav û maden e û diyar kir ku ciwan bi mûçeyê herî kêm jî nikarin kar bibînin û wiha axivî: “Niha ez ê nimûneyek hêsan bidim. Hûn biryarê bidin ku ew ji bo kê budçeyê çêdikin. Ew ê ji esnaf, kesên bi mûçeyê herî kêm û karkeran 5 trîlyon lîre bac bigirin. Dê ji dewlemendên ku sermaye û nirxê zêde yê vê welatî dimijin 2 trîlyon lîre bac bigirin. Ev budçe dê bibe baca kê? Budceya kê? Dê bibe budceya dewlemendan. Ji bo vê yekê gelê me yê hêja, em tên pelçiqandin. Em rojek bi roj xizan dibin. Em nikarin debara xwe bikin. Her roj çiyayên me, çemên me, deştên me ji bo dewlemendekî ji madenê re tên vekirin. Her derên Sêrtê bûye bendav, her der bûye maden lê ciwanên Misircî nikarin biçin Marmarîsê bi mûçeyê herî kêm jî kar bibînin. Dikevin nav tiryakê. Em ciwanên xwe winda dikin. Ev nizam, ev edalet, ev budçe bi vê awayî nayê peydakirin. Em nikarin ji vê budçeyê re bêjin budçeya gel û kedkaran. Ji bo ku em ji we re bibin layîq, me îro ev kampanya dest pê kir. Em ê bigerin. Hêviya min ji we ev e ku hûn pirsgirêkên xwe yên di van mijaran de bînin ziman, hevgirtî bibin. Dengê xwe bi hêz bidin bihîstin. Li Tirkiyeyê 16, 17 mîlyon teqawîd dijîn. Beşa ku li vî welatî herî zêde tê pelçiqandin, herî zêde xizan e û nekar e debara xwe bike teqawîd in. Lê birayên me yên teqawîd ne rêxistinbûyî ne.”
Tûncer Bakirhan di berdewamê de got: “Ji ber vê yekê, bi vê bernameya ku me îro kir re bi hêviya xwedê ji bo ku em ji bo pêşeroja teqawîd, kedkar, xizan, yên hatine pelçiqandin, esnafên ku dikan girtine, xwendekarên ku ji bo biçin dibistanê dahata wan nîne û dibistana xwe cemidandine, ji bo pêşeroja wan têkoşînek bi hêztir bikin me ev kampanya dest pê kir. Niha ez ji we dipirsim, li her derê Sêrtê bendav heye. Lê Misircê ev 100 sal in bê av e. Bawer bikin em 24 saet di hefteyê de ji bo ava Sêrt û Misircê dîplomasiyekê dimeşînin.”
‘EV DESTHILAT A DEWLEMENDAN E’
Bakirhan bi van gotinan axatina xwe domand: “Ev desthilat a dewlemendan e. Me herî dawî li ku dît? Di fonê de, di xapandina herî mezin a dîroka Komara Tirkiyeyê de me dît. Tu karî bifikirî? Dibêje ol, dibêje îman. Dibêje ez nimêja xwe ya 5 wextan dikim. 1 TL datîne û ew pere dibe hezar û 250 TL. Nabêje ya 1 TL min çawa bû hezar û 250. Lê 500 hezar mirov jî tên mexdûrkirin, xizan tê mexdurkirin. Ev desthilat çi dike? Dixwaze ser vê bigire. Yên ku dizî kirine, xapandina herî mezin a dîroka komarê kirine, dixwaze ser vê xapandina wan bigire. Lê li Dîlokê zarokekî ji ber ku birçî bû 1 kîlo baqlawa dizî, 9 sal ceza lê birîn. Ceza dide kesê ku ji bo zikê xwe têr bike. Di vê fona ku bûye sedema nêzîkî 100 mîlyar dolar zerarê de tu kesek nayê girtin. Tu kesekî bi torpîl nayê binçavkirin. Tu dewlemendek bi torpîlê nabêje ev çi wijdan e, ev çi mirovatiye û talana mezin çawa kir? Serokê Odeya Esnaf û Zeneatkaran me rast got. Got; ‘Di cihê ku şer, pevçûn, mirin û tundî heye de axaftina ser aboriyê şerm e, çavên wî şil bûn.’ Ji bo vê yekê ev budçe divê ji bo peydakirina edaletê jî bê çêkirin. Em ê li ser budçeya 2027an a ji bo 86 milyon kesan bi awayekî adil û wekhev têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan vekirina Pirtûkxaneya Gel, Xwaringeha Gel a Şaredariyê û Mala Şînê ya Sirri Sureyya Onder ku çêkirina wan ji aliyê Şaredariya Misircê ve hatibû temamkirin hat vekirin.

