Yekşem, 7 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Melîs Gebeş: Binpêkirin dewam dike, sererastkirin şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    NûJINHA: Em tevî êrîş û gefên li dijî ajansa xwe, fealiyetên xwe dimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nabe Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Bûldan, Yildirim û Karay kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Dihokê 2 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û weşangerên Kurd: Eger Kurdî bibe xwedî statu, wê xwendevan jî zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê jinek û birayê wê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Giştî ya KNK’ê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA’yê bertek nîşanî Rahmî Koç da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Dersîmê bersiv dan Ensarîoglu: “Ev mikurhatine, divê tavilê sûcdar bêne cezakirin!”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sûltan Bozkurt: Eger dewlet aştiyê dixwaze divê mafên me nas bike
Rojane

Sûltan Bozkurt: Eger dewlet aştiyê dixwaze divê mafên me nas bike

Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Bozkurt ku komîsyonê axaftina wan ya bi Kurdî asteng kir, got: "Em tenê aştiyê dixwazin. Eger dewlet bi rastî aştiyê dixwaze, divê mafên me nas bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

“Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî” ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê hat avakirin û xebatên xwe didomîne, di 20’ê Tebaxê de guh da Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê. Serokê Komîsyonê Nûman Kurtulmuş bi hinceta rêziknameya navxweyî ya Meclîsê, axaftina Dayikên Aştiyê ya bi Kurdî asteng kir. Ji dayikên ku beşdarî civîna komîsyonê bûn, Dayika Aştiyê Sûltan Bozkurtê ku axaftina wan ya bi Kurdî hat astengkirin, xwest dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd bi dilsoz be û got: “Em naxwazin êdî bi têgeha ‘teror’ê bên naskirin. Divê dewlet daxwazên me bi cih bîne. Gelê Kurd û Rêber Apo hemû berpirsyariyên xwe bi cih anîne.”

 

‘ZAROKÊN ME LI DIJÎ VÊ NEHEQIYÊ BERXWEDANÊ DIKIN’

Dayika Aştiyê Sûltan Bozkurt diyar kir ku wekî dayik 28 sal in ji bo aştiyê ti derî nehiştine ku lê nexistine û wiha got: “Hemû derî li ser rûyê me hatin girtin, lê çi bibe bila bibe, me baweriya xwe ya bi roja ku aştiyê tê winda nekir. Derdê me tenê ev e ku li van axan aştî pêk were. Li ku derê bêedaletî û nehiqûqî hebe, divê mirov li dijî wê derkeve. Heta niha gelê Kurd li hemberî bêedaletî û nehiqûqiyê 29 caran serî hilda. Zarokên me li dijî vê neheqiyê berxwedanê dikin. Her tiştê me qedexe ye. Navên gundên me, navên bajaran û navên me jî qedexe kirin. Navê keça min jî qedexe kirin. Min nekarî navê Kurdî li keça xwe bikim.”

‘PÊVAJOYA AŞTIYÊ JI BO HEMÛ GELAN BÛ HÊVÎ’

Sûltan Bozkurt destnîşan kir ku pêvajoya ku Rêber Apo dest pê kir ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelan hêviyek e û wiha pê de çû: “Rêber Apo salên dirêj e dibêje ku pirsgirêka Kurd divê di meclîsê de bê çareserkirin. Dema komîsyon hate avakirin, me ev yek girîng û hêvîdar dît, lê di civînê de axaftina bi Kurdî ji me re qedexe kirin. Em bi şefafî û hesasiyetê nêzî vê pêvajoyê dibin. Dema ku em di nav pirsgirêkeke 100 salî de ne û ez nikarim bi zimanê xwe xwe îfade bikim, ev nîşan dide ku pirsgirêk gelekî giran û kûr in.”

‘DIVÊ DEWLET LI HEMBERÎ GELÊ KURD DILSOZ BE’

Sûltan Bozkurt bilêv kir ku divê dewlet zû gavên berbiçav bavêje û wiha bi dawî kir: “Pêşî divê hemû qedexeyên li ser zimanê Kurdî rakin û wê wekî zimanekî fermî qebûl bikin. Divê dewlet baweriyê bide me. Dewleta Tirk divê li hemberî gelê Kurd bi dilsoz be. Me her tim ji bo aştiyê têkoşîn kir. Zarokên me ji bo mafên xwe têdikoşin. Divê êdî dev ji naskirina me bi têgeha ‘teror’ê berdin. Em vê têgehê ya ku ji bo zarokên me tê bikaranîn qebûl nakin. Em naxwazin êdî ti dayik bigrî. Divê dewlet daxwazên me bi cih bîne. Gelê Kurd û Rêber Apo hemû berpirsyariyên xwe bi cih anîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bozan: Nêzîkatiya li hemberî Rojava bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dike
Nûçeya Pişt re Şehîdgeha Herekolê hatiye wêrankirin: Aqûbeta 63 cenazeyan ne diyar e!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Wê destûr ji xeteke bazirganiyê ya li ser Tirkiyeyê neyê dayin’

Ekonomîst Ahmet Pelda destnîşan kir ku Projeya Rêya Pêşketinê di mercên heyî yên aborî de…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

RSF: Salekê 67 rojnamevan hatin kuştin, nîvî jê li Xezeyê bûn

Rojnamevanên Sînorneas (RSF) dir apora xwe ya sala 2025'an de ragihand ku li seranserê cîhanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Melîs Gebeş: Binpêkirin dewam dike, sererastkirin şert e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

NûJINHA: Em tevî êrîş û gefên li dijî ajansa xwe, fealiyetên xwe dimeşînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Nabe Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?