Bi pêşengiya AKKAY-DER’ê li Mala Taziyeyê ya Taxa Ova ya navçeya Seyhan a Edeneyê, merasîma bîranînê di roja 3’yan de didome. Li cihê ku bîranîn lê hate lidarxistin, pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” û “Şehîd namirin” û posterê mezin ê Rêber Apo hatin daliqandin. Li ser maseyên bîranînê flamayên zer, sor û kesk, wêneyên şehîdan û wêneyên Rêber Apo hatin danîn. Bîranîn di saetên şevê de wê bi merasîmê bi dawî bibe.
MÊRSÎN
Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li Mala Taziyeyê ya Taxa Guneş a navçeya Akdenîz a Mêrsînê bîranîn di roja 3’yan de ye. Li cihê bîranînê pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Şehîd namirin” û “Şehîd heqîqeta Rêbertî, Rêbertî heqîqeta gel e” û posterê Rêber Apo hatin daliqandin. Bîranîn di saetên şevê de wê bi merasîmê bi dawî bibe.
MÊRDÎN
Li navçeya Qoser a Mêrdînê bi pêşengiya MEBYA-DER’ê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê yên şehîd merasîma bîranînê hate lidarxistin. Roja destpêkê ya bîranînê li Salona Dawetê ya Arya Guneş a li Taxa Berçem bi dirûşmeya “Şehîd namirin” destpê kir.
Li salona bîranînê “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Şehîd candarê nirxên hezar salan” hatin daliqandin. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Bîranîn bi serdanan didome.
AMED
Di Pêşengtiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê de ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne, li eywana dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bîranin tê lidarxistin. Di roja seyemîn a bîranînê de ji bo cangoriyan mewlûd hate dayîn. Malbaten cangoriyan, parlamenterên DEM Partiyê, endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî û bi hezaran kes tevlî bernameya bîranînê bûn. Li ser maseyan wêneyên cangoriyan û gul hatin danîn. Li eywanê pankartên “Şehîd Namirin” û posterê Rêber Apo hatin daliqandin.
Di bîranînê de ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan mewlûda Kurdî hate xwendin. Piştî xwendina mewlûdê teberikên mewlûdê hatin belavkirin. Bîranîn dê bi nîşandana sînevîziyonê axaftinan bi dawî bibe.
Her wiha li navçeyên Farqîn û Bismilê jî wê merasîmên bîranînê bi temaşekirina sînevîzyonê bi dawî bibin.
SÊRT
Endamên Tevgera Azadiyê yên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de di dîrok û li cihên cuda de şehîd bûne, di roja sêyemîn de li Eywana Dawetê ya Ûgûrê ya Sêrtê bi awayekî girseyî tên bibîranîn. Malbatên şehîdan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên bajêr û gelek welatî tevlî bernameya bîranînê dibin. Bîranîn bi xwendina mewlîdê berdewam dike. Li eywana ku bîranîn lê heye, posterên mezin ên Rêber Apo û wêneyên şehîdan hatin daliqandin. Her wiha wêneyên şehîdan bi rengên kesk û sor û zer hatin xemilandin. Pankartên bi nivîsên “Em şehîdan naspêrin axê, dispêrin dilê xwe”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike”, “Em deyndarê şehîdên xwe ne, şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîdên me pêşeroja me ne”, “Xelayên cangoriya bi rêxistinbûyîn û xwedî derketinê pêkan e” û “Şehîd ronahiya rêya me ne” hatin daliqandin. Serdana bîranînê bi awayekî girseyî didome.
Bîranîna ku bi xwendina mewlîdê berdewam dike, dê saet di 17:00’an de bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bibe.

