Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > TEV-ÇAND’ê hunermend Herekol û Dag bi bîr anî
Çand û Hûner

TEV-ÇAND’ê hunermend Herekol û Dag bi bîr anî

TEV-ÇAND Ewropayê Şehîd Yekta Herekol û Halîl Dag bi bîr anî û diyar kir ku wê xwedî li xeta herdu hunermendên şoreşger derkevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

TEV-ÇAND Ewropayê ji ber salvegera şehadeta şehîd Yekta Herekol û Halîl Dag daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Îro salvegera 20’emîn a şehadeta hunermendê şanoya şoreşger Yekta Herekol e. Di 27’ê Adara 2004’an de li bajarê Helebê çalakiya fedaî kir û şehîd bû. Yekta Herekol ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve weke ‘xeta me ya hunerê’ hate qebûlkirin. Ew şoreşgerek bû ku bi jiyan û hunera xwe tijî ders bû.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Yekta Herekol sala 1968’an li Xozad a Dersîmê ji dayik bû, li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê xwend. Piştre tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû, li qadên gerîla, li Yewnanistan, Romanya, Rûsya, Kampa Mexmûrê, Rojavayê Kurdistanê û Helebê lîstikên şano nivîsand, bi rê ve bir û pêşkêş kir. Ji Pîr Sûltan heta bi Kawayê Hesinkar bi rola gelek karakteran lîst.

Yekta Herekol her wiha girîngiyeke mezin da sazîbûnê. Di sala 2001’ê de bû yek ji damezrînerên Dibistana Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li vê dibistanê li qadên sînema, muzîk, şano, wêne û wêjeyê gelek gerîla perwerde kir û hilberînên mezin kir.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bîranîna Şehîd Yekta Herekol nehate jibîrkirin û hate gotin, “Li Rojava şoreş pêk hat. Xelkê me yê li Rojavayê Kurdistanê bi navê Yekta Herekol akademiyên hunerê ava kir. Di van akademiyan de şagirt bi muzîk, sînema, şano, govend û wêneyan qala şoreşa Rojava dikin, h er sal 27’ê Adarê bi navê wî Festîvala Şano lidar dixin.

Di sedsala 20’î de bi asîmîlasyon û komkujiyan hate xwestin ku çand û nasnameya Kurdan bê tinekirin. Hunermendên şoreşger ên mîna Yekta Herekol kirin ku nasnameya Kurd bê parastin, nûnertiya çanda nû ya şoreşgerî û berxwedêriyê kirin. Weke kedkarên çand û hunerê em ê li ser şopa vê rêyê bin.

Em Şehîd Yekta, Şehîd Baran, Şehîd Sarya, Şehîd Hêvî, Şehîd Rêzan, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Daxistan û şexsê wan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bi vê wesîleyê Roja Şanogeran a Cîhanê di serî de li şehîdan li hemû kedkarên hunera şanoyê pîroz dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de têkildarî şehadeta Halîl Dag jî hate gotin, “Piştî pênc rojan dostê leheng û çiyayan hunermendê şoreşger Halîl Dag (Ûysal) şehîd bû. Di 1’ê Nîsana 2008’an de li qada Besta ya Botanê di êrîşa mêtingeriya Tirk de şehîd bû.

Halîl Dag di sala 1973’an de ji dayik bû, li Îzmîr û Elmanyayê mezin bû. Di sala 1995’an de weke kameramann çû çiyayên Kurdistanê û heta şehîd bikeve karê belgekirina şervanên azadiyê yên Kurdistanê kir.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Taybetmendiyeke din a girîng a Halîl Dag karên wî yên li qada sînemayê bû. Ew damezrînerê Sîne-Çiya ye. Derhênerê fîlmên Tîrêj, Eynika Bejnê, Firmêskên Ava Zê, Bêrîtan, Dema Jin Hez Bike û Nepeniyên Rûyê Me bû. Hunera sînema ya ku li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya wî destpê kir, hîn jî dewam dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de di şexsê Yekta Herekol û Halîl Dag de şehîd hemû hatin bîranîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Mexmûrê şehîdên Heftiya Qehremaniyê bi bîr anîn
Nûçeya Pişt re Li Reqayê êrîşa çekdarî li ser bendeke QSD’ê hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn bi fikrê Rêber Apo dibe’

Şêniyên Firatê diyar kirin ku ew li dijî êrîşên dagirkeriyê bi hêza xwe bawer in…

Ji aliyê Stêrk TV

Kompanya Çetir: Li dijî dewleta Tirk divê helwesteke cidî bê nîşandan

Kompanya Çetir a medyayê têkildarî qetilkirina rojnamevanan daxuyaniyek da û bang kir ku li hemberî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li DEM Partiyê serdanên ji bo cejnê

Bi wesîleya cejnê şandeyên CHP û Partiya Gelecek serdana DEM Partiyê kirin. Di serdanan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?