Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Tulay Hatîmogûllari: Desthilatdariyê li Sêrtê darbe pêk anî
Jin

Tulay Hatîmogûllari: Desthilatdariyê li Sêrtê darbe pêk anî

Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê û got, “Êrîşên li ser Tişrînê divê demildest bi dawî bibin.” Hatîmogûllari diyar kir ku ku desthilatdariyê li Sêrtê darbe pêk anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li eywaneke li semta Okmeydaniyê ya Stenbolê panela “Di Dorpêça Şer de Şoreşa Jinê: Jin li Rojava Jiyaneke Nû Ava Dikin” lidar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û gelek jin tevlî panelê bûn. Li eywana panelê wêneyên wêraniya êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn daliqandin.  

Tulay Hatîmogûllari di destpêka panelê de axivî û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku tayînkirina qeyûm nenaskirina vîna gel e û wiha got: “Qeyûm, derbeya siyasî ye. Derbeya li dijî îradeya gel e, binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Qeyûm, nayên qebûlkirin. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman. Em vê qebûl nakin. Dê têkoşîna me ya li dijî pergala otorîter bidome. Dev ji vê feraseta qeyûmperest berdin. Tavilê van memûrên xwe paşve bikişînin û îradeya gel dîsa vegere ser peywira xwe.”

Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got ku ji van geşedanan xuyaye ku pergala kûrewî di nava guherîn û veguherînê de ye. Tulay Hatîmogûllari, guherînên li Sûriyeyê bi bîr xist û got ku êrîş li ser kesên sekuler, jin û daxwaza jiyaneke azad dikin tên kirin.

Tulay Hatîmogûllari, got ku tecrûbeya Rojava di nava şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ku ji sala 2011’an ve didome, mîna stêrkekê dibiriqe û ev tişt anî ziman: “Tecrûbeya Rojava bi pêşengtiya jinan pêk hat û ji bo pêşerojê ronahî ye. Modêla Rojava, ji bo tevahiya herêmê pir girîng e. Hêzên tarî û rejîmên otorîter ên herêmî ku tehemûla tecrûbeya Rojava nakin, hewl didin vê modêlê tune bikin. Em dibînin ku bi destê çeteyên SMO’yê êrîşî Rojava dikin. Li Bendava Tişrînê hunermend, nivîskar, parastvanên xweza û mafên mirovan qetil kirin. Divê Tirkiye tavilê dev ji vê helwesta xwe ya neyînî berde. Heke em qala aştiyê bikin, gava herî girîng ev e. Qetilkirina sivîlan a bi ÎHA û SÎHA’yan û aştî li rex hev nabe. Pergala li Rojava ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê misogeriya ewlehiyê ye.

Heke em bixwazin tevahiya sînor biewle be, rêya vê aştiya demokratîk e. Dema em qala Rojava dikin, hemû hevalên jin keyfxweş dibin. Ji ber ku berxwedana Kobanê tê bîra her kesî. Berxwedana Kobanê nîşan da ku DAÎŞ û dûvikên wê dikarin bên têkbirin. Rojava, têkoşîna jinên ji bo azadiyê canê xwe feda kirin e. Xaka azadî û jiyana wekhev e. Li dijî tarîtiya çeteyên DAÎŞ’ê çirayeke ku Rojhilata Navîn ronî dike. sembola têkoşîna li dijî êrîşên zayendperest û faşîst in.

Îktîdara Tirkiyeyê û medyaya wê gelên Tirkiyeyê dixapîne û weke ku li Rojava sivîl nejîn, weke ku jiyan tune be û weke ku her kes leşker be nîşan dide. Ev xelet e, îktîdar gel dixapîne. Li Sûriyeyê tekane rêyeke heye ku ew jî avakirina rêveberiyeke demokratîk e ku hemû gel û bawerî tê de cih bigirin. Divê hevserokatî û nûnertiya wekhev bê qebûlkirin û parastin. Modêla Rojava, modeleke sekulere û ji bo şerên olê yên herêmê jî tekane çareserî ye. Dermanê pirsgirêkên li herêmê ye. Lewma parastina destekftiyên rêveberiya xweser a li Rojava, bi destûra bingehîn misogerkirina wan û amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk girîng e. Biqasî ji destê me tê em ê li Tirkiyeyê li ser vê zemînê piştgiriyê bidin.”  

Panel, ji çapemeniyê re girtî domiya.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê bîlançoya êrîşan û şer eşkere kir
Nûçeya Pişt re ‘Heta êrîş disekinin, wê berxwedana Tişrînê bidome’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlayên HPG’ê: Dijmin wê ti carî bi ser nekeve

Gerîlayên HPG'ê Brûsk Şêrawa û Ronî Dêrik destnîşan kirin ku heta ew bi ruhê berxwedanê…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE’yê li peravê Ekvadorê keştiyeke din jî noqî avê kir

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) keştiyeke ku dihat îdîakirin têkiliya wê bi tiryakê heye, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Serdana goristan û malbatên girtiyan kirin

Di roja ewilî ya Cejna Remezanê de li gelek bajaran serdana goristanan û malbatên girtiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?