Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari qala detayên hevdîtina li Îmraliyê kir
Rojane

Tulay Hatîmogûllari qala detayên hevdîtina li Îmraliyê kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku Rêber Apo gotiye, "Mijûlkirin û meşandina polîtîkaya li bendê bimîne-bibîne, wê bibe nebaşiya herî mezin ku li gelên Tirkiyeyê bê kirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û qala naveroka hevdîtina li Îmraliyê kir.

Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku hevdîtina duyemîn a Îmraliyê pêk hat ku gelên Tirkiyeyê meraq dikir û got, “Di hevdîtina li Îmraliyê de axaftin li ser çi hate kirin? Neşxerêya ji hevdîtinên li Îmraliyê bêguman mijareke ku Tirk, Kurd û hemû gelên vî welatî li bendê ne. Em bi vê zanin. Beriya ku der barê mijarê agahiyên berfireh bidim, dixwazim silavên Birêz Ocalan ji bo hemû welatiyan ji vê derê bi we re parve bikim.

Birêz Ocalan di hevdîtinê de gotiye, ‘Ez karê xwe dewam dikim’. Têkildarî hevdîtina ku raya giştî li bendê bû, dixwazim çend xisûsên girîng ên ku civaka Tirkiyeyê eleqedar dike bi we re parve bikim. Birêz Ocalan diyar kir ku di demeke dîrokî de ne ku krîzên navneteweyî, neteweyî û herêmî ketine ser hev. Got, ‘Di vê dema ji krîzan de têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê mijûlkirin û meşandina polîtîkaya li bendê bisekine-bibîne, wê bibe nebaşiya herî mezin ku li gelên Tirkiyeyê bê kirin’.

Li hemberî krîza rêya parastina civaka Tirkiyeyê û gelên herêmê diyar e. Banga Birêz Ocalan zelal e. Çareya yekane ya rizgariya ji krîzan ew e ku Tirkiye ber bi zemîna demokrasiyê ve bê kişandin. Di vê çarçoveyê de Birêz Ocalan di vê hevdîtinê de careke din destnîşan kir ku ew dixwaze meseleyê ji ser zemîna tundî û şer bikişîne ser zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqê. Mîna ku Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de jî destnîşan kir ku lihevkirinên di demên krîtîk ên dîrokê de tevkariyeke girîng li çareseriya pirsgirêkan dike.

Di hevdîtina 22’ê Çileyê de Birêz Ocalan anî ziman ku pirsgirêk tenê bi rêya hiqûqa demokratîk dikare bê çareserkirin û girîngiya vê yekê destnîşan kir. Dixwazim bibêjim ku Birêz Ocalan ev xisûs bi taybetî destnîşan kiriye; Timî fikara li ser mayindebûnê tê afirandin, keda karker û kedkaran li polîtîkayên ewlekariyê tê xerckirin, xizanî tê girankirin, bêhiqûqî bûye mijareke ji rêzê, mêtingerî belav bûye û dijminatiya li jin û zarokan zêde bûye. Destnîşan kiriye ku ew amade ye nexşerêya rizgariya ji vê rewşê amade bike.

Bi zimanekî xurt diyar kiriye ku ew amade ye zemîneke welê biafirîne ku Tirkiye ji hemû prangayan rizgar bibe. Belê em jî dibêjin, di van demên girîng ên dîrokî de divê Tirkiye ji prangayan rizgar bibe. Belê em dibêjin, divê Tirkiye xwe ji jibera sed salî rizgar bike.

Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de ji heyeta me re got, eger nêzîkatiya Bahçelî bi aqlê dewletê re bigihêje hev wê bibe wesîleya gaveke dîrokî ku xizmetê ji aştiyê re bike. Em bi taybetî vê yekê destnîşan dikin. Divê desthilatdarî jî êdî gavên şênber ên cihê baweriyê biavêje. Divê îradeyeke xurt a çareseriyê destnîşan bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji FEDA û DAKB’ê di meha Xizirê de banga piştevanî û yekîtiyê
Nûçeya Pişt re Komkujiya Roboskî: 13 sal derbas bûn, hîna edalet pêk nehatiye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Volkanê Semeru teqiya: Di asta herî bilind de alarm hate dayin

Volkanê Semeru yê li Endonezyayê teqiya, bi qasî 5.6 kîlometreyî xwelî bi ser volkan ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta Îmraliyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Heyeta Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ber bi Girava Îmraliyê ve bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk Girê Miştenûr bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker girê Miştenûr ê bajarê Kobanê bombebaran kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?