Waliyê Hesekê Nûredîn Ehmed îro li avahiya parêzgariyê pêşwaziya şandeyeke wezaretê dadê ya hikumeta demkî kir. Şande ji serokatiya cîgirê giştî yê komarê Hesan Turbe, endamê wezaretê dadê Mihemed El Nasir û nûnerê serokê hikumetê Ehmed El Hîlal pêk tê.
Ev serdan di çarçoveya peyama 29’ê Çileyê de ji bo temamkirina proseya entegrekirina saziyên dadweriyê yên parêzgeha Hesekê hat kirin.
Şande dê serdana avahiya dadê ya li bajarê Hesekê jî bike.

