Xalên pêşnûme qanûna bi navê “Qanûna li ser Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” bi vî rengî ne:
“Pêşnûme Qanûna bi sernavê ‘Qanûna li ser Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî’ ji 12 xalan pêk tê. Di metna pêşnûme qanûnê de ku ji bo tespîtkirina bidawîbûna hebûna rêxistina terorê ya PKK/KCK’ê û hemû rêxistinên ser bi wê ve, tespîtkirina her cûre çek û cebilxaneyên di bin kontrola xwe de û piştrastkirina vê tespîtê hate amadekirin;
* Meqamê Tespît û Teyîdê: Hate pêşbînîkirin ku ji aliyê saziyên ewlehiyê ve bê tespîtkirin û ji aliyê Konseya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ve bê teyîdkirin ku hemû pêkhateyên rêxistinî û her cûre hêzên di bin kontrola wê de hebûna xwe ya fiîlî bi dawî kirine û çekên xwe danîne.
* Çarçove: Sûcên damezerandin an jî rêveberiya rêxistina terorê PKK/KCK’ê, endamtiya rêxistinê, alîkariya bi zanabûn û dilxwazî û propagandaya rêxistinê; sûcên di çarçoveya xebatên vê rêxistinê de hatine kirin û sûcên di çarçoveya Qanûna Hejmart 6415’an a derbarê Rêgirtina li Fînansekirina Terorîzmê de li ser navê vê rêxistinê hatine kirin vedihewîne.
* Derveyî Çarçoveyê: Sûcê kuştina bi zanebûn ku di çarçoveya xebatên rêxistinê de hatiye kirin û lêpirsîn û darizandinên ji ber sûcên ku beriya 01.06.2005’an hatine kirin û cezayê girtîgehê yê muebedê an jî muebeda giran pêwîst dike, li derveyî çarçoveyê hatine hiştin.
* Lêpirsîn û Darizandin: Nirxandinên derbarê kesên ku dikevin nav çarçoveya vê qanûnê de wê ji aliyê wan meqamên ku niha lêpirsîn û darizandin li ber destê wan e bê kirin. Lê belê hat sazkirin ku serlêdanên ji bo sûdwergirtina ji vî qanûnê dikarin ji serdozgeriyên komarê yên cihê ku lê an jî ji saziyên ku ji aliyê Lijneyê ve hatine wezîfedarkirin re bê kirin.
* Taloqkirina Lêpirsîn û Darizandinan: Ji bo sûcên ku cezayê wan herî zêde 15 sal an jî kêmtir e 5 sal; ji bo sûcên ku cezayê wan ji 15 salî zêdetir e û cezayê muebda an jî cezayê muebeda giran pêwîst dike, 10 sal taloqkirina lêpirsîn û darizandinê hat pêşbînîkirin. Di nava du hefteyan de rêya serlêdan û îtiraza li dijî biryarê vekirî ye.
* Rêgeza tevdîrên parastinê yên derbarê girtin û kontrola edlî de, eger mercên wan ji bo sûcên ku biryara taloqkirina ji bo wan hatiye dan hebin, wê bê rakirin.
* Derbarê dosyayên di qonaxa lêkolîna rêya qanûnê de ne biryara xerakirinê wê bê dan û ji aliyê dadgeha ewil ve biryara taloqkirinê wê bê dayîn. Eger demên diyarkirî bêyî ku sûcek bê kirin derbas bibin, wê biryara nehewcebûna şopandina dozê an jî betalbûnê bê dayîn.
* Taloqkirina Cezayan: Cezayên girtîgehê yên ku bi tevahî 15 sal an jî kêmtir in ji bo 5 salan; cezayên girtîgehê yên ku bi tevahî ji 15 salan zêdetir in û cezayên muebed an jî muebeda giran, bi biryara dagerê înfazê û bi şertê ku rêya îtirazê vekirî be ji bo 10 salan wê bê taloqkirin.
Eger di dema taloqkirinê de bêyî ku sûcek bê kirin derbas bibe, cezayê hatî birîn wê wek derbasbûyî (înfazbûyî) bê hesibandin.
* Dema Demborînê: Di demên taloqkirinê de demborîna doz û cezayan wê neyên hesabkirin.
* Ji Mafan Bêparhiştin: Biryarên taloqkirinê wê ji aliyê Lijneyê ve bi rengekî serdemî bê nirxandin. Lijne eger pêwîst bibîne dikare ji dageriya ceza ya sulhê/dadgehê/dadgeha înfazê daxwaz bike ku bêparhiştina ji mafan a ji ber lêpirsîn/darizandin/cezakirinê çêbûye bi hemû encamên xwe ve bê rakirin.
Ji bo biryarên taloqkirinê yên ku weke 5 salan hatine dan, derbasbûna 2 salan ji dîroka biryarê û ji bo biryarên ku wekî 10 salan hatine dan jî derbasbûna sê salan tê xwestin.
* Şopandin, Koordînasyon û Sepandin: Lijneya ku di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar de ji Wezîrê Edaletê, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Karên Navxweyî, Wezîrê Parastina Neteweyî, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê, Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlehiya Neteweyî pêk tê, wê şopandin û nirxandina sepandina vê Qanûnê bike.
Hate pêşbînîkirin ku koordînasyona Lijneyê ji aliyê Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê ve bê kirin.
Komîsyona Şopandinê ya Meclisa Mezin a Mîllî ya Tirkiyeyê (TBMM) ku ji 17 endaman pêk tê wê bê avakirin û xebatên di çarçoveya vê qanûnê de bêne şopandin.
* Radestbûn û Çekberdan: Hate pêşbînîkirin ku giştîname ya ji bo pêvajoya tomarkirinê wê bi nêrîna saziyên ewlehiyê bipirsin û ji aliyê Wezareta Parastina Neteweyî û Wezareta Karên Navxweyî ve bi hev re bê amadekirin.
* Dema Serlêdanê: Piştî ku Biryara Konseya Ewlehiya Neteweyî di Rojnameya Fermî de hate weşandin, di nava şeş mehan de serlêdana bi nivîskî ji bo sûdwergirtina ji vê Qanûnê bê kirin.”

