Welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) têkildarî pêkanînên nû yên li hemberî Îsraîlê, carek din li hev nekirin. Di civîna wezîrên karên derve ya li Luksemburgê de, bi taybetî pêşniyara rawestandina hevkariya bi Îsraîlê re kete rojevê.
ELMANYA Û ÎTALYA LI DIJÎ DERKETIN
Lê belê ev pêşniyara ku ji aliyê Spanya û Îrlandayê ve tê destekkirin, ji ber îtîrazên Elmanya, Îtalya û hin welatên din nehate qebûlkirin.
Ji Nûneriya Bilind a Polîtîkaya Derve ya YE’yê Kaja Kallas diyar kir ku ji bo biryarê yekîtiya dengan a pêwîst çênebû û got, “Di vî alî de me piştgirî nedît.”
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Johann Wadephul diyar kir ku divê diyaloga bi Îsraîlê re were domandin û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî anî ziman ku rawestandina peymanên bazirganiyê, ‘wê hemû civaka Îsraîlê ceza bike’.
SPANYAYÊ XWEST KU HELWESTEKE TUND WERE NÎŞANDAN
Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares jî bang kir ku helwesteke hîn tundtir were raberkirin û got, YE divê nirxên xwe biparêze, eger wisa neke bawerî pê namîne.
Wezîra Karên Derve ya Îrlandayê Helen McEntee jî destnîşan kir ku YE divê bikeve nava liv û tevgerê.

