Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xizmên windayan li sê bajaran çalakiyên xwe domandin
Kurdistan

Xizmên windayan li sê bajaran çalakiyên xwe domandin

Xizmên windayan û ÎHD ku li sê bajaran çalakî lidar xistin, li aqûbeta Fethî Yildirim û Mehmet Şîrîn Maltû pirsîn û li kiryarên Nazmi Çaçan pirsîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Şaxên Êlih, Amed û Colemêrgê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li gel xizmên windayan, li sê bajaran çalakiyên xwe berdewam kirin û li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin.

AMED

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê tevî sirûseqemê jî di hefteya 882’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê lidar xist. Rêveberên ÎHD’ê, Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Fethî Yildirim ê ku di 4’ê Çileya 1994’an de li Wêranşarê hatibû windakirin hat pirsîn.

Beriya metna daxuyanî bê xwendin, Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Ercan Yilmaz axivî. Yilmaz bal kişand ser çalakiya dûr û dirêj a windayan. Yilmaz, sala nû pîroz kir û wiha got: “Bila sala nû bibe sala aştî, demokrasî û bibe sala mafê mirovan. Dethilatê hê jî aqûbeta windayan diyar nekiriye. Heger em mesela Kurdan diaxivin divê em pêşî li kujerên windayan bipirsin û diyar bikin. Em gelek kujeran nas dikin ji bo me ya herî zehmet jî ev e ku ev bi rehetî jiyana xwe berdewam dikin.”

Piştre serpêhatiya windkirina Fethî Yildirim ji aliyê Rêveberê ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hat xwendin.

Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Fethî Yildirim xwend û wiha got: “Fethî Yildirim di 4’ê Çileya 1994’an de ji malbata xwe re gotiye ku hevalê wî Abdo Mutlu ku li Almanyayê dimîne hatiye Wêranşarê û ew ê bi Alî Kuran û Nacî Kapancilar re biçe mala Mutlu. Piştî demekê li vir ma, hêzên girêdayî Midûriyeta Polîsa a Wêranşarê di ser malê de girtin. Di serdegirtinê de Alî Kuran, Nacî Kapancılar û Fethî Yildirim û li gel mêvan Abdo Mutlu hatin binçavkirin. Di heman rojê de saet 23.00an de Alî Kuran bi telefonê gazî Silêman Yildirim kir û got ku ew hatine binçavkirin, lê ji bilî Fethî Yildirim em hemû hatin berdan. Piştî wê rojê tu agahî ji Fethî Yildirim nehatiye girtin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê, ÎHD û xizmên windayan ji bo hefteya 718’emîn a çalakiya xwe li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltu hat pirsîn ku di 31’ê Çileya 1995’an de ji mala xwe ya li gundê Zêdiya yê navçeya Hezo hat binçavkirin û ji wê demê ve tu agahî jê nayê girtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Metîn Nas ku çîroka windabûna Maltû xwend, tiştên ku di serlêdana wan de ji wan re hatine gotin parve kir: “Di şeva 31’ê Çileya 1995’an de, hêzên ewlehiyê, leşker, hêzên taybet û cerdevan, bi wesayîtên zirxî bi ser mala Mehmet Şîrîn Maltû yê 17 salî de girtin. Piştî kontrolkirina nasnameya wî, leşkeran Maltû derxistin derve. Maltû heta saet 4’ê sibê li derve êşkence lê hat kirin, qîrîna wî hat bihîstin. Piştre ew birin. Roja din, li dora saet 12:00’ê piştî nîvro, bi çar wesayîtan, dest û lingên wî girêdayî û kîsik di serê wî de, ew anîn gund. Daxwaz kirin ku ew stargeh û çekên PKK’ê nîşanî wan bide. Gundiyan diyar kirin ku Maltû rastî êşkenceyê hatiye, nikare rabe ser pêyan, tu têkiliya wî bi PKK’ê re tune ye. Paşê, leşkeran Maltû bi wesayîtekê birin. Malbatê bi Qereqola Cendirmeyan a Bekirhan û Fermandariya Cendirmeyan a Kozlukê re têkilî danî. Ji wan re hatiye gotin ku kurê wan ne di binçavan de ye. Di heman demê de, kesekî ku li Tabûra Komando ya Batmanê hatibû girtin, hatiye berdan û ji malbata Maltû re gotiye ku wî Mehmet Şîrîn li tabûrê dîtiye û ew şeş rojan bi hev re mane.”

Ji malbatê ku serî li dozgeriyê da, ji bo destpêkirina lêpirsînê hat xwestin ku du şahidên ji derveyî malbatê peyda bikin, lê kesên şahidê bûyerê, ji ber zexta giran nekarîne şahidiyê bikin. Ji ber vê yekê careke din agahî ji Maltu nehat girtin. Serlêdanên malbatê yên li rayedaran tu encam nedan. Dengê dayika Sabriye Maltû ku got, ‘Ez dixwazim bizanim çi bi serê kurê min hatiye. Ez dixwazim gorek wî hebe ku ez li ser dua bikim. Ez dixwazim kesên ku bûne sedema mirina wî ji ber zilma ku li me kirine hesab bidin. Ez edaletê dixwazim. Ez aştiyê dixwazim. Ez naxwazim ku tu dayik êşa windakirina zarokekî bikişîne,’ ji aliyê kesên ku ji bo bicihanîna daxwazên wê berpirsiyar bê bersiv ma.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê, çalakiya 208’emîn li Kolana Hunerê hat lidarxistin. Çalakiya ku pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin, vê hefteyê bal kişand ser kiryarên kuştina Nazmî Çaçan ku di 29’ê Kanûna 1993’yan de li navçeya Tetwanê a Bedlîsê ji aliyê leşkeran ve hat desteserkirin û kuştin. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Sibel Çapraz metna daxuyaniyê xwend û rojnamevanê rehmetî Huseyin Aykol bi bîr anî û wiha domand: “Di 29’ê Kanûna 1993’an de li gundê Çorsin ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê operasyonek hat lidarxistin û gundî li meydanê hatin komkirin. Nazmî Çaçan ku nexwest ji mala xwe derkeve, rastî gulebaranê hat. Piştre, leşkerên ku hatin pêşiya malê, li hevjîna wî ya ducanî, Gulşen Çaçan û zarokên wê xistin. Gulşen Çaçan, hevjîna Necmî Çaçan, dema ku li hember leşkerên ku dixwestin hevjînê wê ji malê derxînin, li ber xwe da, bi tundî hat lêdan. Gundî û xizmên wî li pey Necmî Çaçan geriyan ku ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin. Cenazeyê wî yê bêcan ku şopên êşkenceya giran li ser hebûn, ji aliyê keça wî Pînar ve li derdora saet 6:00’ê sibê li herêmeke di navbera du gundan de hat dîtin. Tevî dîtina cenaze, destûr ji bo vegerandina wî bo gund demeke dirêj hat dayîn. Cenazeyê Necmî Çaçan ê bi tundî êşkence lê hatibû kirin, bêyî bînin gund, ji neçarî ji aliyê gundiyan ve hat definkirin. Piştî ku bûyer di çapemeniyê de hate ragihandin, şahidên ku dixwestin biaxivin hatin tehdîtkirin. Piştre, Dozgeriya Tatwanê der barê serlêdanê de biryara ‘neşopandinê’ da. Ji ber ku 20 sal derbas bûn, dihat xwestin ku doz têkeve ber demboriyê. Em ê dengê xwe bilind bikin da ku kesên berpirsiyar ên doza Necmî Çaçan demıldest werin darizandin û cezayê pêwîst wergirin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya sala nû de daxwazên xwe rêz kirin
Nûçeya Pişt re Şîna ji bo Huseyîn Aykol di roja duyem de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

Heval Onkol ku piştî qetilkirina Ceylan Onkol di Çapemeniya Azad de dest bi têkoşîna heqîqetê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredarê Eşmeyê hate girtin

Şaredarê navçeya Eşme ya Uşakê Yilmaz Tozan û 2 xebatkarên şaredariyê hatin girtin, ji her…

Ji aliyê Stêrk TV

Rekora germê: Dibe ku dema herî germ a 125 hezar salên dawî be

Li gorî Servîsa Guherîna Avhewayê Copernicus a Yekîtiya Ewropayê, Tebaxa 2026'an di asta navneteweyî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?